Şîdeta li ser bingeha zayendî li Lubnanê tê nîqaşkirin

Julia Bo Kroum bal kişand ser qanûnên şîdeta nava malê û qanûna ku tacîzê sûcdar dike û destnîşan kir ku pejirandina zagonan ew e ku jiyana me ya rojane wekî hemwelatiyên jin û mêr birêxistin bike. Hiqûq ne malek e û pêşxistina zagonan li gorî pêşketina civakan û pêdiviya wan e.

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Komeleya Lubnanê ji bo Hilbijartinên Demokrat, bi hevkariya sefareta Kanadayê li Lubnanê civîneke gotûbêjê li ser tundûtûjiya li ser bingeha zayendî li dar xist. 
Di destpêkê de pispora karûbarên zayendî û entegrasyona civakî Julia Bo Kroum tundî pênase kir û got: "Tundûtûjî kiryarek e ji bo jiholêrakirina aliyê din e, ev yek jî em di şer û cengan de dibînin. Ger em vê têgehê di asta zayendî de bavêjin, wê demê em behsa şîdeta li ser bingeha zayendî dikin ku di bingehê xwe de jiholêrakirina her nasnameyek zayendî ya din a ku ne xwedan tu îmtiyazan in. 
Julia Bo Kroum wiha got: "Ji vir ve em dikarin li ser civaka xwe bi giştî riya nîqaşê vekin, ji ber ku civaka me ya Lubnanê li ser komên şerker û armancên cuda hatiye avakirin û armanca wê ji holêrakirina ya din e. Ji ber vê yekê jin û komên din ên kêmendam hêmana herî lawaz e di vî warî de ne û her roj bi rêbazên aborî, civakî, çandî û qanûnî rastî tundiyê tên." Julia Bo Kroum wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ji ber vê yekê rêxistinên mafên mirovan dema ku daxwaza beşdarbûna jinan di biryardayînê de dikin, ji wê yekê derdikevin ku ger kategoriya ji biryargirtinê hatiye rakirin tunebe, em nikarin tu qanûnê derxin. Hebûna jinan ji bo sererastkirina vê riyê û sererastkirina van zagonan û rawestandina tundiya ku bêguman bandorê li komên biçûk dike, pêwîst e."
“Tundûtûjî hebûna me û ya welatiyan tehdîd dike"
Julia Bo Kroum di vê mijarê de diyar dike ku jin di refên herî pêş ên mezinkirina vê şîdetê de bûn û ji bo vê mijarê derxin pêş û bixin bin mîkroskopê têkoşînek dîrokî ya jinan heye û wiha domand: "Heya ku pêkhateya civaka Lubnanê li ser bingeha tundûtûjiyê û hilweşandina ya din be, em ê bibin şahidên zêdebûna tundûtûjiyê li dijî komên paşverû û dê ji wan re dijwartir bibe. Ew dibîne ku tundûtûjiya tê kirin projeyek e ji heman pratîkên desthilatdariyê re li ser welatiyan ku bi gelek kanalan tê meşandin, di nav de qanûn û pratîkên sazûmanan ji bo gendeliyê ku hêmana sereke ye di nehêlana guhertinê de."
Ew dibîne ku pejirandina herduyan dereng hat ku piştî têkoşîna salan hatin pejirandin. Rêxistin û saziyên jinan demeke dirêj daxwaza danîn û pêşxistina van qanûnan dikin. Baş e ku wan îtîraf kir ku hin xeletî hene ku ne li gorî erkên dewleta Lubnanê li hemberî peymanên navneteweyî yên ku îmze kirine, bi taybetî CEDAW."
"Pirsgirêk ne bi qanûnê re ye, bi awayê pêkanîna wê re ye"
Di berdewamiya axaftina xwe de got: "Pirsgirêk ne zagon e, kêşe bi çawaniya bicihanîna wê ye û mekanîzmayên ku rê didin wê baş were sepandin û bersivê bide pêdiviyên cîhanê, bi taybetî jinan."
Julia Bo Kroum bal kişand ser bûyera tacîzkar Merwan Hebîb ku ji aliyê 20 jinan ve bi tacîzê hatibû tawanbarkirin lê ji ber têkiliyên wî yên bi hêzên siyasî re û ne serxwebûna dadweriyê serbest hatibû berdan. Hebûna zagonê têrê nake, ji ber ku ne ji bo xemilandinê ye lê belê ji bo wê yekê ye ku zagon bandor, cîbicîkirin, çavdêrîkirin û nirxandina proseya cîbicîkirina wê bike.
Ew amaje bi wê yekê dike ku ew piştgiriya fikra qanûna kotaya jinan dike lê di çarçoveya hin kontrol û mekanîzmayan de û dibîne ku kota pêwîstiyek e ji bo teşwîqkirina jinên ku ne xwediyên îmtiyazên aborî, malbatî û kesayetî ne ji bo hilbijartinên parlamentoyê û beşdariya di jiyana siyasî de. 
Julia Bo Kroum piştrast kir ku divê di heman demê de li ser her tiştî bixebitin, ji ber ku beşek ne mifteya çareseriyê ye û wiha domand: "Divê em ji her deverê û bi lezek zûtir dest pê bikin. Em ê negihîjin edaleta civakî heta ku em îqna nebin û parve nekin ku ev xizmet ji bo her kesî ye û ne ji bo kes, kategorî û komekê ye."
"Şerê navxweyî û şîdeta li ser bingeha zayendî "
Li aliyê din pisporê zayend û pêşketinê Hind Hemdan di navbera tundiya li ser bingeha zayendî û şerê navxweyî yê ku 15 salan dirêj kir girêda.
Hind Hemdan ji tiştên ku Julia der barê hilweşandina desthilatdariyê de ji bo şîdeta li ser welatiyan û ramana rakirina ya din dest pê kir û got: "Şerê navxweyî pir bi xwîn bû, li ser siyaseta tirsandin û hilweşînê û li ser bingeha mezheban bû her wiha li ser berjewendî û şerê desthilatdariyê bû. Dema şer bi dawî bû, serkirdeyên şerê navxweyî li Lubnanê desthilatdarî bi dest xistin û yekem tiştê ku kirin ew bû ku zagona lêborîna giştî derxistin û ev qanûn rê neda ku kes hesab bide. Ji ber wê jî adetên nehesapgirtinê di welat de belav bûye, ji ber ku berpirsên teqîna bendera Beyrûdê berpirsyar nehatine girtin û zilamê ku tundûtûjiyê li ser hevjîna xwe dike nayê cezakirin. Piştî şerê navxweyî, me welat li ser bingehên tundûtûjiyê ava kir û tu kes ji sûcên xwe nepirsî, ku ev yek dike ku hêzdar bi hêztir bibin."
Wê bal kişand ku beşdariya jinan di beşa aborî de li Lubnanê pir kêm e, di navbera ji sedî 26 û 29 'an de ye û bi krîza aborî, girtina gelek pargîdaniyan û dûrxistina bi kêfî, hejmareke mezin ji jin li derveyî qada xebatê man. Her wiha beşek ji wan jî ji ber kêmbûna nirxê mûçe dest ji kar berdan û jinên ku kar nakin jî hene. Ji ber vê yekê serxwebûna aborî ya jinan kêm bûye, ev yek jî di serxwebûnê de di biryargirtinê de xuya dike ku dihêle mêr bi hêz bibe ji ber ku ew serpereştê malê ye. Wê amaje kir ku ji sedî 8 di bin xizaniyê de dijîn lê rêjeya jinan zêdetir e.
"Desthilatdariya baviksalar bû sedem tundî berdewam bike"
Wê da zanîn: "Hin zagon hene ku nayên sepandin an jî di çarçoveya yekirina ramanên reaksîyonî yên der barê zayendê de hatine pejirandin. Desthilatdariya me ya olî, mezhebî û baviksalarî heye ku van zagonan dipejirîne û hawirdorek ji bo zindîbûna şêwazên tundiyê afirandiye."
Hind Hemdan behsa Qanûna Rewşa Kesane ku jinan di pola duyemîn de binav dike kir. Her wiha wê got ku tirsa berdewam a jinan her tim bi tundiyê ve girêdayî ye. Tirsa çewisandinê, çi fizîkî, çi psîkolojîk, çi wekî din be, navê wê şîdet e.
"Xerabî koka tundiyê ye"
Hind Hemdan dibîne ku xerabî tundûtûjiya bi hemû şêweyên wê ye, û bêguman dema ku em behsa rewşa jinan a îro li Lubnanê dikin, ne tenê ji aliyê beşdariya wan di siyasetê de lê bi giştî divê em bibînin ku hevqutbûnek di navbera rewşa nebaş a aborî û rewşa xerab a civakî û nebûna zagonên ku bên cîbicîkirin û nebûna kampanyayên hişyariyê de heye."
Wê bal kişand ku medya ji haydariya giştî ya tundûtûjiya li ser bingeha zayendî yan mijarên destdirêjiyê namîne û bûyera Merwan Hebîb anî ziman ku medyaya Lubnanê rê li ber wê yekê da ku xwe beraet bike.
Der barê çareseriyan de, Hind Hemdan dibêje: "Dîrokê nîşanî me daye ku em nikarin li ser yek xetê bixebitin û em hêvîdar in ku em bigihîjin dadmendiya civakî li Lubnanê, dadmendiyek ku hemû welatiyan û niştecihan diparêze û bi wan re wekhev tevdigere. Ji bo ku em bigihîjin dadmendiya civakî gelek rê hene lê hemû di heman cihî de ne, dabeşkirina rojeva mafên mirovan, darazek serbixwe, qanûnên ku qanûn derdixin û cîbicî dikin, perwerde û hişyarkirina bi riya medyayê. Aliyê din jî teşwîqkirina hebûna jinan di aboriyê de, gihandina xizmetên tenduristiyê û hevgirtin ji bo gihîştina edaleta civakî."