Şeyda Merûf: Pênûs ji bo jinan qibleya azadiyê ye
Endama Desteya Rêveber a Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd a Başûr Şeyda Merûf got ku nivîsandina jinan ji bo çanda Kurdî girîng e, tevî guhertinên civakî û bandora neyînî ya torên dîjîtal pênûs bûye dengê jinan.
DÊRÎN REHÎM
Silêmanî – Ji bo dewlemendkirina çanda Kurdî beşdariya jinan di qada nivîs û wêjeyê de gaveke girîng e. Ji ber ku pênûsa jinan derfeteke nû ye ji bo tecrubeyan, parastina dîrokê û avakirina paşeroja nifşên nû. Li başûrê Kurdistanê, jinan di salên borî de dikaribûn bi pênûsên xwe cihê xwe di qadên wêje, rojnamegerî, lêkolîn û rexneya civakî de ava bikin. Her çendî jinên nivîskar di destpêkê de bi gelek astengî û sînorên civakî re rûbirû mabin jî bi hêza vîn û şiyana xwe dikaribûn dengê jinan bigihîjînin civakê.
Der barê girîngiya nivîsandinê de, nivîskar û endama Desteya Rêveber a Platforma Neteweyî ya Jinên Kurd a Başûr Şeyda Merûf ji ajansa me re axivî.
‘Jin bi nivîsandin û xwendinê dikarin bigihîjin azadiyê û mafên xwe’
Nivîskar Şeyda Merûf di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku nivîsandin, derbûna hestên di hundirê mirov de ye, bi giştî mirov, bi taybetî jî jin dikarin cîhana xwe ya hundurîn nû ve ava bikin. Şeyda Merûf wiha anî ziman: “Her wiha nivîsandina gotar, helbest û çîrokan, derkirina xemên mirovahiyê ye. Beşdariya jinan di qada nivîsandinê de gaveke bingehîn e ji bo dewlemendkirina çanda Kurdî. Ji ber ku pênûs ji bo jinan derfeteke nû ye ji bo veguhestina ezmûnan, parastina dîrokê û afirandina pêşerojeke baştir. Nivîsandin qibleya pîroz e, jin dikarin berê xwe bidinê û dibe bergeha azadiyê ji bo wan. Dema ku xemgîn an jî hestiyar dibim, xwe neçar dibînim û bi rêya nivîsandinê hewl didin bînim ziman. Ez her dem spasiya pênûsa xwe û hemû jinên ku dinivîsînin dikim.”
‘Bi riya helbestan ez hestên xwe yên jinbûnê tînim ziman’
Şeyda Merûf di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek jinên nivîskar ên jêhatî hene, li ser astengî û pirsgirêkên jinan pirtûk nivîsandine û wiha pê de çû: “Her wiha ew jin ji bo parastina mafên jinan di qada ragihandinê de jî xebitîne. Weke nivîskar û rojnamevanek, pirsgirêkên ku bi wan re rûbirû dimînim, weke (kuştin, tundî û xweşewitandin), dikirin çîrok û di rojname û kovarên cuda de belav dikirin. Em dikaribûn aliyê din ê jinan bigihîjînin civakê û nîşan bidin ku jin bi gelek astengiyan re rûbirû ne lê dikarin bi pênûsên xwe wan bînin ziman. Carna xemek di dil de heye ku te neçar dike di du rêzan de kom bikî; ji bo min weke nivîskar, ez dikarim bi riya helbestê hestên xwe yên jinbûnê û hestên jinên din ên ku weke min hîs dikin, bînim ziman.”
‘Ji ber torên dîjîtal pirtûk û rojname di refan de mane’
Şeyda Merûf da zanîn ku bandora rastîn ne bi neyinî li ser cewherê nivîsandinê dibe, pirsgirêk di vir de ye ku ‘axaftin ji xwendinê zêdetir bûye’ û got: “Civakeke me ya kêmxwenda heye. Ji ber vê yekê pirtûk û rojname di refikan de dimînin û pir hindik mirov wan dixwînin. Ji ber belavbûna torên dîjîtal, mirov bêhtir bi rengekî hêsan tiştan ji ser ekranan digrin. Dema ez dinivîsînim û babetek li ser pirsgirêka herêma xwe belav dikim, ji xwe dipirsim gelo çend kes dixwînin? Civaka me roj bi roj di warê xwendinê de ber bi paş ve diçe. Sedema wê jî vedigere vê herikîna ji nişka ve û berfireh a medyaya dîjîtal. Ew azadiya bêsînor a ku tê de heye, hemû li pêşiya xwendinê bûne asteng.”
Şeyda Merûf wiha domand: “Weke nivîskarek, ez ji Wezareta Çandê daxwaz dikim ku sînor ji bo hin babetan deyne û vê azadiya bêsînor a di nav torên dîjîtal de bi rêkûpêk bike, daxwaz dikim ku mirov vegerin ser xwendina pirtûk, rojname û kovaran.”
Rewşa jinan di navbera astengî û sînoran de ye
Şeyda Merûf di dirêjahiya axaftina xwe de got: “Dengê jinan di hemû qadan de heye lê astengiya ku jin pê re rûbirû mane heman e. Tu weke jinek dema tiştên di hundirê xwe de li ser rûpelek dinivîsînî, civak bi rengekî din şîrove dike. Nabêje ev jin ji dilê xwe diaxive, hewl dide pirsgirêkek bîne ziman û li çareseriyê bigere. Jin li hemû cîhanê bi pirsgirêk û astengiyên cihêreng re rûbirû dimînin lê cure û asta van pirsgirêkan li gorî cihan diguhere. Di dema niha de guhertineke erênî ya baş di vê qadê de çêbûye û jin heta astek dikaribûn hebûna xwe di qadên cuda yên jiyan û kar de îsbat bikin.”
Şeyda Merûf wiha domand: “Tevî vê yekê jî, jin nikarin bi azadiyeke tam babetên xwe bînin ziman. Ez weke jinek ger pirsgirêka min a kesane hebe, ez nikarim di nivîsê de yan di helbestek de diyar bikim û ev bi xwe astengiyek e ku jin pê re rûbirû dimînin. Astengî hene ji ber ku xwendin û nivîsandin kesayetiya mirov diguherîne, ji ber wê jî ew qada azadiyê ya ku di nivîsandinê de heye teng e, ev jî îsbat dike ku bandora nivîsandinê ya rast li ser guhertina civakê heye.”
‘Beriya çend salan rewş ji niha baştir bû’
Şeyda Merûf gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di sala 1990’î de rewş ji niha baştir bû, mirov dikaribû bîr û bawerî, azadiya xwe bîne ziman û bibêje ‘ez weke jinek wiha me’ lê niha nikare bi rengekî tam biaxive. Dema jinek tê kuştin, civak dibêje ‘ji ber filan an filan tiştî hat kuştin’ û napirse pirsgirêka wê ya rastîn çi bû, ji bo çi hat kuştin. Di rabirdûyê de me dinivîsand, em neditirsiyan lê niha em ditirsin, ji ber ku torên dîjîtal bûne qada bertekên êrîşkar û pir xirab li dijî me jinan.”