“AKP hemû mekanîzmayên ji bo sansûr û zextê bikartîne”

AKP bi xeyaleke xapînok a ‘li Tirkiyeyê her tişt baş diçe’ biparezê û bi nêzîkatiya xwe ya paşverû ferz dike, her tişt qedexe dike. Çapemenî yek ji saziyên herî zêde tê astengkirîne. Astengkirina malperan, nûçeyên tên astengkirin, dîmenên ji weşanê hatine rakirin, girtin û binçavkirin kurtejiyana zilma li ser çapemeniyê ye. Koordînatora MLSA’ê Bariş Altintaş zextên li ser çapemeniya Kurdî ji ajansa me re nirxand û got, "Li Tirkiyeyê hemû mekanîzmayên heyî, bi armanca sansûr û zextê tên bikaranîn."

AKP bi xeyaleke xapînok a ‘li Tirkiyeyê her tişt baş diçe’ biparezê û bi nêzîkatiya xwe ya paşverû ferz dike, her tişt qedexe dike. Çapemenî yek ji saziyên herî zêde tê astengkirîne. Astengkirina malperan, nûçeyên tên astengkirin, dîmenên ji weşanê hatine rakirin, girtin û binçavkirin kurtejiyana  zilma li ser çapemeniyê ye. Koordînatora MLSA’ê Bariş Altintaş zextên li ser çapemeniya Kurdî ji ajansa me re nirxand û got, "Li Tirkiyeyê hemû mekanîzmayên heyî, bi armanca sansûr û zextê tên bikaranîn."
ELÎF AKGUL
Stenbol- Piştî ku Gîştînameya Serokomariyê ya li ser Xebatên Çapemenî û Weşanê di Rojnameya Fermî de hat weşandin, zextên li ser çapemeniya kurdî lezeke nû qezenç kir. Piştî gîştinameyê demek kin, gihiştina malperên nûçeyan ên rojnameyên mûxalîf ên wekî Rojnameya Xwebûn, Rojnameya Yenî Yaşam, Ozgur Pêşeroj, Alinterî û Yekîtiya Têkoşer, hat astengkirin.
“Zext nikarin pêşî li belavbûna nûçeyan bigirin” 
Koordînatora Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê Bariş Altintaş ji ajansa me re lezkirina pêkanînên sansûr û zextê nirxand û diyar kir ku hikûmeta AKP’ê ji bo ku “gerdûna ku ji bo alîgirên xwe çêkiriye û xeyalên xwe yên xapînok bidomîne” hemû derfetên di bin destê xwe de weke amûreke sansûrê bi kar tîne û got: "Helbet ev yek rê li ber belavbûna nûçeyan nagre." 
Bariş Altintaş a bi bîr xist ku “li Tirkiyeyê hemû mekanîzmayên heyî, bi armanca sansûr û zextê tên bikaranîn” diyar kir ku çawa daraz li hemberî kesên ji AKP'ê cuda difikirin veguheriye çekê, mekanîzmayên kontrolê yên ji bo medyayên cîvakî heyî, ji bo çapemeniyê veguheriye çekê, axaftina xwe wiha domand: “Gihîştina nûçeyên xizanî yên derbarê AKP û derdora wê, yan jî Erdogan û malbata wî de, bi lez û bez tên asteng kirin. Bi heman awayî, astengiyên gihîştinê ji bo parastina sûcdar di sûcên li dijî jin û zarokan, kuştinên ku ji aliyê tarîqetan ve hatine kirin û di gelek bûyerên tundiyê de ji bo parastina kiryaran tê pêkanîn. Li aliyê din astengkirina malperan giştî, bi taybetî jî ji bo çapemeniya Kurdî bênavber didome.” 
"Nêrîna sansûrkirî" 
Bariş Altintaş bi bîr xist ku Saziya Teknolojiyên Agahiyê ji bo gelek saziyên çapemeniyê yên Kurdî astengiya gihandinê aniye, wiha axivî: “Ew mekanîzmayên ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên girîng wekî nûçeyên sexte û dezenformasyona antî-zanist tên bikar bînin ji bo dengên piralî û azad bitepisînin bikar tînin. Gîştinameya Serokomariyê ya ku hefteya borî ji bo "parastina nirxên exlaqî" yên di xebatên çapemeniyê de hat dayîn, encama heman sansûr û nêrîna barbar e.”
"Îluzyona ji bo alîgirên xwe avakirine didomînin" 
Bariş Altintaş got, "Sedema sereke ya ku înternetê qedexe dikin, asteng dikin, mafên me yên ramanê, ragihandin, agahdarî û gihandina nûçeyan wekî welatiyan bi awayekî hovane tê binpêkirin ew e ku îmkan û hêza wan a vê yekê heye” wiha got:”Hikûmetê gerdûna alternatîf a ku ji bo alîgirên xwe afirandiye, ji bo ku xeyaleke xapînok li ser ‘Li Tirkiyeyê hemû tişt baş e’ biparêze û ji bo nêzikatiya xwe ya paşverû fez bike, her tiştê ku ji qesrê nayê qedexe dike. Helbet ev yek rê li ber belavbûna nûçeyan nagire” û wiha pê de çû: “Lê dibe ku ev yek bibe sedema domandina îluzyona ji bo alîgiran hatiye afirandin.”
Ji bo Meclîsê pêşniyara komîteya lêkolînê 
Li aliyê din Wekîla Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr, têkildarî zextên li ser çapemeniya Kurdî pêşniyara lêkolînê pêşkêşî Meclîsê kir. Nûran Îmîr a di pêşnûmeya xwe de diyar kir ku, tenê di sala 2021’an de êrîş li 55 rojnameger û 2 saziyên çapemeniyê hatiye kirin, 2 rojnameger hatine kuştin, serdegirtina malên 9 rojnamegeran, 61 rojnameger hatine binçavkirin, 6 rojnameger hatine girtin, 23 rojnameger rastî tundiyê û muameleya xerab hatine, 11 rojnameger bi tehdîd û ferzkirina sîxuriyê re rû bi rû mane, 103 rojnameger di şopandina nûçeyan de hatine astengkirin û 17 rojnameger jî li girtîgehan rastî binpêkirinên mafan hatine, dest nîşan kir ku  Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) di sala 2021’an de 59 caran ceza li 12 saziyên weşanê birî û ji bo 112 saziyên çapemeniyê jî qedexeya weşanê daniye.
Nûran Îmîr binpêkirina mafê rojnamegeran û dezgehên çapemeniyê wiha rêz kir: “Di dema ku 64 malper hatin girtin de gihandina hezar û 460 nûçeyan hat astengkirin û 160 naveroka medyaya civakî jî hatin astengkirin. Malpera nûçeyan a Jinnewsê ya ku tenê nûçeyên jinan diweşîne, di sala 2021'an de 21 caran hate astengkirin" wiha got: "Hikûmet, ev polîtîkayên xwe yên tundî û çewisandinê yên li ser jinan weke hemû qadan di medyayê de jî eşkere dike.”
Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku ji bo binpêkirinên mafan û pirsgirêkên zextên li ser çapemeniya Kurdî û çapemeniya mûxalîf tên kirin, bên tespîtkirin û tedbîrên pêwîst bên girtin, Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.
Herî zêde nûçeyên gendelî û nelirêtiyê tên rakirin
Li gel vê, Bariş Altintaş a diyar kir “du mînakên dawî yên bikaranîna her mekanîzmayê weke amûreke sansûr û tepisandinê” jî di rapora Google Şefafî û encamên Lêkolîna Şopandina Bandorên Medyaya Civakî de Qanûna Azadiya Çapemeniyê ji aliyê MEDAR ve hatiye amadekirin, derket holê.
Li gorî rapora ku Google ji Meclisa Mezin a Tirkiyeyê re şandiye, li Tirkiyeyê di 3 mehên dawî de 6,2 mîlyon naverok hatine rakirin. Tirkiye di daxwaza rakirina naverokê de di cîhanê de di rêza 4’emîn de cih girt. MEDAR’ê jî diyar kir ku ji hezar û 197 biryarên rakirina naverokê yên lêkolînkiriye, 657 ji wan derbarê "gendelî û nelirêtî", 466 ji wan "îstîsmarkirina peywirê", 79 ji wan "nakokiya siyasî", 58 ji wan "cînayet", 54 jî. “derp û birîndarkirin” 53 jê ‘xapandina biwesf’, 31 jê ‘tacîz’, 17’ê ‘întîxar’, 9’ê ‘qumar leyîstin’ û 9’an jî ‘xerakirina jîngehê’ ye.
Li gorî encamên raporê, dema piraniya dozdarên ku daxwaza rakirinê kirine, karsazîn (169 naverok), burokratên payebilind (102) û şîrketên bazirganî (100 navarok) pêktên, dozdarên din jî daxwaza rakirina naveroka nûçeyên ku gendelî û nelirêtî ye, ji kesên xwedî nasnav parêzer (47 navarok), wezîr (40 naverok) rêveberê perwerdeya netewî (25 navarok) pêkhatin.
Hûn dikarin li ser lînka jêrîn xwe bigihînin hûrgiliyên raporê: https://medarder.org/wp-content/uploads/2021/12/Sosyal-Medya-Yasasini-Basin-Ozgurlugu-Uzerine-Etkileri-Izleme-Arastirmasi-Genisletilmis -Tarama.pdf