Aktîvîsta mafên jinan a Îranê Maryam Sadeghî hat cezakirin
Li aktîvîsta mafên jinan Maryam Sadeghî ku di damezrandina rêxistinên kedê de roleke aktîf lîst, salek cezayê girtîgehê hat birîn.
Navenda Nûçeyan- Ji bo aktîvîsta mafên jinan Maryam Sadeghî ku li Îranê roleke çalak di damezrandin û parastina rêxistinên kedkarî de lîst, salekê cezayê girtîgehê lê hat birîn. Maryam Sadeghî ya ku bi îdiaya “propagandaya li dijî rejîmê û dewletê kiriye” hatibû tawanbarkirin û ceza girtibû, berê di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin, girtin û hatibû berdan. Hate diyarkirin ku Maryam Sadeghî ku cezayê wê hatiye vebirîn gazî dozgeriyê hatiye kirin.