Şeva borî sê çalakvanên Îranî hatin berdan

Li Îranê çalakvan Hamîda Zareî, Haştî Amirî, Asal Mihemedî duh êvarê ji girtîgehên ku lê dihatin girtin, hatin berdan.

Navenda Nûçeyan – Xwendekara sala dawî ya Zanîngeha Zanistên Lêkolînê Hamîde Zareî , xwendekarê lîsansa hiqûqî Hastî Amirî û çalakvanê kedkariyê Asal Mohammadî ku li Îranê bi hincetên cuda hatibûn girtin, ji girtîgehê hatin berdan.

Hamîda Zareî ya 37 salî piştî 97 rojan ji Girtîgeha Navendî ya Karazê hat berdan. Ji ber nediyariyên di dosyayê de, Hamîda Zareî di mehên borî de bi 14 jinan re dest bi greva birçîbûnê kiribû û pêkanînên girtîgehê protesto kiribûn.

Aktîvîst Hastî Amirî ya xwendekara lîsansa hiqûqê ya Zanîngeha Allame Tabatabai jî hat berdan. Çalakvan ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi îdiaya “Propagandaya li dijî sîstemê kiriye” hatibû girtin. Li Haştî Amirî salek cezayê girtîgehê, salek qedexekirina bikaranîna hesabên medyaya dîjîtal û 2 sal jî ne endamtiya komên siyasî hatibû birîn.

Ji ber 1’ê Gulanê hatibû girtin

Çalakvana kedkaran Asal Mohammadî jî duh bi şev ji Girtîgeha Êvînê hat berdan. Li dijî wî bi tawana “propagandaya li dijî rejîmê û civakê” ji aliyê şaxê 26’an a dadgeha Şoreş a Tehranê ve doz hat vekirin û salek û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Her wiha Asal Mohammadî ku 2 sal endamtiya komên siyasî û civakî lê hatibû qedexekirin, di doza ku bi îdiaya "Beşdarbûna di peymanên veşartî yên li dijî ewlehiya welat de" hatibû vekirin bi hinceta ku beşdarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bûye 1 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Hat ragihandin ku Asal Mohammadî heya cezaya wê teqez bû bi kefaletê demkî hatiye berdan û dosyeyên dosyeyê ji Dadgeha Îstînafê re hatine şandin.