Şêwira jinên Kurd li Silêmanî dest pê kir

Şêwira jinên Kurd bi tevlîbûna jinên Kurd ên ji çar aliyê Kurdistanê bi dirûşma “Qirkirina jinan bi dawî bikin” destpê kir.

Silêmanî - Bi pêşengtiya Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û Yêkitiya Jinan a Kurdistanê şêwira jinên Kurd bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin” li Hola Tawar a Silêmanî bi beşdarbûna jinên Kurd ên ji çar aliyê Kurdistanê destpê kir. Li salonê wêneyê jinên ji aliyê hevjînê xwe ve hatine qetilkirin hatine danîn.

Şêwir bi axiftina Sekreterya Yekîtiya Jinên Kurdistanê Kafiye Silêman û Hevseroka Kongreya Netewî ya Kurdistanê Zeyneb Murad destpê bike. Di şêwirê de dê rewşa jinên Kurd ên li çar aliyê Kurdistanê were dest girtin.

Piştî gotarên destpêkê wê kûrtefîlmek li ser jiyan û têkoşîna jinan bê temaşekirin. Paşê jî di bin pênc sernavan de dê bi dû panelan bidome.

Panela yekemîn wê bi moderatoriya Mijde Abbas Hîdayet were rêvebirin û wê ji Rojhilatê Kurdistanê Endama Komale Sirwa Nasirî li ser mijara ji aliyê yasayan ve tûndûtujiya li ser jinan û girtina jinan, ji Başûrê Kurdistanê Endama Yêkitiya Jinên Kurdistanê Şewbo Mistefa Eskerî li ser mijara di nasnameya jinê de rola yasa û çandê, ji Bakurê Kurdistanê Berdevka Meclîsa Jin a HDP Ayşe Acar Başaran li ser mijara di bin zexta siyasî de rewşa jinan rawestin û nirxandin bikin.

Panela dûyemîn a şêwirê wê bi moderatoriya Sazyan Şehîd Talib were rêvebirin û wê di panela dûyemîn de Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrî ya Başûrê Kurdistanê Evîn Siwîd mijara di bin dagirkeriyê de rewşa jinan, ji Şengalê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sabîha Sebrî Îbrahîm jî mijara di roja me ya îro de rewşa jinên Ezidî binirxînin.

Piştî nirxandinan li ser mijarên hatine destgirtin û bi giştî li ser rewşa jinan a li çar aliyê Kurdistanê wê guftugo bêkirin.