‘Şûna ku zarok bi zihniyeta Talîbanê mezin bibin bila li malê bimînin’

Li Efganîstanê zarok bi xemgînî betlaneya dibistanê ya 3 mehan derbas dikin ji ber ku ew ê êdî nikaribin sala bê biçin dibistanê, mamosteyan difikirin ku zarok li şûna bi zihniyeta Talîbanê mezin bibin bila li malê bimînin.

Navenda Nûçeyan – Li Efganîstanê betlaneya xwendinê ya sê mehan bi dawî bû. Lê xwendina zarokên keç piştî pola 6’an qedexe ye. Keçên pola 6'an a Bamyanê diyar kirin ku betlaneya wan bi xemgînû bû ji ber ku sala wan a xwendinê ya dawî ye.

'Gava ku tê bîra min ez nikarim werim dibistanê ez xemgîn dibim'

Yek ji wan zarokên keç a ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê rast bide got: “Par sala borî ez ne serkeftî bûm û neçar man ku di pola 6’an de min qebûl bikin. Her çend ez di pola xwe de serkeftî me jî, her ku tê bîra min ku sala bê ez ê nikaribim werim dibistanê xemgîn dibim. Ji ber ku ez dixwazim xwendina xwe bidomînim û li cem heval û mamosteyên xwe bimînim.

'Ez tercîh dikim ku li malê bimînim'

Ji xwendekara li Mezarê C.D. got ku ji ber zextên Talîbanê tercîh kir ku li malê bimîne û wiha axaftina xwe domand “Ez xemgîn im ku Talîban nehişt em biçin dibistanê. Talîban her roj fermana qenciyê dide lê xerabiyê dike. Hewl dide bi cilên me heqaretê li me bike. Di vê rewşê de, ez tercîh dikim ku li malê bimînim."

'Dibistan vediguherin dibistanên olî'

A.D. a ku li dibistaneke Perwanê mamoste ye got: “Ez xemgîn im ku zarokên keç nikarin biçin dibistanê. Talîban dibistanên heyî vediguherîne dibistanên olî. Ji ber vê yekê baştir e ku zarokên keç ji îdeolojiya tundrew a Talîbanê dûr bikevin."

Mamosta Rawhiya Mihemedî li parêzgeha Kapisa got: "Ev çend meh in min mûçeyê xwe wernegirtiye û ev yek ji bo hemû mamostayên welat derbasdar e. Tevî ku Amerîka bi milyonan dolar daye Talîbanê jî, em hîn jî mîna welatek feqîr in."

'Her roj mamoste tên tehdîtkirin'

Ji mamosteyên Texarê K.S. diyar kir ku Talîban her roj gefa dersînorkirina mamosteyan dixwe û wiha anî ziman: “Hemû mamoste hebûna Talîbanê înkar dikin. Lê em xebatên xwe yên ji bo zarokên xwe didomînin. Talîban û Emerîka ji bi me şermezar bikin çi ji destê wan hat kirin Ev şevên tarî wê rabin û rojekê em jî wek xwişk û birayên xwe yên Kurd çekan hilgirin, sûcdaran biperçiqînin û bigihîjin azadiyê."