Aktivîsta Tûnisî Farah Massoudî: Pêwistî bi hevgirtina jinan heye

Aktîvîst Farah Massoudî, diyar kir ku ji bo li Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn pêşiya kodên zayendiya civakî bên girtin, pêwîstî bi xebatek taybet heye û bang li jinan kir ku di vê mijarê de bibin yek.

Tûnis- Jinên li Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn, ji ber polîtîkayên dewletên baviksalar hîn zêdetir bi zextan re rû bi rû tên hiştin. Jinên ku diyar kirin li dijî rolên zayendiya civakî hîn zêdetir pêwîstî bi xebatên hişyarkirinê heye, destnîşan kirin ku têkoşîna bi hev re gelek girîng e.

Aktivîst Farah Massoudî ya li ser zayendiya civakî dixebite, diyar kir ku ji bo li Bakurê Efrîqa û Rojhilata Navîn hişmendî bê avakirin, pêwîstiya wan têkoşînek zêdetir heye. Farah Massoudî, da zanîn di vê mijarê de hîn zêdetir berpirsyarî dike li ser milê saziyên çapemenî û diyar kir ku jin ji temena xwe ya zarokatî ve rastî kodên zayendiya civakî tên û ev tiştan ji lorîn, gotinên pêşiyan, ji pirtûkên dibistanan û heta diziyên televîzyonê derbas dibe.

Kodên zayendî tundî ye

Farah Massoudî, diyar kir ku kodên zayendiya civakî bi taybetî nayên fêrqkirin, lê tundiyê xurt dike û tundî bi xwe ye û wiha got: “Dûrxistina jinan a ji navendên biryargirtinê û rêveberiya saziyan, tundiyek nerm a ne diyar e. Ji bo jinan û ji bo bendewarî û vîzyonanên wan pêşerojê yên di qadên cuda yên wek aborî û siyasî sînoran datînin. Hin qadan wek sektorên yekdestdar ên mêran tê qebûlkirin.”

Farah Massoudî, diyar kir ku dema zayendiya civakî di zimanê Erebî de wek 'zayend' tê îfadekirin, wek têgehek melez fêmkirin û da zanîn ku divê têgeha zayendiya civakî li gorî çanda Ereban were çêkirin. Farah Massoudî, wiha got: "Divê têgehek li gorî me bê afirandin. Şîroveyên ku dibêjin têgeh ji derveyî Efrîqa, xwezaya me û ola me ye hene. Divê ji bo ku ji şîroveyên birêvin, têgihandin bi awayekî rast bê fêmkirin.

Rolên civakî li ser zarokan tên ferzkirin

Farah Massoudî, anî ziman ku di Wezareta Jinê de bikaranîna têgeha zayendiya civakî ya di çarçoveya bihêzkirina aborî û piştgiriya jinan de, wê bibe pengavek.

Farah Massoudî, bi bîr xist ku di pirtûkên dibistanan de rola dayikê tenê xwarin çêkirin û rola bav jî li derva karkirin û misogerkirina debara malbatê ye û wiha got: “Bi dîmenan re feraseta mêr tê kûrkirin. Em hêj dîmenên ku bi nêrîn û vîzyona mêran a kevneşopî re rolên civakî di hefizeya zarok de cih dike dibînin.”

'Her du zayend jî dikevin vê xefikê'

Farah Massoudî, diyar kir ku divê hişmendiya zayendiya civakî ji temenên zarokatî ve bê avakirin û wiha got: “Dema zarok mezin dibin û dibin ciwan, guhertina fikir zehmet e. Ji ber ku jinên serî li van rolan ditewînin û xwe laqiqê van pozîsyonan nabînin û bawer dikin ger bibin mêr dikarin serbixin hene, em ji aliyê her du zayendan ve dikevin vê xefika serwer a mêr. Xebat ji temana zarokatî ve destpêdike, ji ber vê yekê divê şewaza mezinkirina zarokên xwe  biguherînin û li dijî tiştên kevneşop têbikoşîn. Minak ji bo keçan rengê sifîk û ji bo xortan jî rengê şîn, ji bo jinan mitfax û ji bo mêran futbolê tê ferzkirin.”

Berpirsyariyeke mezin dikeve ser çapemeniyê

Farah Massoudî, diyar kir ku dem hatiye bala xwe bidin îmaja ku ji hêla hin saziyên ragihandinê ve tên pêşkêş kirin.Farah Massoudî, bal kişand ku dem hatiye em bala xwe bidin dîmenên ku ji hêla hin dezgehên ragihandinê veyên wek jinebî û redkarên zewacê, jina li male mayê û tolhildêr ên cudakariya zayendî xurtir dikin. Farah Massoudî, diyar kir ku dîmenên di kanalên televîzyonê de tên weşandin di mejiyê de bi cih dibin û wiha got: “Divê em li dijî dramên bi vî rengî têbikoşîn û hişmendiya zayendiya civakî misoger bikin.” Farah Massoudî, her wiha bang kir ku ji rojnamevanan re perwerdehiya zayendiya civakî bê dayîn û zimanê zayendperestiyê neyê hilbijartin.

'Divê hişmendî bê avakirin'

Farah Massoudî, bal kişand li ser girîngiya hevgirtina di navbera jinan û bi taybetî xizmeta doza jinan a rastî êrişên zayendî tên û destnîşan kir ku hevgirtin çalakiyeke ku divê di navbera herdu zayendan de were parvekirin. Farah Massoudî, wiha got: “Tevgera femînîst destpêke di mijara pêkanîna qanûnan, bi taybetî jinan ji tundiyê parastin, di nava jinan de hişmendî avakirin û jinan di mijara metirsiya tundiya ku wan qetil dike de hişmendî kirin de berpirsyar in. Farah Massoudî, bang li jinan kir ku bariyên tirs û bêdengiyê bişkînin, tevî pêvajoyên doze yên dirêj li dijî mêrên tundiyê pêk tînin doz vekin û serî li komeleyan bidin û diyar kir ku divê civaka sivîl ferqa di navbera hebûna qanûnan û zêdebûna tundî û kuştina jinan de fêm bike û parve bike.