Aktîvîst Laila Emily: Divê qanûnên cudakar ji bingehê ve bên guhertin

Aktîvîsta Mexribî Laila Emily, diyar kir ku li Mexribê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hewldanên ji bingehê vê guhertina qanûnên cihêkariyê didomin û destnîşan kir ku feraseta baviksalar di raya giştî de rageşiyê diafirîne.

HANAN HARITE

Mexrib- Yek ji damezrînerên Koalîsyona Qanûna Çarçoveya li Dijî Cihêkariyê ya 8’ê Adarê aktîvîsta mafên mirovan Laila Emily, der barê tundiya li dijî jinan de nirxandinan kir. Laila Emily, da zanîn ku di pêvajoyek ku bi taybetî mafên jinan di asta gerdûnî de tên windakirin de derbas dibin.

'Nîqaşên qanûna malbatê didomin’

Laila Emily, anî ziman ku li Mexribê di nava sala borî de rageşiyên siyasî hebûn ku jin nikaribûn xwe bigihîjînin edaletê û bikaranîna mafên wan dihatin astengkirin û wiha got: “Li Mexribê qanûna edaletê bi cih neanîn. Pêdiviyên hevpeymanên navneteweyî yên têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nehatin bicîhanîn.”

Laila Emily, destnîşan kir ku nîqaşên têkildarî guhertina Qanûna Malbatê ya Mexribê didomîn û wiha got:

"Rageşiyên ku têkildarî qanûnê bandorê li tegihîştina raya giştî dikin, didomin. Feraseta baviksalar, dixwaze baweriya gelê Mexribê ya ji bo azadî, wekhevî û civakek modern û demokratîk xilas bike. Zirar dide maf û rûmeta jinan. Koalîsyona Qanûna Çarçove ya li Dijî Cihêkariyê ya 8’ê Adarê, gelek pêşniyaran pêşkêş kir. Koalîsyonê, destnîşan kir ku divê hikûmet polîtîka û stratejiyên ku li dijî her cure cihêkarî û tundiyê têdikoşin, ava bikin. Hat destnîşankirin ku pêwîst e li dijî cudakariya li ser bingeha zayendî têkoşîn hebe, li dijî cudakariya li ser bingeha zayendî qanûneke xwedî çarçoveyek berfireh bê derxistin û hemû qanûnên cihêkariyê ji bingehê e û bi awayê berfireh bên guhertin.”

'Divê ji bo wekheviyê tundî û cihêkarî bê redkirin'

Laila Emily, da zanîn ku divê hikûmet pirsgirêkên jin dijîn bibîne û wiha got: “Divê di bernameyên cuda de têkildarî jiholêrakirina tundî û cihêkariyê çar rehend (pêşîgirtin, parastin, zext û lênêrîn) bên ektîfkirin. Divê ji bo çanda wekheviyê hebe, tundî û cihêkarî bê redkirin. Pêwîst e di pozîsyonên biryargirtinê yên di warê aborî, siyasî û civakî de rêjeya jinan weke herêmî bê zêdekirin û ji ber ku jin komên herî zêde bi bandor dibin in, girîngî ji qada guherîna avhewayê re bê dayîn.”