Şilêr Ehmed li Urmiyê hat girtin

Şilêr Ehmed pîştî temambûna lêpirsînê, birin Beşa Jinan a Girtîgeha Urmiyê.

Navenda Nuçeyan - Şilêr Ehmed Ferzende ya ji Qizilqopî ya Mihabatê ji aliyê rejîma Îranê ve li bajarê Urmiye hatî girtin, piştî temam bûna lêpirsînê birin Beşê Jinan a Girtîgeha Urmiyê.

Şilêr Ehmedî 16’ê Adarê bi biryara dadgehê ji aliyê hêzên Îtalaya komara Îslamî ya Îranê ve bi tometa alîkarî daye aliyê Kurdan hate girtin û destur nehat dayîn parêzer û malbat pêre hevdîtinê bikin.