Akademîsyen Nataşa Asfarî: Divê jin di her warî de ji bo hebûna xwe têbikoşin
Akademîsyen Nataşa Asfarî ya li Zanîngeha Helebê hîndekariyê dike, diyar kir ku divê jinên Sûriyeyî di nava civakê de çalak bin û got: “Ji ber ku di warê fermî de di her warê jiyanê de cih nedane jinan, ez rexne dikim.”
DILPAK DAG
Heleb – Li Sûriyeyê jin ji bajarên cuda yên welat tên ba hev û çalakiyan li dar dixin, ji aliyekî ve hilweşîna rejîma Esed pîroz dikin, ji aliyekî ve jî diyar dikin ku ew ê destûr nedin HTŞ û çeteyên girêdayî wê wan bixin pozîsyonek ‘paşketîtir.’
Ji hîndekarên Zanîngeha Helebê Nataşa Asfari jî dibêje ku tabloya heyî divê bi du aliyan were nirxandin û diyar dike ku jin ji aliyekî ve bi hêvî ne, ji aliyekî ve jî kiryarên HTŞ’ê û çeteyên girêdayî wê napejirînin.
‘Divê jin qadên têkoşîn û berxwedanê mezintir bikin’
Nataşa Asfarî bang li hemû jinên Sûriyeyî kir ku tevli çalakiyan bibin û got ku divê jin qadên tekoşîn û berxwedanê berfireh bikin. Nataşa Asfarî, rola jinan a di civakê e bi bîr xist û bal kişand ku divê berxwedan weke çandeke civakî were rûniştandin. Her wiha diyar dike ku ne tenê jin, ji bo her hêza di nava civakê de bê têkoşîn maf nayên dayîn.
‘Jin nebin her tişt nîvî dimîne’
Nataşa Asfarî got ku jin nîvê civakê ne lê niha di tabloya heyî de jin li cihê ku heq dikin nîn in û di rola ku tê xwestin bidin wan napejirînin û wiha domand: “Civak ji jin û mêr pêk tê û hev temam dikin, ger jin nebin dê her tişt nîvî bimîne. Divê ji bo jinan di warê perwerde, polîtîka, siyaset û giştî û aborî de misyon were dayîn.”
‘Jin tevahiya civakê sembolîze dikin’
Nataşa Asfarî bi gotinên; “Jin, edalet, wekhevî û ronahiyê dixwazin” got ku divê jin roleke mezin bilîzin û wiha bi dawî kir: “Ez rewşa heyî ya ku di warê fermî de cih nedane jinan şermezar dikim. Jin tevahiya civakê sembolîze dikin.”