Şêwira jinên Kurd bi xwendina encamnameyê bi dawî bû
Şêwira jinên Kurd a bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin” li peyî nîqaşên di çarçoveya du panelan de hatin lidarxistin bi xwendina encamnameyê dawî bû.
Silêmanî – Şêwira jinên Kurd bi beşdarbûna jinên ji Rojava, Rojhilat, Bakûr û Başûrê Kurdistanê li Hola Tawar a Silêmanî bi dirûşmeya “Qirkirina jinan bi dawî bikin” hat lidarxistin. Şêwira ku bi nîqaşên dewlemend ên dibiniya du panelan de hatin kirin bi xwendina encamnameyê dawî bû.
Encamnameya şêwira jinên Kurd wiha ye:
“-Pêwîste jinên Kurd û Kurdistan bi yekîtî û hevrebûna xwe sînorên ku dibin asteng debas bikin.
-Pêwîste jinên Başûr û Rojava Bakur û Rojhilatê Kurdistanê xwe li ber hev berpirsyar bibînîn bi rêya siyasî û civakî nîqaşên xwe bidomînin.
-Xwedîderketina li jinên ku ji ber tundî û şidetê metirsî li ser jiyana wan heye, erkekî exlaq û wijdanî ye. Pêwîste helwestek hevpar hebe.
-Divê jin deng û helwestên xwe li hember partî û aliyên siyasî bilind bike ku îrade serxwebûna jinan pêş bikeve û jin rola wan di hemû aliyên civakî û siyasî de hebe.
-Parastina jinên Êzidî li Şengal erkê serekî yê jinan e. Ji berk u heta niha birînên jinên Êzidî dawî nebûye.
-Şêwira jinan bang li hemû aliyên Kurd-Kurdistanî dike weke erkeke netewî kar ji bo azadiya jinên êzîdî bike, ku heta niha winda ne.
-Ji bo parastina xak û welat, pêwîstî bi yekdengî heye. Berî her kesê pêwîste jin xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.
-Bang li hemû saziyên jinan ên cîhanê dikin ku li hember êrîşên dewletên dagirker ên li Kurdistanê xwedî helwest bin, piştîgirî bidin xebat û têkoşîna jinên Kurd.
-Bang li hemû jinên çar parçeyên azadiya Kurdistanê dikin ku ji bo çareseriya mekanîzmeyeke hevpar kar bikin.
-Erkê jinane ku Konferansa Netewî ya Jinên Kurdistanê pêk bîne.
-Divê jin li ber medyaya herêmî û dijminên Kurdan ên neşîrînkirina çanda Kurd xwedî helwest bin.”