Şêwirmenda Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams îstîfa kir
Şêwirmenda Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams ji wezîfeya xwe ya ku wê ji Kanûna 2021'an ve girtiye îstifa kir.
Navenda Nûçeyan - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Şêwirmenda Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams dê di dawiya vê mehê de dest ji wezîfeya xwe ya ku wê ji Kanûna 2021'ê ve girtiye berde.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq diyar kir ku Stephanie Williams kar bi awayekî pir baş dimeşand û wiha axivî: "Me hêvî kiribû ku heyama karê wê ji dawiya Tîrmehê zêdetir dirêj bikin lê derket holê ku erkên wê yên din hene. Kedeke mezin da ji bo ku Lîbyayê xwedî saziyên yekgirtî be."