Li Şengalê Yekemîn Kongreya Jinên Ciwan ên Êzidî destpê kir

Bi dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Bêrîvanan de rêxistinbûnê ava bike û xiyanetê têk bibe, azadiya Şengalê mîsoger bike’ kongreya yekem a Jinên Ciwan ên Êzidî destpê kir.

Şengal - Di encama fermana 2014’an de li ser civaka Êzidî de, gelek kes hatin kuştin û revandin. Bi destê çeteyên DAIŞ’ê jinên Êzidî hatin revandin, kuştin, işkence, tecawiz kirin û di bazaran de hatin firotin. Her wiha di roja îro de yên ku herî zêde bi hêrs, ceserat û wêrekî li hember hemû êrîşên dagirkerî, zilm û zordestî tekoîşîn dike, Jinên Ciwan ên Êzidxanê ne.

Jinên Êzidî êş û hêrsa ku di fermana de jiyan kirine veguhartin hêz, bawerî û rêxistibûnê. Lewma îro jinên ciwan ên Şengalê weke bersiv dayîna ji 74’fermanan re, bi nêzbûna salvegera fermana 3’Tabaxa 2014’an de kongreya xwe ya yekemîn lidar dixin.

Kongera yekem ya jinên ciwan li bajarê Şengalê li hola meclîsa gel tê li darxistin. Di kongreyê de 150 delegeyên jinên ciwan amade bûn. Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê Her wiha ji Mexmurê nûnerên jinên ciwan di kongreyê de amade bûn. Ji Ermenistan, Rusya, Almanya, Rojava û Bakurê Kurdistanê pêyamên ku hatine şandin bên temaşekirin.

Kongra bi deqeyekî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê destpê kir.

“Ev kongre bersivdana hemû fermanan e”

Li ser navê Jinên Ciwan ya Şengalê Sara Botan axaftina vekirinê kir. Sara Botan di destpêka axaftina xwe de bixêrhatina her kesî kir û got: “Bi saya keda Rêber Apo em îro li vir amade bûne, ne ji fikra Rêber Apo ba me nedikarî xwe gihandiba vê astê. Ev kongre weke bersiv dayîna ji hemû fermane ye. Ji ber ku yê herî zêde êş û zehmetî dîtiye jinên ciwan bûn. Lewra em vê sozê didin hemû jinan ku emê berxwedaniya xwe heya xwe gihandina azadiyê  berdewam bikin û xwe rêxisitin bikin.  Ev kongreya me jî li ser esasî rêxistinbûna jinê ye ji bo pêşerojekî azad. Em ê bi hevre bikaribin li hemberî kuştina jin, revandin û îşkenceya jinê rawestin. Em vê kongreyê jî pêşkêşê jinên esîr yên ku di destê DAİŞ’ê de ne dikin.”

“Rêxistinbûna jinê niha ji her demê zêdetir pêwist e”

Paşê li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Suham Şengalî axivî. Suham Şengalî bal kişand li ser êrişên li ser Şengalê û wiha got: “Yekemîn kongreya jinên ciwan yên Êzidxanê pîroz dikin. Ji her demê zêdetir rêxistibûna jin niha pêwîst e. Ji ber ku li ser axa me dagirkerî heye. Şerekî taybet heye ku tê meşandin. Zihneyeta zilamsalar kuştina jin, îşkenceya jin û binpêkirina mafê jin rawa dike. Hêvî dikin ku jinên Êzidî li vir bi rêxistinbûna xwe bibin bersiva herî xurt ji hemû êrîşan re. Em bi navê TAJÊ vê kongreyê li Rêber Apo pîroz dikin û hêvî dikin ku  ev kongre bikaribe bibe gavekî ya misogeriya xweseriya Şengalê re.”

“Em îro di şerê hebûn û tunebûnê ne”

Li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî jî axivî. Viyan Hebabî dstpêkê de kongre li jinên ciwan û jinên ku hîn di destê DAIŞ’ê de ne pîroz kir û qala girîngiya rêxistibûna jinên ciwan kir û wiha bilêv kir: “Bi keda şehîda û Rêbertî em îro li vir kom bûne. Di şexsê heval zîlan de em vê kongeriyê  li hemû şehîdan pîroz dikin. Her kes dizane ku îro girîngiya rêxistinbûna jin çiqas e. Di dîroka me de jinên Êzidî weke şehîd Cîlan, Bêrîvan û bi dehan jinên din yên ku bune pêşengên me hene. Ev kongrayê yekemîn bersiv ji dijminên ku dixwazin civaka me tune bikin. Her kes bi hemû rêbazan dixwazin di şexsê jinên ciwan tune bikin, lê bi pêşengtiya rêxistibûna jinên ciwan em ê bibin mertalekî li hember van pilanên qirêj. Em îro di şerê hebûn û tunebûnê ne.”

“Ev kongre li hemberî kesên ji bo berjewendiya xwe tevdigerin, bersiva herî mezin e”

Viyan Hebabî di axafitina xwede bal kişand li ser amanca kesên weke Viyan Dexîl ku li ser berjewandiyên şexsî navê jinên Êzidî bikar tînin kir û wiha got: “Îro kesên weke Viyan Dexîl li ser navê jinên Êzidî radibe û  li gor berjewendiya partiyên siyasî weke PDK’ê xizmetê dike û êrîşên deweleta tirk a li ser Şengalê rawa dike. Ev kongra mafê me. Em ew jin in ku me li ser vê axê me xwîn rijandiye. Lewma kes îro nikare ji me re bêje mafê we ya xwe rêxistinkirinê nîne. Ev kongre li hemberî kesên ku li ser navê Êzidyatî li gor berjewandiya xwe siyastê dikin, bersiva herî mezin e. Bi coşa ku îro hemû hevalan li vir amade bûne wê serkefina vê kongreyê misoger bike.”

Piştî avaftinên pîrozkirinê dîwan hate diyarkirin û kongreyê bi xwendina berspektîfên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan a li ser Şengalê destpêkir.