Agahî ji çalakvan Seyran Xusrawî nayê girtin
Çalakvana mafê jinan Seyran Xusrawî, ev nêzî meheke ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye binçavkirin û heta niha der barê rewşa wê de tu agahiyek nehatiye bi destxistin.
Navenda Nûçeyan- Seyran Xusrawî ku ji bajarê Sine ye, di roja 19’ê Mijdarê de bi nêzbûna Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de di encama serdegirtina mala wê de hate binçavkirin û heta niha mafê parêzer û hevdîtina bi malbatê re nehatiye dayîn.
Heta niha tu agahiyek der barê girtina çalakvan Seyran Xusrawî de nehate girtin.
Ji destpêka serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ gelek çalavanên jin li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji aliyê rejîma Îranê ve tên girtin, qetilkirin û îşkencekirin.