Agirê Newrozê tîna xwe dide her derê
Ji ber pesarên Çiyayê Simbilê heta ber Kadifekaleya Îzmîrê coşa agirê Newrozê di bin serma û berfê de bi coş dewame.
Navenda Nûçeyan – Bi diruşma “Dem dema azadiyê” ye agirê Newrozê li her deverê vêdikeve û cejin bi kelecan dewam dike. Li gel hewaya sar jî welatî bi cilên gelerî dadikevin qadan û bi rihê berxwedanê reng didin qadên pîrozbahiyan. Di serî de Colemêrg, Wan, Êleh, Çewlik, Meletî, Elbîstan, Stenbol, Enqere, Îzmîr û gelek deverên dinê cejana Newrozê bi hemû kelecana xwe dewame.
Colemêrgê
Li ber pesarên Çiyayê Simbilê yê Colemêrgê pîrozbahiya Newrozê coş despêkir. Li gel wehaya ser jî şêniyên Colemêrgê bi cilên xwe yên Kurdewarî dîlana Newrozê gerandin. Li qadê pankartên "HDP gel e dengê HDP'ê nikare bê birîn","Semra Guzel îradeya gel e","Bêdeng nemîne nebe hevkarê sûc, ji bo girtiyên nexweş azadî","Em jin in ciwan in karker in","Niha dema ciwana ye" hatin daliqandin. Her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo","Bijî berxwedana zindanan","Şehîd namirin" ji qadê bilind dibin.
Wan
Ligel berfa ku ji şevê din ve dibare jî welatiyên Wanê bi cilên xwe yên rengîn berê xwe dan cihê pîrozbahiyê ber Keleha Wanê. Girseya li ber Keleha Wanê kombûye li ber barîna berfê govendê digerînin.
Êlih
Li Êlihê jî pîrozbahiya Newrozê bi coşek mezin despêkir. Ji qadê dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” bilind dibin.
Îzmîr
Li warê Rahşan Demirel bi gotina: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz” wateya Newrozê lê mezin kirî jî agirê hat vêxistin. Li qadê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî têkoşîna gelan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan, "Denîz poyraz bêmirin e" berz dibin. Li qadê pankartên bi nivîsa "Dem dema serkeftinê ye" û "Neworz pîroz be" li gel wêneyê Denîz Poyraz a li Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin jî hat daliqandin.