‘AKP bi pêşnûmeya qanûna nû rê li ber qetilkirina lawiran vedike’

Komîteya Şopandina Mafên Lawiran da xuyakirin ku AKP bi pêşnûmeya qanûna nû rê li ber komkirin, girtin û qetilkirina lawiran vedike û got: “Em vê pêşnûmeya ku di warê parastin û mafan de tu madeyan di nava xwe de nahewîne tu carî qebûl nakin.”

Navenda Nûçeyan - Komîteya Şopandina Mafên Lawiran (HAKÎM) der barê “Pêşnûmeya Der barê Pêkanîna Guhertina Qanûna Parastina Lawiran” de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşnûmeya qanûnê rê li ber komkirin, girtin û qetilkirina lawiran vedike û wiha hat gotin: “Dema ku çawaniya tunekirina lawiran tê ravekirin, der barê hilberîna ku çavkaniya sereke ya pirsgirêka populasyonê ye de pêşniyarek sererastkirinê tune ye. Em tu carî vê pêşnûmeya ku di warê parastin û mafan de tu xal tê de nîn in qebûl nakin.

‘Tê plankirin ku hemû lawir li malên lênêrînê bên girtin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xwestine xala 6’emîn a di Qanûna Parastina Lawiran de ku rê li ber lawirên li kolanan dijiyan di malên lênêrînê de bihêlin û tecrîd bikin biguherînin û wiha hate gotin:

“Li gorî qanûna heyî, tê plankirin ku pratîka bigre-sitewr bike-vegerîne cihê lê girtî bê rakirin û hemû lawir li malên lênêrînê bên girtin. Di vê rewşê de, pênaseya mala lênêrînê jî diguhere, ev cih dê bibin cihên ku lawir lê tên qetilkirin an jî di girtîgehê de têne girtin, ne cihên ku demkî lê dimînin.”

‘Rê li ber qetilkirina hemû lawiran tê vekirin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku tê diyarkirin lawirên ‘ger ji bo ewlekariya giştî bibe xetere’ dikarin bên qetilkirin û wiha hat gotin: “Armanc ew e ku di bin şertên diyarkirî de wek ewlehiya gel, rê li ber şaredariyê veke ku ji bo lawiran dixwaze biryara otenaziyê bide.” Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji niha ve der barê bûyerên îdiakirina harbûyî û êrişan de madeyek di meriyetê de ye, danasîna vê madeyê ji bo lawiran tê wateya ‘qirkirina komî.’

‘4 milyon kûçik û 322 malên lênêrînê hene’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî hejmara şaredariyên li Tirkiyeyê hezar û 389 be jî 322 malên lênêrînê yên bi tevahî 105 hezar lawir digrin hene û wiha hat gotin: “Tu aliyekî mejî bigre ku AKP dixwaze 4 milyon kûçikan kom bike û wan di van tesîsan de bihêle.”