Şîdeta fizîkî ya li ser jinan di rêza yekem de ye

Di lêkolîneke zanistî ya ku ji aliyê Çavdêriya Neteweyî ya Tûnisê ve ji têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatiye amadekirin de hat diyarkirin ku şîdeta herî zêde ya ku ji aliyê hevjînê wan ve li ser jinan tê kirin şîdeta fizîkî û derûnî ye.

Tûnis – Di lêkolîneke zanistî ya ku ji aliyê Çavdêriya Neteweyî ya Tûnisê ve ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan di bin sernavê "Taybetmendiyên şîdeta zewacê de" hatiye amadekirin, de şîdeta herî zêde li ser jinan ku ji aliyê hevjînê wan ve tê kirin şîdeta fizîkî ye û piştre jî şîdeta derûnî ye. Di lêkolînê de hat ragihandin ku 53 biryarên edlî weke mînaka biryarên di warê şîdeta zewacê de hatine derxistin her wiha bi 20 jinên temenê wan di navbera 25-64 salî de ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî şîdetê hatine re, ji bo naskirina şêwazên şîdeta zewacê, sedem û encamên wê, hevdîtin hatin kirin.

Şîdeta di nava zewacê de zêde bûye

Di lêkolînê de zehmetiyên ku di pêkanîna qanûna bingehîn a hejmar 58 a sala 2017'an de ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan asteng dike ku daxwaza piştgirîkirina mekanîzma û riyên zêdetir ji bo şopandin û pêkanîna li ser astên ewlekarî û dadwerî dike, derxist holê.

Wezareta Malbat, Jin, Zarok û Kesên Temanê wan Mezin teqez kir ku ev lêkolîn di çarçoveya cîbicîkirina stratejiya niştimanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hatiye kirin, ji ber ku hilbijartina mijara tundiya zewacê ne kêfî bû, li ser bingeha daneyên xeta kesk a raporkirina bûyerên şîdeta li ser jinan di sala 1899'an de ku diyar kir diyardeya şîdeta zewacê zêde bûye, hatiye kirin.