Şopên 134 rojan: Li muzexaneya Kobanê bîranînên zindî
Di dilê Kobanê yê kevin de devereke bi şopên qehremanî, hêvî û tîrêjên rojê berz dibe. Li muzexaneya berxwedanê kulîlk, dar, kevir, tax û kolan dipeyîvin û pênaseya destaneke nemir dikin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Di bin hişê mirovan de her tim destanên qehremanî û lehengiyê cihekî taybet digirin. Lê ji bo berxwedana Kobanê ya 134 rojan, cihê ku her tim bîranîn û şopên berxwedaniyê biparêze û zindî bihêle li ber çavan e.
Di 15’ê Îlona 2014’an de rêxistina terorê DAIŞ’a ku ji bo hemû mirovahiyê bibû metirsiyeke mezin, ji sê eniyan ve êrîşî bajarê Kobanê kir. Çeteyan hemû rêbaz seferber kirin da ku bikaribin Kobanê ji gelê wê bistînin û tevlî nava deverên ku kiribûn bin tarîtiya xwe bikin. Lê çi bû?
Roja serkeftinê
Şervanên YPJ/YPG’ê, her wiha jin û ciwanên Kobanê, li aliyekî din Kurdên ji parçeyên din yên Kurdistanê xwedî li Kobanê derketin. Dikaribûn bi hêza ji agir û baweriya ji rojê, di 134 rojên bi lehengiyê dagirtî de êrîşê bişkênin û Kobaniya berxwedêr biparêzin. Roja serkeftinê ku di 26’ê Çileya 2015’an de serkeftina berxwedana efsûnî hat ragihandin, hêza gulîmorên serdemê û egîdên Kurd derxist holê. Berxwedana Kobanê û şerê ku ru da ewqas dijwar bû ku di encamê de bajar bi temamî hat rûxandin. Gelê ji axa xwe hez kir û pê bawer bû, dikaribû ji nû ve ava bike û jiyaneke bi serferaziyê dagirtî bide destpêkirin.
Ji bo ku mîrate, destkeftî, berxwedanî û destana ku hatiye jiyîn her zindî bimîne, devera ku herî zêde hat rûxandin veguherandin muzexaneyê. Di vê muzexaneya ku li ber sînorên Bakurê Kurdistanê ye û li kolana Cemarik a Kobanê ye de, mirov şopên vê qehremaniyê bi çavan dibîne, ji dil hîs dike û di rih de tevdigere.
Nivîsên li ser dîwaran
Gava mirov berê xwe dide muzexaneyê û di nava malên wêrankirî de, avahiyên hilweşyayî û amûrên xweparastinê de digere, hestekî cuda xwe li rih û giyanê mirov dipêçe. Heta mirov pirseke wiha dike; gelo yên ku di vir de şer kirin û biser ketin, xwedî vîn û baweriyeke çawa bûn? Di vir ez dikarim teqez bikim ku bersiv di hurgulî û şopên wê de zelal e. Nivîsên li ser dîwaran ku piraniya kesên nivîsandin şehîd ketin, kevirên ku bi îsrar ji ber lêdan û şer hevdû parastin, kulîlên di nava xirbeyan de şîn bûne, kokên daran ku pel û çiqlên xwe ji dest dan û tevî vê jî ji nû ve şîn hatin, gîha û çûkên ku hevdû girtin e ji nakokî û pirsên xwe didin der re, dibin bersiveke efsûnî.
Payîza dijwar veguherî bihara mayînde
Payîza 2014’an ku bi dijwarî berê xwe da Kobanê, veguherî bihareke mayînde ku li ser sînga Kobanê tovê hêvî û bendewariyên bi hezaran qehreman ji nû ve şîn bûn. Li muzexaneya berxwedanê, li binxetê tabloyeke bi şopên agirê û rojê xemilandî diaxive.