Agirê ku 30 sal in venemiriye: Komkujiya Sêwazê

Dibêjin ‘Çiya li ber êşê nadin.’ Kesên ku li vê axê bûn şahidên qetilkirina hezkiriyên xwe, bi agirê dilê wan dişewitîne li benda edaletê ne. Ya wan ji çiya bi hêztir dike gotina ‘Min ji bîr nekir di bîra min de’ komkujiya Sêwazê nade jibîrkirin e.

SARYA SARÎNA

Navenda Nûçeyan- Li ser komkujiya Sêwazê re tam 31 sal derbas bûn. 2’ê Tîrmeha 1993’an di dîroka Tirkiyeyê de weke dîroka komkujiyê hat nivîsandin. Li Otela Madimakê ya Sêwazê de 33 jin, mêr, zarok, rewşenbîr, hunermend hatin qetilkirin. Komek ji helbestvan, hunermend û rewşenbîran ji bo beşdarî bernameya çar rojan a şahiya Pîr Sultan Abdal bibin li Sêwazê bûn.

Muhîbe Akarsû (35 salî, mêvan), Muhlîs Akarsû (45 salî, hunermend), Gulender Akça (25 salî, hunermend), Metîn Altiok (52 salî, helbestvan, nivîskar), Ahmet Alan (22 salî, hunermend), Mehmet Atay (25 salî, rojnamevan), Sehergul Ateş (30 salî, hunermend), Behçet Aysan (44 salî, helbestvan), Erdal Ayranci (35 salî, derhêner), Asim Bezîrcî (66 salî, lêkolînvan, nivîskar), Belkis Çakir (18 salî, hunermend), Serpîl Canik (19 salî, hunermend), Muammer Çîçek (26 salî, aktor), Nesîmî Çîmen (67 salî, helbestvan, hunermend), Carîna Cuanna (23 salî, rojnamevana Hollanda), Serkan Dogan (19 salî, hunermend), Hasret Gultekin (23 salî, helbestvan, hunermend), Murat Gunduz (22 salî, hunermend), Gulsum Karababa (22 salî, hunermend), Ugur Kaynar (37 salî, helbestvan), Asaf Koçak (35 salî, karikatûrîst), Koray Kaya (12 salî, zarok), Menekşe Kaya (17 salî, hunermend), Handan Metîn (20 salî,hunermend), Saît Metîn (23 salî, hunermend), Huriye Ozkan (22 salî, hunermend), Yeşîm Ozkan (20 salî, hunermend), Ahmet Ozyurt (21 salî, hunermend), Nurcan Şahîn (18 salî, hunermend), Ozlem Şahîn (17 salî, hunermend), Asûman Sîvrî (16 salî, hunermend), Yasemîn Sîvrî (19 salî, hunermend), Edîbe Sularî (40 salî, hunermend), Încî Turk (22 salî, hunermend) hemû di Otela Madimak de bûn.

Ya herî mezin 66 ê herî ciwan 12 salî bû

Ji 33 kesan a herî bi temen Asim Bezîrcî yê 66 salî bû. Di nava komê de yê herî ciwa Koray Kaya yê 12 salî bû ku ji bo pêşandana folklorê çûbû Sêwazê. Di şewata ku ji aliyê komek olperestan ve li Otela Madimak derxistin, hinek jê xeniqîn û hinek jê jî di nava agir de man û jiyana xwe ji dest dan. Koma ku ji derve ji bo mirina wan diqîriyan bi awayekî zindî li tiştên diqewimî temaşe dikirin. Di dema ku derbikevin ji derve ji bo lînckirinê li bendê mabûn. Ên ku beşdarî şahiyan bûne tenê du rojan dikaribûn bi gel re werin ba hev. Di roja duyem a şahiyê de ji nimêja Înê derketin, kesên kombûyî tenê mirinê dixwestin. Otela Madimakê dan ber keviran, cam hatin şikandin û herî dawî jî her derê dan ber agir.

Hemû kulîlkên nû bûn

Jinên li Sêwazê beşdarîî şahiya Pîr Sultan  bûne, wê ji bo aştiyê Semah bi ziviriyan. Asûman Sivrî hê 16 salî bû. Li Enqere ji dayik bûbû, bermaberiya xebatên xwe yên bi daxwaz û zêde girtibû di 16 salî de bûbû mamosteya semahê. Di sê koman de nêzî 100 kes fêrî semahê dikir. Belkis Çakir 18 salî bû. Sala ku jiyana xwe ji dest da, di ezmûnên zanîngehê de beşa Rêveberiya Fakulteya zanista îdarî qezenc kiribû. Di komeleyê de ji semahê berpirs bû. Ozlem Şahîn jî 17 salî bû. Yên ku wan naskirin bi gotinên ‘Jinek ciwan a nêzî can û têr hezkirin bû. Baweriya Ozlem bi xwe hebû, ji kenê hez dikir. Bi axaftina xwe ya bi lez û herikbar yek ji taybetmendiyên herî giring bû, dema dest bi axaftinê dikir bêdeng nedibû” dianîn ziman. Carna Johanna Cuana ya Holandî ya 23 salî xwendekara zanîngehê bû. Ji bo lêkolîna jinan û çanda Elewiyan hatibû Tirkiyeyê. Edîbe Sularî ya 40 salî li Basselê dijiya, beşdarî hemû şahiyên çandî yên Bektaşî, cemên ehlibeyt û konferansan dibû. Gulender Akça di 18 saliya xwe de di Komeleya Alîkarî û çanda Divrigiyê de dixebitî. Folklor di lîst. Li gel hevalên xwe ji bo avakirina Kombûna lêkolîna semahê ya Anadolî (ASAT) dixebitî. Gulsun Karababa jî li Divrîgiya Sêwazê hatibû dinyayê û 22 salî bû. Ji çar jinên ku ji çengên Komeleya Çanda Divrigiyê beşdarî şahiyên çandî yên Pîr Sultan Abdal bûye. Handan Metîn a 20 salî di sala 1992’an ket beşa biyolojiyê ya Fakulteya Perwerdeya ODTU’yê. Di komîsyona Komeleya Jinan a Çanda Divrigiyê dixebitî. Huriyet Ozkan 22 salî bû. Amadeyiya ceribandinê bi pileya yekemîn temam kiribû, ji Fakulteya Dermanxwaneyê ya zanîngeha Gazî mezûn bûbû. Beşdarî xebatên Komeleya Pîr Sultan Abdal dibû. Li gel xwişka xwe Yeşîm di tîma semahê de bû. Încî Turk jî di sala 1992’an de Fakulteya Dermanxaneya zanîngeha Gazî temam kiribû. Di kadroya teknîkê ya Kombûna Tiyatroya Pîr Sultan de bû. Menekşe Kaya ku ji semahê re mereqa wê hebû di şahiyên Turhal-Tokat, Amasya, Gumuşhane, Hacibektaş de di şanoya de lîstibû, li Stenbol, Îzmir, Enkara semah di zivirand. Semaha xwe ya dawî di 15 saliya xwe de zivirîbû.

Careke din ji ên ku jiyana xwe ji dest dan Muhîbe Akarsû, 35 salî bû, li Kengala Sêwazê ji dayik bûbû. Nurcan Şahîn 18 salî bû. Bi axaftina xwe ya bi lez û herikbar dihat nasîn. Sehergul Ateş a 30 salî xwendekara fakulteya perwerdeya vekirîbû. Di saziya Kehrebeya Tirkiye (TEK) de weke memur xebitî. Lêdana tembûrê ji Musa Eroglu fêr bûbû. Serpîl Canik ya 19 salî di nava tîma semah ya Pîr Sultan Abdal ya herî ciwan û nû de cih digirt. Serpîl Canik, dema di Amadeyiya Ticaretê di xwend, di şîrketek ya kooperatîfê de ku staj dikir di xebitî, li aliyekê amadekariyên ezmûna zanîgehê dikir. Yasemîn Sivrî di xebatên xwe yên şexsî ku bi semahê dest pê kir, her ku çû berê xwe da mijarên cuda. Endama  Komîsyona Komeleya ciwanan û di heman demê de ji pirtûkxaneyê berpirsyar bû. Yeşîm Ozkan a 20 salî li zanîngeha Hacettepeya Enqereyê xwendekara Dibistana Bilind a Xizmetên Civakî bû. Xwişka wê Huriya Ozkan jî di tîma semahê de bû. 

Kesê mûdaxeleya qetilkeran nekir

Her kêliya ku derbas dibû hejmara saetan zêde dibû kesê mudaxeleyî koma êrişkar nekir. Kesê negot ‘raweste.’ Li ber Otela Madimakê dengê ku bilind dibû bi saetan domiya. Ji bo vemirandina agir tîmên agirkuj dereng hatin cihê bûyerê. Piştre jî jixwe ji bo mudaxelekirinê gelek dereng mabûn. Siyasetmedarên wê demê komkujiya ku bi hezaran kes beşdar bûne û beralîkirin bi munferit parastin.

Serokwezîra demê Tansu Çîller gotibû ‘Gelek şukur, gelê me yê ji derveyî Otelê tu ziyanek nedît.’ Serokkomarê demê Suleyman Demîrel jî bûyer weke munferit parast û got: “Bûyer munferît e. Tehrîkek giran heye, di encama vê tehrîkê de gel hatiye coşê…. Hêzên ewlehiyê tişta ji destên wan hat kiribûn… Di nava komên beramberî hev de pevçûn tunebû. Ji ber otelek şewitîbû windahiyên canî hene.” Wezîrê Karên Hindir Mehmet Gazioglu jî Azîz Nesîn hedef nîşan da û got: “Azîz Nesîn bi tehrîkên xwe yên li dijî baweriyên gel tê zanîn, gel anîn coşê û  bertek nîşan dabû.”

Pêvajoya dadgehê çawa derbas bû?

Daxuyaniyên ku piştî qetlîamê hatin dayîn, bi rastî jî nîşan da ku dê darizandineke muhtemel çawa bimeşe. 35 kes hatin binçavkirin. Piştre hejmara kesên hatin binçavkirin bû 190. Piştî vê binçavkirinê yekser 66 kes hatin berdan. Yên mayîn salekê li Dadgeha Ewlekariya Dewletê bi sûcê “hewldana guhertina pergala destûra bingehîn a laîk û avakirina dewleteke olî” hatin darizandin. Di encama darizandina ku bi navê “Doza Sêwazê” derbasî dîrokê bû, ji bo 22 bersûcan 15 sal, 3 bersûcan 10 sal, 54 bersûcan jî 3 sal, 6 bersûcan 2 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Ji kesên dihatin darizandin 37 kes beraatkirin.

Dadgeha Bilind biryara DGM’ê betal kir. Biryar hat dayîn ku bersûc ji nû ve bên darizandin. Di biryara nû ya ku di sala 1998’an de hat qebûlkirin de ji bo 33 bersûcan cezayê îdamê û ji bo 14 bersûcan jî heta 15 salan cezayê girtîgehê hat birîn lê ji ber kêmasiyên rêbazê cezayên darvekirinê hatin betalkirin. 33 bersûcên ku di sala 2000’an de careke din bi îdamê hatin cezakirin, piştî ku di sala 2002’an de cezayê darvekirinê hat rakirin, cezayê muebetê lê hat birîn. Gelek kesên ku di wê demê de parêzerên bersûcan bûn, piştre di partiyên rastgir û kevneperest de bûn parlamenter û heta ji bo kursiyên wezîran jî hatin tayînkirin. Bi serbestberdana bi demê re hejmara kesên girtî bû 33’an.

8 bersûcên ku weke kesên sereke yên Komkujiya Sêwazê dihatin binavkirin, piştî biryara betalkirinê ya di sala 1997’an de reviyan. Di nav wan de endamê Meclisa Şaredariya Sêwazê Cafer Erçakmak ku di dozê de bersûcê jimare yek e, hebû. Hat îdiakirin ku Cafer Erçakmak di sala 2011’an de li Sêwazê ji ber krîza dil miriye.

Biryara demboriyê

Di sala 2014’an de Komkujiya Sêwazê rastî demboriyê hat. Tevahiya dosyaya dozê hat girtin. Dema ku rêxistinên sivîl û partiyan daxwaza “rakirina bihûrîna demê di sûcên li dijî mirovahiyê de” kirin, serokê dadgehê got: “Di sûcên li dijî mirovahiyê de demborî nîne, lê ji ber ku yên ku ev sûc kirine sivîl in, ne rayedarên giştî ne, biryar hat dayîn ku doz bê betalkirin.” Di dosyaya herî dawî de par ji bo 3 bersûcên fîrarî biryar hatibû dayîn. Dadgehê biryara betalkirina dozê da.

Piştî komkujiyê vekirina kebabfiroşa li qata jêrê ya Otela Madimakê hat protestokirin. Piştî bertekan di sala 2010’an de kebabfiroş hat girtin û qad weke otêl hat giştîkirin. Di sala 2011’an de avahî veguherî ‘Navenda Zanist û Çandê ya Sêwazê’.

Agir zêdetir hat gurkirin

Komkujiya Sêwazê weke yek ji komkujiyên herî hovane yên ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de ji aliyê olperestan ve hatiye kirin e, ket dîrokê lê belê ev komkujî wê ne ya dawî be. Piştî vê yekê komên tundrew ên bi navê Hîzbullah û DAIŞ’ê ku bi kesane piştgirî didan wan qetlîamên nû hatin zêdekirin. Elewî, jin, Êzidî, Kurd, zarok, muxalif û yên aştiyê dixwazin hedef hatin girtin. Yên ku desthilatdarî bi ‘rejîma yek mêrî’ tacîdar kirin, bi destwerdana darazê û efûyê hewl dan komkujiyan veşêrin. Di ser Komkujiya Sêwazê re tam 31 sal derbas bûn. Di van 31 salan de pêvajoyeke darizandinê ku dilê mirov hinekî jî rehet bike çênebû. Berevajî vê, agirê ku dil dişewitîne zêdetir hat gurkirin. Yên ku çûn li pey xwe helbest, nivîs, stran û têkoşîna xwe hiştin, ên man Sêwazê her dem bi berxwedaniyê bi bîr anîn.