Ahmet Marhan agahiyan ji birayê xwe yê polîs digre

Gulcan Marhan a ku hewl hat dayîn di pêvajoya hevberdanê de ji aliyê Ahmet Marhan ve bê qetilkirin, diyar kir ku her cara ji malê derdikeve, kiryar agahiyên der barê wê de ji birayê xwe yê polîs digre.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Jina bi navê Gulcan Marhan di 25'ê Mijdarê de li navçeya Yenîşehîra Amedê ji aliyê Ahmet Marhan ê ku di pêvajoya hevberdanê bû, biryara parastinê girtibû, hat xwestin bi amûra birînê bê qetilkirin. Gulcan Marhan a bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê, kiryar ji cihê bûyerê reviya lê piştre hat girtin û wî şandin girtîgehê.

Gulcan Marhan a ku tiştên jiya vegot, diyar kir ku hewldana qetilkirinê ne ya cara ewil e û ruxmê ku gelek caran gilî kirine jî Ahmet Marhan nedigirtin.

Ruxmê rapora derbê û giliyan jî nehat girtin!

Gulcan Marhan diyar kir ji Ahmet Marhan ê di sala 2016’an de pê re zewicî, hefteyek şûndê rastî tundiyê hat û da zanîn ku giliya xwe ya ewil 2 meh piştî zewacê çûye qereqolê kiriye.

Gulcan Marhan da zanîn lı di pêvajoya 7 salan de bi giştî 4 raporên derbkirinê girtiye û gelek caran gilî kiriye û diyar kir ku piştî giliyê tenê tenê cezayê pere li kiryar hatiye birîn. Gulcan Marhan anî ziman ku piştî tundiya dîtiye li Rihayê li stargehê, 3 caran li ŞONÎM'ê û carek jî li DÎKASUM'ê maye, destnîşan kir ku dema ducanî bû ji ber tundiya ku ji aliyê Ahmet Marhan ve dît pitika wê ya ewil xwîn çûye ser mejiyê wê.

'Tevî îfadeyên min jî tenê rojek di girtîgehê de ma'

Gulcan Marhan, diyar kir ku ji ber tundiya ku dîtiye bi dehan caran çûye ba malbata xwe lê mezin ketine navberê bi gotina “Ji bo zarokên xwe li hev werin” israr kirine û piştre ji nû ve vegeriyaye malê. Gulcan Marhan da zanîn ku piştî ji stargehê çûye ba malbata xwe û ji vir jî ji nû ve vegeriyayê malê û wiha axivî: “Tevî ku min ewqas gilî kir jî li Ahmet Marhan tenê cezayê pere hat dayîn. Tenê rojek di girtîgehê de ma û roja din tevî raporên derbê jî hat berdan. Hevjînê min qet di girtîgehê de nema, dibe ku ji vê jî cesaret girt. Her cara ceza girt û cezayên pere yên digirt jî bi pereyê ku min li zeviyan dida xebitandin dida. Cezayê pere yê wî jî min da. Ez vê yekê qet rast nabînim. Bi vî awayî cesaret digirt. Ji ber ku cezayekî bi bandor negirt, êrîşî min kir.”

'Agahiya mala ez lê dimam ji birayê xwe yê polîs digirt”

Gulcan Marhan got ku bûyera di 25'ê Mijdarê de hat jiyîn ne ya ewil e û Ahmet Marhan beriya niha jî du caran bi tundiyê hewl daye wê qetil bike, wiha got: “Jixwe her dem li dijî min gefa mirinê dixwar. Li ber deriyê min li benda kemînê bû. Beriya niha hem êrîşê min û hem jî êrîşê mala min kir.” Gulcan Marhan bal kişand ku tevî biryarên dûrxistinê û veşartina navnîşana xwe jî Ahmet Marhan ji birayê xwe Mahmut Marhan ê li Rihayê polîs e agahî digre û mala wê dibîne û wiha axivî: “Min biryara dûrxistinê ya 30 rojan girt, dema vê binpê kir, ez çûm û min ji nû ve biryara dûrxistinê ya 6 mehan girt. Ya herî xerab jî birayê wî polîs e û di emniyeta Rihayê de dixebite. Polîs Mahmut Marhan, her tiştî min dibîne û navnîşanên min dide birayê xwe. Ez dixwazim bi taybetî ev yek bê lêkolînkirin. Ez reqema telefona xwe diguherînim, navnîşana xwe diguherînim, malbata min jî van tiştan nizane lê Ahmet Marhan dibîne. Ji ber ku ji birayê xwe yê polîs wan agahiyan digre.”

'Dema êrîşê min kir ez reviyam an na dê min bikuşta’

Gulcan Marhan hewldana qetilkirinê ya di 25’ê Mijdarê de jiya vegot, bi van gotinan derbên ku bi amûra birîne ji bedena xwe girtiye vegot: “Roja înê jî sibehê dema ez rabûm ez ê biçûma emniyetê ji bo îfade. Dema ez ji deriyê malê derketim, rasterast min ji deranceyan avêt xwarê. Min ji ber xwînê nikaribû pêşiya xwe bibînim. Di dawiya wan kêliyan de mêrêk ku di heman avahiyê de rûdinişt hat û mudaxele kir. Ez vê keliyê çûm mala wî mêrê û min derî li ser xwe girt.”

'Polîs 15 deqe piştî me telefon vekir hat cihe bûyerê’

Gulcan Marhan a ku bersiv da hin îdiayên “bi saya sepana KADES’ê xilas bû” ku di nûçeyên çapemeniyê de derket zelal kir, diyar kir ku di telefona wê de sepana KADES'ê tune ye û piştî bûyerê bi qasî 15 deqeyan şûndê polîs hatine cihê bûyerê. Gulcan Marhan der barê mijarê de wiha got: “Ez vê kêliyê, sepana KADES’ê bi kar naynim. Min di nava xwînê de nikaribû telefona xwe jî bigrim destên xwe. Ji ber xwînê min nikaribû telefona polîs jî bikim. Ev sepan di telefona min de tunebû. Di 15 deqîqeyan de hatin.”

'Ez naxwazim wek gelek jinan werim qetilkirin’

Gulcan Marhan da zanîn ku gefên kuştinê berdewam dikin û ji ber tirsa malbata kiryar jî nikare derbikeve derve û bang li jinan û rayaderan kir ku piştgiriyê bidinê. Gulhan Marhan xwest der barê birayê Ahmet Marhan ê polîs Mahmut Marhan de jî lêpirsîn bê vekirin û wiha got: “Di êrîşa xwe ya dawî de dîsa rûyê min bi neynûkên xwe penc kiribû, 3 hezar Tl cezayê pere hatibû dayîn. Ma nirxa jiyana min 3 hezar Tl ye? Ma nirxa min ewqas e. Ez jinek dayik im. Ez naxwazim ew mêr ji ber rewşa baş bê darizandin û berdan. Ger ez neyêm parastin û min neparêzin ez jî wek gelek jinan werim qetilkirin. Ez dixwazim derb arê birayê wî yê ku polîs de lêpirsîn bê vekirin. Heta ku ew mêr ji erka xwe neyê girtin, jiyana min di xeterê de ye. Tevî biryara min a parastinê heye jî ew mêr dê çawa min bibîne. Ez dixwazim min biparêzin.”