‘Şoreşên serdemê dê di karekterê ‘Jin Jiyan Azadî’ de be’

Endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma got ku pêngava ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî pergalê ye û diyar kir ku îrade û lêgerîna jinan didome, loma divê ev îrade bi têkoşîna tevgerên li dijî pergalê mezin bibe.

DÎREN ENGÎZEK-NUCAN ARAS

Navenda Nûçeyan – Li Îranê piştî ku di 16’ê Îlona 2022’yan de Jîna Emînî hat qetilkirin serhildana civakî ya ku çêbû, bandora xwe li ser hemû warên jiyanê didomîne. Ji vê guherîn û veguherîna ku êdî veger jê nîn e re jinan pêşengî kir. Felsefeya bi efsûn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo azadiya jinan bi pêş xist, bi serhildanên felsefeya “Jin Jiyan Azadî” bû xwedî karekterek cîhanî. Jinên ku ne li dijî hikumetê li dijî tevahî pergalê derketin kolanan, ji bo azadiya xwe, li zindan û kolanan li ber xwe didin.

Di salvegera duyemîn a qetilkirina Jîna Emînî de me li ser belavbûna felsefeya “Jin Jiyan Azadî”, karekter û bandorên wê bi endama Akademiya Jineolojiyê Zozan Sîma re hevpeyvîn çêkir.

*Di ser qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve û serhildana “Jin Jiyan Azadî” de du sal derbas bûn. Gelo pêvajoyek çawa bû sedem ku gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ber bi serhildaneke wiha ve biçe?

Ji dema destpêkirina rejîma mola ya Îranê ve heta niha gel û jin her dem di nava berxwedanek de bûn. Em bûn şahid ku serhildaneke bênavber her dem hebûye, dem bi dem bi pêlên cuda bilind dibû lê dûre jin ji ber êrişên cur be cur bêdeng dibûn. Beriya serhildana Jin Jiyan Azadî jî jinan gelek çalakî, şermezarkirinan, bi awayî şexsî û kolektîf li dar dixistin. Çalakiyên weke ‘Çarşema Spî’ yên domdar hebûn. Ji wî aliyê ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berxwedan tu carî ranewestiya, her dem berxwedanek hebû lê aliyekî cuda yê berxwedana ‘Jin Jiyan Azadî’ heye. Dema ku serhildanê dest pê kir, kesên ku karekterê serhildanê nizanibûn, hêrsa çêbûye, têkoşîna jinan ji nêz ve nedişopandin an jî bandora Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ya li ser jinani bi taybetî jinên Rojhilata Navîn nizanibûn her dem digotin; “Dê ev serhildan jî demek bidome û dûre vemire.” Lê du salên ku derbas bûn nîşanî me dan ku wî agirî tu carî venemiriye, gurtir bûye û di gelek waran de bandora xwe nîşan daye.

Divê were gotin ku karekterê wê serhildanê cuda bû. Bêguman beriya serhildanê, pêkanînên rejîma Îranê yên tehrîkwarî û pêkanînên rejîma Îranê yên li dijî jinan bûn sedema vê serhildanê.

Rejîma Îranê xwest zexta xwe ya li ser civaka Îranê bi zexta li ser jinan zêdetir bike. Ji ber vê yekê jî bi qedexeyên li dijî jinan, demek kêm beriya serhildanê bi fetwa û zagonan weşand. Ji ber wê li dijî vê rewşê yek bi yek be jî jin li dijî derketin. Ne tenê Jîna Emînî, beriya wê jî jinên ku hatin qetilkirin hebûn. Jinan bi zorê derxistin televîzyonê û zextê li wan kirin ku bibêjin poşman bûne. Loma em dikarin biêjin ku qetilkirina Jîna Emînî sînorê tehemulê derbas kir. Vê bûyerê ji qetilkirina jinek wêdetir nîşan da ku êdî jin û vê pergalê bi hev re nikarin bijîn. Em dikarin bibêjin ku wê serhildanê û çalakiyên ku dest pê kirin, çanda berxwedanê nîşan dan. Bêguman alî û taybetmendiyên wê yên xweser jî hene û divê wisa were nirxandin.

 Felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ xwedî dîroka 30 salan e

*Serhildan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azdî ya ku li ser gora Jîna Emînê hat avêtin û dûre li hemû Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bû tê binavkirin. Gelo hûn dikarin hinek behsa felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo têkoşîna jinan weke formulek pênase kiriye bikin?

Dirûşm û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ çalakiya wê, di esasê xwe de di Tevgera Azadiya Kurdistanê de ji salên 1980’yan ve heta niha heye û tê ser ziman. Nirxandinên Rêber Apo yên di sala 1988’an de li ser vê mijarê hene. Rêber Apo dibêje ku li axa me û di zimanê me de ‘jin û jiyan’ ji heman peyvê tên lê niha li vê axê jin bi mirinê tê binavkirin. Vê nakokiyê Rêber Apo pir ji kûr ve hîs kir û jiya. Dema ku di Tevgera Azadiya Kurdistanê de pêşketinan çêdikir jî; giraniyê da ser çareserkirina vê nakokiyê. Di civakeke ku jin bi jiyanê tên pênasekirin de, çawa dibe ku jin ewqas bibe mulk û bikeve rewşa metabûyînê. Li dijî vê yekê jî ne tenê bi têgeh, gotin û dirûşman; di heman demê de pêvajoyeke ku vê dirûşm û têgehê bigihîjîne hev jî dest pê kir. Em dikarin bibêjin ku; gotin û felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwedî dîroka ji 30 salî zêdetir e.

Beriya her tiştî di civakên Rojhilata Navîn de pênasekirinan jinan a bi jiyanê re; di rastiyê de nîşan dide ku berê li van axan jiyana bi pêşengiya jinan hebûye. Di zimanên Aryenîk, Semîtîk de û di hemû zimanên li cîhanê de di navbera jin û jiyanê de têkiliyek hebûye, civakên herî kevin jin û jiyanê wekî hev dîtine lewre jiyan, bi jinan watedar dibû, teşe digirt. Rêber Apo têgeha vê, rêxistinbûn û çalakiya vê bi pêş xist. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, bû îfadeya şênber a vê yekê. Dema ku em dibêjin Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê, tenê behsa rêxistinbûneke ku li ser navê Kurdan têdikoşe nake. Di 20 salên dawî de bi Şoreşa Rojava re, nîqaşên bi pêşengiya jinan ên li ser jiyanê zêde bûn. Binpêkirinên mafên jinan, şîdet û têkoşîna li dijî vê yekê xwedî dîrokeke dirêj e. 300- 400 sal in jin bi awayê rêxistinkirî li dijî vê yekê têdikoşin.

Di jiyanê de esasgirtina jinan

Pergaleke jiyanê ya xwe dispêre jinan, gotineke ji bo azadiya civakeke ku bi jinan re were azadkirin, tenê di gotinê de nema, veguherî çalakiyê li ser easê Tevgera Azadiya Kurdistanê. Rêber Apo vê weke formula bi efsûn pênase kir. Wateya formula bi efsûn çi ye? Formula bi efsûn di esasî de pêkanbûna tişta ku nehatiye çareserkirin, ne pêkan e, pêkhatina wê jî munkun xuya nake ye. Ev yek jî bi esasgirtina jinan di jiyanê de, di civakek ku jin bi tevahî ji jiyanê hatiye dûrxistin dibe. Dema ku em dibêjin ji nûve esasgirtina jinan di jiyanê de, ne di wateya klasîk de ye ku bi gotinên em jinan bi nirx dibînin, mafên jinan hene. Li navenda siyasetê hebûnan jinan ango siyaseta demokratîk heta ku azadiya jinan tunebe bi pêş nakeve. Dema ku mirov bibêje aborî karê jinan e divê mirov jinan bigre navenda aboriyê. Polîtîkaya nifûsê yan da têkiliyên jin û mêr, pêşketina malbatê, tê wateya esasgirtina jinan a di jiyanê de. Ev yek dibe felsefeya jiyanê ango perçeyek siyaseta demokratîk jî ne azadiya jinan, siyaseta demokratîk bi xwe bi azadiya jinan ve girêdayî bi pêş dikeve. Ji ber wê yekê ev yek felsefeyek jiyanê ye, perspektîfeke rêxistinkirinê û çarçoveya çalakiyê ye. Di heman demê de dibe rastiyek ku rê li hemû çalakî û xebatan vedike. Tenê di gotinê de namîne.

‘Pergaleke ku jinan di dorpêça qirkirinê de digre heye’

*Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadi’ karekterek çawa bi serhildanan da qezenckirin?

Sedema serhildanan, şênberbûna êrişên rêxistinkirî yên dewletê yên bîrdozî, olperest, zayendperest û netewperest bû. Li dijî vê yekê çalakî tenê ne ji bo rexnekirina dewletek, pergalek û memûrek bû, pêngaveke li dijî tevahiya wê pergalê bû. Ji ber wê yekê van çalakiyan tenê ji bo daxwaza maf an jî hesabpirsîna ji kujeran nebûn. Rêber Apo vê yekê pir baş pênase dike dibêje ‘Li dijî jinan êrişên ku tên kirin, encama çanda tecawizê ne.’ Jixwe şîdet û qetilkirin jî encama vê yekê ye. Ji ber vê yekê em têgeha qirkirina jinan jî bes nabînin. Dema ku qirkirina jinan tê gotin, di wateya şîdeta li dijî jinek, qetilkirinê de ye. Pergaleke ku jinan di dorpêça qirkirinê de digre heye, ger em wê nebînin dê hemû jinan rastî êrişan werin û werin qetilkirin. Ger em hesab nepirsin, pergala ku jinan mulk dibîne nebînin, pergala ku jinan di nava dorpêça qirkirinê de digre, analîz nekin, em ê her dem tenê bi encamên wê re têbikoşin. Armanca serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ pêngavek li dijî hemû pergalên ku jinan di dorpêça qirkirinê de digrin bû. Diviyabû ev pergal bihata tunekirin. Aliyên wê yên ku çavkaniya xwe ji dewletê digrin jî hene. Aliyên ku ji ber kapîtalîzm û malbatê çêdibin jî hene. Kîjan pergal jinan di vê rewşê de bigre divê em li dijî wê têbikoşin. Têkiliya di navbera jin jiyan û azadiyê de divê di vê xalê de were danîn. Li gorî min divê mirov wateya van çalakiyan cuda û wiha binirxîne.

*Di pêvajoya serhildanan de me her dem jinan di refên li pêş de dît û hê jî jin di her warê jiyanê de berxwedana xwe didomînin. Her wiha aliyek ku balê dikişand ser serhildanan ew bû ku hemû gel û baweriyên li Îranê bi hev re derketibûn derve û têdikoşiyan. Divê pêşengî û têkoşîna hevpar a gelan çawa were nirxandin?

Hem di çand û kevneşopiyên li Kurdistanê hem jî Rojhilata Navîn de, dema ku jin êşên mezin dikşînin, porê xwe jêdikin ango ev tê wateya xala dawî. Bi Êzidiyan re jî heman çand heye ango jin dema jin êşên mezin dikşînin, keziyên xwe jêdikin û di berkendalan davêjin an jî bi hêrs li erdê dixin. Ev tê wateya ku êdî naxwzin bi vî rengî bijîn û wiha bidomînin. Ji ber wê dibêjin xala dawî. Jinan vê gotinê li ser navê hemû gelan, hemû gelên bindest û jinan gotin. Aliyê pir girîng ê serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ jî ew bû ku veguherîbû çalakiyeke civakî. Ev tenê çalakiya jinan nebû. Dirûşmên di wan çalakiyan de, stranên hatin nivîsandin û berhemên çandî, wêneyên hatin çêkirin... Jinan rê vekir ku hemû beşên civakê yên naxwazin bi vê pergalê re bijîn beşdar bibin.

Jinan bi têkoşîna xwe, pêşî li hemû hêzên ku di lêgerîna azadî û demokrasiyê de bûn vekirin. Vê yekê jî di civakê de motîvasyoneke mezin çêkir. Ger were bîra we, bavekî bi gotinên ku li dû kurê xwe digot vê rewşê pir baş îfade dikir digot: ‘Bere di civaka me de dema ku yek ji bo cesaretê dibû mînak digotin, mêrekî cesûr e, mêranî ev e lê ez niha dibêjim mînaka cesaretê jin in’

Van çalakiyan di rastiyê de ne tenê di aliyên bindest, gel û baweriyan de, bi mêran re jî lêpirsînek çêkir, nirxdariya jinan zêde kir. Nîşanî hemû cîhanê da ku asta zanîn û azadiyê ya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê çiqas zêde û bi bandor e.

Tesbîta ‘Sedsala 21’ê sedsala jinan e’ bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ şênber bû

Aliyekî van serhildanan jî ew bû ku azadiya jinan; ji mafên takekesî, mafên zayendekî wêdetir, bingeha azadiyên civakî ye. Ji bo hemû beşên di lêgerîna azadiyê de bû rola pêşengiyê. Tesbîta “Sedsala 21’ê sedsala jinan e; şoreşên wê di di karekterê şoreşên jinan de bi pêş bikeve” demek dirêj bû ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ve dihat ser ziman. Bi serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ re ev yek şênber bû. Me di van çalakiyan de dît ku şoreşên vê serdemê xwe dispêrin pêşengiya jinan û bi rengê jinan çêdibin.

*Bandora serhildanê li Rojhilat û Îranê bandorek çawa li jiyan û tekoşînê kir? Serhildanê çi guhertinan bi xwe re anî?

Gelek aliyên vê serhildanê hene niha jî nîqaş li ser vê tên kirin. Ya herî girîng jî ruxmê hemû tifaqên paşverû, êrîş û darvekirinên bênavber tên meşandin çalakî nesekînin. Car caran tempoya wê ket lê bû karekterek û lêgerînek ku her dem berdevam bike. Ruxmê biryarên darvekirinê û tevî ku du sal di  ser de derbas bûye, ev serhildan hê jî berdevam dike. Di vê wateyê de rûyê qirêj ê pergala navneteweyî jî derxist holê. Ji sala 2003’an ve rejîma Îranê û sîstema wê binpêkirinên mafan, qetlîaman pêk tîne û her kes vê dizane lê li derveyî hêzên li dijî pergalê kes piştgirî neda. Ji ber vê yekê tekiliya rejîmê û hêzên navneteweyî jî derxist holê. Di civakê de jî baweriya hêza cewherî derket holê ku ev tiştek pir girîng e ji ber di Rojhilata Navîn de di çarçeveyek oryantalîst de mêzekirinek heye. Nîzîkatiyek wisa derdikeve ku tu dibêjî qey ji derve hêzek nîn be û piştgiriyek nede têkoşîn bêwate ye. Lê taybetmendiyek wan çalakiyan ev bû ku ji hêza xwe ya cewherî bawer kirin û tu bendewariya ji der ve çênebû. Nêzîkatiya li ser bingeha hêza xwe li pêş bû. Gav paşve nehat evêtin û bi sedan, hezaran mirov hatin girtin. Kesên ku stran dinivîsandin, dîmen didan cezayê îdamê li wan hat birîn. Cara yekem ewqas jin bi biryara îdamê hatin cezakirin. Ruxmê vê jî gav paşve nehat avêtin ev jî nîşaneya îradeya serhildana li Rojhilat û Îranê nîşan dide, ev jî di aliyê guhertina civakê de nîşaneyek girîng e. 

Lêgerîn heye, îrade heye. Ya ku divê bê kirin ew e ku bi têkoşîna birêxistinkirî ya tevgerên li dijî pergalê yên li cîhanê ev lêgerîn û îrade berfirehtir bibe û gavên veguherîna vê sîstemê bên avêtin.

* Bersiva dewleta Îranê li hemberî serhildanê ji bo tepisandina civakê girtin, îdam û îşkence bû. Herî dawî jî cezayê darvekirinê li rojnamevan Pexşan Ezîzî û parêzvana mafên mirovan Şerîfe Muhammedî hat birîn. Armanca van polîtîkayên hikûmetê bi taybetî li dijî jinan çi ye?

Ev polîtîkayek kurewî ya li dijî jinan nîşan dide, pirtûkek CIA’yê hebû ku di nav de digot berê li jinan bixin. Dihat gotin ku ger hûn bixwazbin di civakê de îradeya tekoşînê bişkînin destpêkê jinan bikujin û wan hedef bigrin. Ev polîtîkaya kurewî ji aliyê dewleta Tirk û aliyê hêzên navneteweyî ve jî tê bikaranîn. Dewleta Îranê jî vê polîtîkayê dimeşîne. Ji ber ku ev têkoşîn tekoşînek bi rengê jinan bû. Armanca vê têkoşînê azadiya jinan bû. Ji ber vê xwestin îradeya jinan bişkînin û pêşî lê bigrin. Tekoşîna hevalan bandorek li dijî vê polîtîkayê da avakirin.

Têkoşîna bi hêztir ku destûrê nede darvekirinan pêwist e

Çawa ku di 12’ê Îlonê de li zindanên dewleta Tirk hat xwestin îradeya azad ya gelê Kurd were şikandin, têkoşîna jî di civakê de zêdetir îradeya azad xurtir kir, helwesta wan hevalên di girtîgehê de û helwesta girtiyên jin vê îradeyê nîşan dide. Her kes xwedî li serhildana “Jin, Jiyan Azadî” derket. Bi taybetî di nameya hevala Pexşan û Werîşe de ev pir diyar bû. Ev heval di Şoreşa Rojava de jî têkoşiyan, ji bo civaka xwe jî tekoşiyan, felsefeya “Jin, Jiyan Azadî”  hem di kesayeta xwe de, hem jî di têkoşîna xwe de vê tiştê derxist holê. Têkoşîna wan ruxmê hemû zextên dewleta Îranê ji bo me hemûyan dibe hevî. Ji bo me hemûyan di asta kurewî de dibe zemînê hevgirtinê lê divê xurtir bibe. Têkoşînekê hê bihêztir ku destûrê nede darvekirinan pêwist e.

Ev têkoşîna bi wate ya ku tê meşandin, nîşan dide ku li gel hemû îşkence û êrîşan îradeya jinan nayê tunekirin û pêşengiya berxwedana zindanan a bi navenda jinan dike. Berpirsiyariya me jî heye ku em berpirsyariyên xwe yên li hemberî vê têkoşînê bi cih bînin û vê têkoşînê veguherînin çarçoveyeke ku bi hevgirtina gerdûnî pêşî li darvekirinê bigre.

*Felsefeya ’Jin Jiyan Azadî’di pêvajoya serhildanê de ji aliyê hemû jinên cîhanê ve hat pejirandin. Di çalakiya herî mezin a van salên dawî ya li Hindistanê de pankarta 'Jin Jiyan Azadî' ku bi Kurdî hatibû nivîsandin hat vekirin. Hûn bandora felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' û girîngiya wê ya ji bo têkoşîna jinan çawa dibînin?

Pankarta ku li Hindistanê hat vekirin bandorê li her kesê kir. Em pir ne di ferqê de ne ku têkoşîna me bandorek çawa dide avakirin. Ev jî nîşaneyek e ku xala nakokî lê derdikeve. Yanî sedsala 21’emîn zemîneke ku gelek nakokî li hev dikevin lê nakokiya ku her diçe kûrtir dibe û divê were çareserkirin li ser azadiya jinan e. Ji ber vê yekê nakokiya ku di sedsala 21’emîn de kûr dibe ne tenê bi tesbîtan divê rêxistina wê ya cîhanî li dora konfederalîzma jinan bê birêxistinkirin. Niha mijarên ku ji bo avakirina xweparastinê, başkirina têgihîştina siyasetê û heya diyarkirina polîtîkayên tifaqê ne divê em bi awayekî zelaltir nîqaş bikin hene.

Ger di sedsala 21’emîn de pirsgirêka jinan li ser esasê azadî û felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' bê çareserkirin divê bi kûrtir dîtina vê pêwîstiyê gav bên avêtin. Dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' di asta kurewî de bû dirûşmek û hem jî di şoreşa jinan de mîsyona pêşengiya Tevgera Azadiya Jinan zelal kir. Ne tenê li Hindistanê hat asta ku mohra xwe li jinên lîberal, stranên li qada sînemayê, heya ji wêje û hunerê xist. Lê divê em vê têrker nebînin. Li kêleka vê jî xeterî heye ku perqal vê weke reklam bi kar bîne û berovajî bike. Dema ku felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' ya divê em niha nîqaş bikin, rengê xwe dide têkoşîna azadiya jinan a li hemû cîhanê, em çawa dikarin wê ji bo pêkanîna şoreşa jinan şênber bikin? Divê em vê nîqaş bikin. Li Hindîstanê jî ne tenê ji bo kêfxweşiyê, ji Hindistanê heta Asyaya Dûr, ji Afrîkayê heta Amerîkaya Latîn, ji Kurdistanê heta Xezayê, heta Rojhilata Navîn xwepêşandan hatin kirin, ev xwepêşandan pêwîstî û lezgîniya azadiya jinan nîşan didin. Ev divê me motîve bike ku em bibînin. Nexwe em tenê bi vê razî bibin û kêfxweş bibin, nabe. Ji bo zelalkirina vê yekê divê bi leztir, zûtir gavan biavêjin û têkiliyên mayîndetir saz bikin

Cudabûnên me hene lê hevbeşiyên me zêdetir in

*Di dawiyê de dema ku em li têkoşîna jinên cîhanê dinêrin, em dibînin ku li dora felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' yekitiyek hatiye afirandin. Ev yekitî dê çawa veguhere rêxistineke xurt?

Ger em bala xwe bidin van 10-15 salên dawî, hema bibêje hemû tevgerên jinan ên cîhanê bûne xwediyên karaktereke cîhanî. Ji Şîliyê heta Amerîkaya Latîn, ji Rojava heta Afrîka û Hindistanê li her cihê ku çalakiyên jinan hebin, asta xwedîderketina li cîhanê derketiye holê. Ji tevgera ‘Me too’ heta serhildana 'Jin Jiyan Azadî' gelek mînakên vê derketin holê. Niha daxwaza hevgirtinê heye. Di hinek çalakî û li dora hinek dirûşman lihevhatina hevpar heye. Ev ne bes in ji ber ku pergala gerdûnî ya em pê re rû bi rû ne li gorî wê tedbîran digre. Ji ber vê yekê fikra Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ya Konfederalîzma Jinên Demokratîk a Cîhanê, tam ev yekitî ye, li hev kom dibin û dixwazin van xalên hevpar bixin nava pergala konfederalîzmê. Di wê xalê de nêrînên cuda hene, dibe ku nêzîkatiyên îdeolojîk û perspektîfên rêxistinî yên cuda jî hebin. Cudahiyên me hene lê hevpariyên me ji cudahiyên me zêdetir in.

Forma rêxistinê ya konfederal; Konfederalîzma jinan armanc dike ku bi hev re di şeklê dezgehek hevpar bi hevsengiya herêmî bi gerdûnî re û ya gerdûnî bi ya herêmî re were danîn. Ger em bikaribin vê pêk bînin, em dikarin li dijî vê sîstemê berxwedaneke sazîbûyî bi pêş bixin. Di wê xalê de hinek konferans tên lidarxistin, belgename tên amadekirin û bangawazî tên kirin. Di tevgera femînîst de hewldanên amadekirina manîfestoya femînîst hene.

Ji bo konfederalîzma jinan divê nîqaşên xurtir bên kirin

Jin ne tenê xwedî nasnameyeke zayendî ne, em weke netew û gel jinan dinirxînin. Wê demê pêwîst e ev gel û netew bi xwe çarenûsa xwe diyar bike, rêxistinbûna xwe bi dest bixe û gav bi gav vê rêxistinê saz bike. Wekî din, serdestiya mêr tevî hemû cudahiyan li hemû cîhanê bi heman awayî dixebite. Daneyên dawî yên di sala 2022’an de nîşan didin ku 89 hezar jin hatine qetilkirin ji aliyê hevjîn, malbat û kesên nêzî xwe ve. Ev dane nakevin nava qetilkirinên siyasî. Lê ev bîlançoya şer e, yanî 89 hezar bîlançoya şer e. Ji ber vê yekê, em tenê bi çalakbûn, dilxwazî ​​û hashtagê li ser înternetê nikarin li dijî vê pergalê şer bikin. Di vê wateyê de ji bo konfederalîzma jinan divê nîqaşên xurtir bên kirin û gavên lezgîntir bên avêtin. Bingeheke pir xurt a vê yekê heye, îrade heye û pêdiviya wê bi gavên şênber heye. Ev ji bo me hemûyan mijareke jiyanî ye. Di vî warî de ez wisa difikirim ku ger em bikaribin bi konfederalîzma jinan re hevgirtina gerdûnî tacîdar bikin, em ê bikaribin hêza veguherîna vê pergala serdest nîşan bidin.