Şewba Ebolayê ya li Kongoyê ji kapasîteya mudaxeleyê derbas bûye
Li Kongoyê şewba Ebolayê roj bi roj belav dibe û WHO'yê hişyarî da ku rewş ji kapasîteya mudaxeleyê derbas bûye, her wiha banga xebatên lezgîn û berfireh kir.
Navenda Nûçeyan – Li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê, şewba Ebolayê ya herî kujer a salên dawî diqewime. Ji bilî zêdebûna berdewam a bûyer û mirinan, netêrkêriya binesaziya tenduristiyê û kapasîteya mudaxeleyê balkêş e.
Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), duh diyar kir ku belavbûna bilez a Ebolayê ji kapasîteya mudaxelekirinê ya heyî derbas bûye û destnîşan kir tevî ku sê meh destpêkirina belavbûna şewbê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê derbas bûye jî, hinek herêmên ku herî zêde bandorbûye hejmara bûyerên nû du qat zêde bûye.
Rêveberê Giştî yê WHO’yê, tekez kir ku divê bi hewldanên hemû hevkaran re xebatên mudaxelekirinê li hemû deveran bi awayekî lezgîn û berfireh bê zêdekirin. Li gorî daneyên fermî yên ku di heman rojê de hatin weşandin, li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara bûyerên Ebolayê yên hatine piştrastkirin bû hezar û 973 û hejmara miriyan bû hezar û 801. Rêveberê Giştî, diyar kir li parêzgeha Iturî ya li bakur û rojhilatê welat nêzî ji sedî 90’î bûyerên Ebolayê hatine dîtin.
Welat, di navbera salên 2018 û 2020’an de şewba herî kujer a Ebolayê jiya û nêzî 3 hezar û 500 bûyeran 2 hezar û 300 bi mirinê re encam bû. 5 parêzgehên li rojhilata Komara Demokratîk a Kongoyê ku ji şewbê bandor bûn, bi saziyên dewletê yên qels û kêmasiya giran a binesaziya tenduristiyê ya têrker re têdikoşin.
Vîrusa Ebolayê, bi rêya têkiliya ne û şilavên laş ên enfekte tê veguhastin. Nexweşiya ku dibe sedema tayê xwînrijandinê, di 50 salên dawî de li seranserê Efrîkayê bû sedema mirina zêdetirê 25 hezar kesan.