Şervanên enternasyonal qala Rojava kirin: Me cewhera xwe nas kir

8 jinên enternasyonalîst ên ku bi têkoşîn û îsrara xwe bûn parçeyek ji Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û di qadên wê yên cuda de cih girtine, çîrok û tecrubeya xwe ya dewlemend anîn ziman.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an ku bi pêşengiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêş ket, ji bo hemû gelên cîhanê bû hêviyek. Bi dehan ciwan ji welatên cuda yên cîhanê herikîn axa Rojava ya ku têkoşîna herî mezin a antî-kapîtalîst a sedsalê lê tê meşandin. Şervanên enternasyonal diyar kirin ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û hemû gelên cîhanê eleqedar dike, diyar kirin ku bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi cewherê xwe re hevdîtin kirine û vîna xwe li Rojava pêş xistine.

8 şervanên jin ên enternasyonalîst ku ji leşkerî heta civakî, ji perwerdeyê heta tenduristiyê di hemû qadên avakirina şoreşê de cih digirin, bersiv dan pirsên me yên der barê şoreşa jinê û çima dixwazin bibin parçeyek ji şoreşê.

Destpêkê em dikarin sedema hatina we ya Rojava bizanibin?

Lîza ya ku ji Brîtanyayê berê xwe daye Rojavayê Kurdistanê: Ez ji bo gelek sedeman hatime Rojava, yek ji ber ku lêgerîna min li ser şêwazê jiyana min hebe di welatê min de ku karê siyasî û milîtanî çawa ye, bi wateya ku çawa ez bibim milîtaneke rast. Min bihîst ku li vir tiştek heye ku hemû sedemên siyastbûyîna min kom dike. Mijarên wekî azadiya jinê, ekolojî, demokrasî, bênavendî, wekhevî ê hevsengiya di navbera mirovên cuda de li vir heye. Bi her nefseke ku ez li vir dikşînim, dikevim vê ferqê ku çiqas ev mijar girîng in ji bo dinyayê. Gel û civak li Rojava vekirîne, ji hev bawer in, ji ber ku bingeha civakbûnê bihêz e. Li welatê min ev hat şikandin, winda kirin û ev pir berbiçav û zelal e ji bo min. Tişta din jî li Rojava şer heye, em bi êrîşên Tirkiyeyê re rûbirû ne. Pêvajoya şer li ser tevahî Sûriyeyê, hişt ku ked û avakirina demokrasiya rast di nav zehmetiyan de be.

Anna ji Îtalyayê, berî çend mehan hatiye Rojava û di nava xebatên ekolojiyê de kar dike: Min bi riya ragihandinê re, di dema şerê li hemberî DAIŞ’ê, Şoreşa Rojava nas kir. Paşê şansê min hebû ku min hin hevalên Îtalî ku berê hatine Rojava, nas dikir. Min xwe li ser bîrdozî û felsefeya tevgera azadiyê kûr kir, ji ber min xwe nav de dît. Min hîs kir ku tişteke pir girîng di vê herêmê de heye. Ez bi rêveberiya Xweser re di beşa ekolojiyê de kar dikim. Ji bo pêşxistina çend projeyan, em dixebitin. Bi taybetî çandina daran, mijara çop û pirsgirêkên avê. Ev tê wateya lêkolîn, nîqaş û serdana cihên ku li ser van mijaran disekinin, da ku em hîn bibin ku kîjan çareserî guncav û herî baş in ji bo mirov û xwezayê. Paşê, perwerde û tevlibûna mirovan di nava vî karî de, bi taybetî ku her komînek li ser vê kar dike, pir girîng e. Bêguman ev proje ne tenê çandina daran û komkirina çopê ye, lê belê mirov têkiliya xwe bi xwezayê re ji nû ve, ava dike.

Coni ji Berselonayê û di nava xebatên sînemayê de beşa deng de cih digre: Ez yekser nehatim Rojava, ez çûm Şengalê, ji bo ku em xebata filmekî bidin meşandin, pêdiviya wan bi kesek ku bikaribe li ser deng bisekine, hebû. Ji min re rewşa Kurdistan û Rojava ne xerîb bû. Paşê Tirkiyeyê dest bi êrîşan kir, wisa min biryar girt ku ez bimînim ji bo ez beşdarî parastina şoreşê bibim. Tiştên ku zêde bala min kişand li Rojava, ne cudahî lê belê tiştên ku di aliyê çandê de dişibin hev bû. Li Başûrê Ewropayê terzê jiyanê nêzî Rojava ye. Mîna rûniştina li ber derî, ji derve hez dikin û serdana hevalên xwe dikin.

Julie ji Swîsrayê ye, ji nû ve hatiye Rojava ji bo ku di nava xebatên Şîfa Jin-Jinwar de cih bigre û ji vê tecrubeyê sûdê bigre: Ez hatim Rojava ji ber ku ji zaroktiya xwe ve min her dem ji xwe re digot ku gere em têkoşîna welatên din nas bikin û jê fêr bibin, ji ber ku Swîsre welatekî pir hişk û bi îstîkrar e. Dîrokeke hevpar a Kurdan li Swîsreyê heye ku êş, têkoşîn û zimanê xwe bi me re parve dikin. Sedema din a hatina min; fêrbûna ziman e, ji bo ku ez bikaribim bi wan re danûstandinê bikim, bi zimanê wan. Li Rojava, ez  di nav karê tendirustiyê ya Şîfa Jin a Jinwarê de cih digrim. Ev kar pir balkêş e ji ber ku du aliyên wê hene. Ji ber ku di Şîfa Jin de tendirustiya klasîk û ya xwezayê hev temam dikin. Niha em gelek kêfxweş in ji ber ku baran bariya, gîha şînbûne, aniha dema komkirina wan e. Piştî komkirinê em ê wan zuha bikin û paşê em dermanan ji wan çêbikin. Li Şîfa Jin em zanistê bi hev re parve dikin, bêyî ku em têkiliyên ser esasê mitîngeriyê ava bikin, ji bo ku em bi rastî ji hev fêr bibin. Di heman demê de em hewl didin terzên cuda fêr bibin.

Chrîstîna ji welatê Îtalyayê ye, ji sala 2021’ê ve hatiye Rojava û niha jî şervaneke YPJ’ê ye: Sedema yekemîn a hatina min mereq bû. Ji ber ku di jiyana xwe de min her dem got ku çiqas xweş e heger şoreşek hebûya, herî dawî cihekî hebû ku tê de şoreş pêk hat. Min xwest ez bi çavên xwe bibînim ku çawa ev şoreş tê jiyîn. Sedema mayîna min li vir ev e ku Şoreşa Rojava ne tenê ya Rojava ye lê belê ya me hemûyan e. Di vê kêliyê de em li hemberî faşîzmê di vê erdnîgariyê de têdikoşin, ev faşîzma ku li Ewropa û welatên cîhanê xwe dide pêş. Ji ber vê yekê, em dikarin bibêjin ku ez yekser hatim vê derê, ji ber mereqê, ji ber min xwest ez fêr bibim, bibînim li Rojava çi heye û çawa dibe. Loma min biryar girt ku ez beşdarî YPJ’ê bibim.

Ez şervaneke YPJ’ê me. Mirov difikirin ku YPJ tenê hêza çekdarî ye, newisa ye, herî zêde hêza bîrdozî ye. Pêwîst e em baş bifikirin wateya xweparastinê ji bo her jinê li hemberî sîstema kapîtalîst, baviksalarî û dewletê çi ye. Ev ne tenê çekrakirin e, xwenaskirin û xwebawerkirin tê de heye. Avakirina azadiya jinê, ber bi azadiya civakê ve dimeşe. Dema ku em behsa hêza leşkerî dikin, em ne wek leşkerên dewletê ku biçin welatekî din dagir bikin, pênase dikin. Berovajî vê yekê, hêzeke ji bo rêxistinkirina bingeheke ku jin li her derê ji bo mafên xwe bikaribin têbikoşin. Di welatê min de dewlet heye, dewlet diyar dike ku çi rast e û çi jî şaş e, dewlet zagonan çêdike. Li Rojava gel, xwe birêve dibe, li gorî exlaq û çanda xwe biryar didin çi rast e û çi jî şaş e. Li Rojava gel bi xwe biryar da ku xwe biparêze li hemberî dijminekî faşîst, DAIŞ û dewleta Tirk. Di welatê min de, li cem mirovên sosyalîst û çepgiran bêhêvîtî heye. Li vir tevî zehmetiyan, bi rastî guhertin heye, jiyana mirovan diguhere. Ji lewre di nava gel de hêvî û bawerî heye ku tiştên em niha ava dikin; girîng in û li ser cîhanê bi giştî bi bandor dike.

Pilar ji Katalunyayê ye, li Rojavayê Kurdistanê di nava xebatên Jineolojî de ye dibêje: Ez di nav lêgerînekê de bûm, ji bo vê ez hatim Rojava. Dema ku tu dibînî, piranî tişt pêk nayên û li derdora te pir bêedaletî çêdibe, êş zêdetir dibe û naskirina tevgera jinan di dema xwe de hat. Hevalên Katalonî yên ku berê li Rojava bûn û perwerde dîtine, tiştên ku girtine bi me re parve kirin. Ez fêr bûm ku xweşikî û hêviya ku qet di nava me de tune ye, bibînim. Pir zehmet bû, ji ber ku ev hest hatibûn tunekirin. Min hîs kir, min got ku divê ez herim, bibînim, bijîm û fêr bibim. Wisa ez hatim Rojava.

Rohin Rojnamevan û lêkolîner e ji Yekitiya Amerîkayê ye, salek û nîv berê hatiye Rojavayê Kurdistanê û di Mala Jin de kar dike: Kêliya ku min biryar girt ez werim heta vir. Min hevpeyvînek xwend li ser rûpela înternetê ya Jineolojiyê. Hevpeyvîn bi hevaleke jin ji Tevgera Azadiyê ku bi giranî rûyê wê birîndar bûye re bû li ser bedewiyê. Ji ber vê yekê, rûyê wê pir giran hatibû guhertin li gorî demên berê. Dema ku jê pirs kir got  “tu çawa xwe hîs dikî niha?”, wê jî got “ez xwe bihêz dibînim.” Ji ber ku niha her kes dikare bibîne hundurê wê çawa ye, ku ew mirovek şerker e û tu carî bejna xwe natewîne. Şer ji bo heqîqet, ji bo xwe û ji bo tevahî cîhanê. Ev cudahiya di navbera civaka min û civaka di vir (Rojava) de ye, bi taybetî aliyê jin ku çawa hebûna xwe û cîhanê dijîm. Min ev xwend û yekser min got temam, ev bû, ez diçim. Ez li Mala Jin kar dikim, li vir hînî pergala wan dibim. Ez cihê xwe di civîn û hevpeyvînên ku jin ji kesên serdana Mala Jin dikin re, digrim. Ez bi wan re nîqaş dikim, bi wan re diçim dadgehê, fêrî sîstema edaletê dibim.

Jackie ji DYE ye, ji sala 2019’an ve di nava beşa Tendirustiya Şer a YPJ’ê de cih digre: Dema ku ez hatim Rojava, daxwaza min parastina şoreşê bû. Ji ber ku nirx û armancên vê şoreşê; çêkirina hêviyeke gerdûnî ye. Min xwest ez kar bikim, çi pêwîst be ez amade me ji bo ku şoreş serkeftî be. Lê ev niha hatiye guhertin, min fêm kir ku bandora şoreşê ew e ku tu şoreşê di nav xwe de ava bikî, ji ber ku tu neçar î hundirê xwe mêze bikî, da ku tu bibî mirovek avaker ji vê şoreşê re. Ne tenê tu bibî karkerek ku di nav şoreşê de kar bike lê tu bi xwe bibî şoreşek.

Di vê şoreşê de, şerê ku em tê de ne, ji şerê dewletan cuda ye. Ev şer, şerekî ji bo parastina hebûnê ye. Parastina hebûna gel, parastina hebûna şoreşekê. Loma şerê me, şerekî ji bo jiyanê ye. Her wiha afirandina jiyanê di nav şerekî de, lazim e em canê şervanan xilas bikin. Divê em fêr bibin bê çawa em  jiyana hevalên xwe ji mirinê xilas bikin. Ji bo ku şervan bibin pispor di aliyê tendirustiya şer de, em hewl didin wan fêr bikin ku çawa amûr û terzên rast bikar bînin ji bo jiyana xwe û hevalên xwe ji mirinê xilas bikin. Ji lewra em perwerde didin. Em ji her kesî re derfeta têkoşînê ji bo jiyanê bi şêwazên cuda didin.

Di navbera welatê te û Rojava de çi cudahî heye?

Anna: Teqez pir cudahî di navbera welatê min û Rojava de heye. Astengî û pirsgirêkên çavkanî li Îtalyayê kêm in. Ji ber ku dewlet li ser maseya hêzên herî mezin cih digre û ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin. Li Rojava ne wisa ye. Şer, dagirkerî, gef û ambargo jiyana mirovan zehmet dike. Di heman demê de, li vir (Rojava) hêza bihev re jiyanê di navbera nijad, ol û çandên cuda de heye. Ev yek ji Îtalya pir cuda ye, tu nikarî bînî beramberî hev. Fikra berxwedanê li Rojava zindî ye, ne tenê di bîra mirovan de ye û ne tenê weke bîranîneke 40-50 salên berê ye, lê belê di jiyana rojane de tê jiyîn.

Juliye: Li vir, tişta pir cuda ji Swîsreyê, ev e ku mirin bi wate û nirxekî cuda tê fêmkirin. Li vir dema ku tu dimire laşê te diçe lê belê di dilê te de agirek heye. Her kesê ku nas dikim li vir, agirek di dilê wan de heye. Li Swîsreyê mirov dijîn lê hundirê wan mirî ye, agirê wan vemirî ye.

Christina: Tiştên cuda hene ku di nav kesayeta min de hat guhertin, hemû girêdayî lêvegera cewherê min e. Yek ji wan; xweparastin e. Em di civakekê de ne ku dixwaze jinan fêr bike tenê baş be, nerim be, ti kesî aciz neke, cefayê nekişîne, her dem bikene û her tiştî qebûl bike. li ser vê bingehê, tişta ku ez hîn bûme ew e ku xweparastin ne tenê hilgiritna çek e, ku di destê te de çek hebe, ya girîng çekê me yê derûnî ye. Her wiha terzekî me hebe ji bo ku em bikaribin xwe biparêzin. Lewma xwe birêxistinkirin û jiyankirina hevbeş wekî jin girîng e.

Pilar: Cudahiya herî mezin  di navbera welatê min û Rojava de ev e ku li Rojava şoreş destpê kir. Ez naxwazim bêjim ku bidawî bû Li Rojava, terzê rêvebirina şoreşê cuda ye. Em li welatê xwe li hember serokatiyekê şer dikin, têkoşîn heye lê belê cih ji bo afirandin û pêşxistinê tune ye. Her wiha cihê baweriya ku di pêşerojê de guhertin çêbibe, tune ye. Li Rojava em vê baweriyê di nava gel de dibînin. Ez vê yekê dibînim li derdora xwe û jê bandor dibim. Çanda parvekirin, civakbûyîn û malbatî li cem me jî peyda dibe, lê ne ewqas ji ber ku hatiye helandin. Di nav rêhevalên xwe de, bi fikra hevaltî, rêhevaltî û alîkariya hevdu, berî ku tu ji cihekî diçe, tu pirs dike “ma tiştek pêwîst e”?. Ev nîşan dide ku civaka Rojava heta astekê nehatiye parçekirin. Di heman demê de li ser pera û pêwîstiyên xwe yên kesayetî nafikirin, berevajî wê, bi tevahî civakê difikirin.

Wateya şoreşa jinê çi ye li gorî we?

Lîza: Bingeha berxwedana jinê û têkoşîn li hember zayendperestiyê, xurt e. Ev têkoşîn jî wek motorekî ye ji bo vê şoreşê.

Anna: Di dema niha û pêşerojê de, li ku derê em dikarin nasnameya xwe nû bikin û şêweyekî nû bidin dinyayê.

Conî: Şoreşa jinê ji bo min tê wateya guhertineke bêveger, xaleke ku êdî em nema dikarin jê vegerin.

Juliye: Şoreşa jinê meşeke li ser riya azadiyê ye. Wate, dibe ku em bisekinin ji bo ku em lêhûrbûyîn bikin lê belê em berdewam dikin.

Christina: Şoreşa jinê ji bo min wateya avakirina civakeke cuda ya herî baş e ji bo ku em bikaribin vegerin şêwazên cewherî yên azadiyê.

Pilar: Jin Jiyan Azadî! Ev şoreş girêdayî jiyanê, nirxên ku jin diparêzin. Ez dixwazim li hember bêedaletîyê û pergala kapîtalîst a ku dixwaze me tune bike, têbikoşim. Ez dixwazim vî rihê têkoşîn û rêhevaltiyê kûr bikim ji bo ev şoreş bibe şoreşeke navneteweyî.

Rohin: Ez hîs dikim ku wateya şoreşa jin li vî cihî û di vê pêvajoya ku em tê de dijîn de, weke na pir teqez, bihêz û mezin e. Li hember tiştên ku ji sed hezarên salan ve tên jiyîn êdî bes e, em dibêjin na.

Jackie: Ji bo min wateya şoreşa jinê bingeha guhertina erênî ye ji bo azadiyê. Eger nebe, azadî jî ne gengaz e.

Di Şoreşa Rojava de tişta ku herî zêde bandor li te kir çi ye û di kesayeta te de çi guhertin pêk anî?

Liza: Bandora herî mezin li ser min ji mirovên ku min ew nas kirin li Rojava, mirovên ku tecrubeya wan ji dehê salan ve heye di nav kar, xebatên siyasî û têkoşîna jinan de ne, ku tecrubeya xwe bikar tînin ji bo perwerde dayînê, heta ji min re jî. Di her kêliyên jiyana xwe de mînak didin ji bo avakirina têkiliyên nû di navbera mirov û komên cuda û avakirina civakeke cuda de. Kesên ku min ew naskirin, bi taybet jin, bandora herî mezin li ser kesayeta min kirine. Wate, ji bo min tişta ku herî zêde ez biguherim, ew e ku ez çawa danûstandin bikim bi mirov û kesîmên civakê re.

Anna: Di vê şoreşê de, tiştên ku herî zêde ji bo min girîng e ku nirx û pîvan diyar in, ne razdar in. Ne weke Ewropa gotinên wekî edalet, azadî û serxwebûnê. Wate, li Rojava, gotin û çalakî di jiyana rojane de hevgirtî ne, ne veşartî ne û di bin saziyên curbcur ango bi newlibaralizmê ku nirxên van pîvanan diveşêrin. Ev şoreş hêzeke mezin dide min, ji ber ku ez dibînim, ne tenê çiqas em têkoşînê li hember tiştan dikin, lê em ji bo çi têdikoşin. Ev hêz û hêvî dide min. Ez xwe berpirsyar dibînim, ji ber ku ewqas hevalan jiyana xwe dane ji bo vê şoreşê, em erkê û berpirsiyartiyên xwe girantir dibînin.

Coni: Pêkanîna çareseriyê, carna gelek dem dixwaze. Di heman demê de, di aliyê kesayetî de, ez hîn di nav hînbûna vî şêwazê karkirinê de me. Ez zêdetir lêhûrbûn dikim, ez hestên xwe baştir rêxistin dikim. Ez nikarim bêjim ku ez bi temamî hatime guhertin, ev terzên kar ku di nav pergala kapîtalîst de fêr bûme, rastî jî zehmet e ku zû werin guhertin.

Pilar: Bi hêviyê re meyzekirina bedewiyê. Ez dibînim ku ji vî bingehî de guhertin çêdibe. Mînak bi hevalên jin re yên ku ez zû bi zû wan qebûl nakim, paşê min fêmkir ku ew neynika min in. Dema ku tu jineke din qebûl nekê, wê demê tu xwe jî qebûl nake. Divê mirov parve bike ji bo ku vê rewşê ji nav xwe rake. Ev jî hêz dide, ji bo em ne tenê mirovekî biguherin, lê tevahî civakê.

Rohin: Min ezezêtiya xwe kêm kiriye. Ez bawer im ku kes tune ye ku dixwaze ezeztiyê bike. Pêwîst e civakek hebe ku cihekî ava bike ku her kes tê de aştî, heqîqet û evînê di jiyana xwe de hîs bike. Cihekî ku her mirovek karîbê gav bavêjê ji bo ku bibe endameke civakê û xwe ji bo van hestan, têr bike.

Jackie: Guhertina herî mezin di kesayeta min de ew bû ku ez ji bo sedemên cuda niha têdikoşim. Sedema têkoşîn û jiyankirina min, tiştên ku niha di hundirê xwe de biguherim; bingehên evîn û azadiyê ye. Ew têkoşîn û şer rast e. Şerê herî mezin ne li hember dijminekî ye lê afirandina edaletê bi avakirina şoreşê li derdora xwe re ye.

Felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan ji bo te tê çi wateyê û tu wî çawa pênase dikî?

Lîza: Dema ku min pirtûk û nivîsên Rêber Abdullah Ocalan xwend, ez matmayî mam ku çawa her tiştekî ji bo min girîng bi hevdu ve girêdide. Fikrên cuda ji mirovên cuda, her tişt sentez kiriye. Tiştên ku em dixwazin derbas bikin, li hemberî wê têbikoşin, pergaleke ku xwe baş bi rêxistin kiriye ku şebeke û mirovên wê yên cuda hene. Bersiva vê pergalê rêxistinkirina bi sazî ê mirovên curbecur e. Di pirtûkan de, Rêber Apo lêhûrbûyînê li ser aborî, endustriyalîzm, ekolojî ê bajariyê nû kiriye ji bo ku bên rêxistinkirin û sererastkirin.

Anna: Ji ramana Rêber Apo, bandora herî mezin li ser kesayeta min 'hêvî' ye. Hêviya avakirinên nû, derfet, alternatîf ku çiqas te pergaleke nebaş û desthilatdar dîtiye. Ne tenê ev e, xweşikiyeke pir mezin di nav têkoşînê de heye. Eger em xwe neguherin, em nikarin li benda guhertina pergalê bimînin. Lazim e em bi kûrahî bifikitin û kesayeteke xwe ya cuda ava bikin, kesayeteke azad bi hev re ava bikin. Em dikarin bi şêwazekî kolektîf biguherin.

Juliye: Ez felsefeya Rêber Apo wek neynika hişmendiyê ji xwe re dibînim. Ji ber ku dema ez pirtûkên wî dixwînim, hîs dikim ku bi şêwazekî kapîtalîst mîna zilamekî her gotinekê parçe dikim, her parçeyekê dahurandin û rexne dikim. Ez giraniya gotinên rêbertî di nav mirovan de fêr dibim. Di nav pratîk, çîrok, çavên mirovan û di nav têkoşînê de ez wateya vê felsefeyê dibînim û hîn dibim.

Christina: Dema em fêm bikin ku projeya serokatî ji bo her mirovî ye, projeyek dikare her civak û her jinekê veguherîna cewherê azadiyê. Di hundirê min de dîsa hêvî çêbûye. Ev hêvî û baweriyê di min de hêzek çêkir. Vê hêzê jî hişt ku ez xwe di nav zehmetiyên rojane de, winda nekim. Dikarim zehmetiyan derbas bikim, ji ber ku ez vê projeyê mezin dibînim.

Pilar: Felsefeya Rêber Apo ji bo min îlhameke mezin e, tevî ku ew hat girtin û azadiya wî ya fêzîkî hat dizîn, azadiya wî ya fikrî heye. Rêber Apo azadiya fikrî parastiye û çawa kiriye, ez ji vê bandor dibim.”

Jackie: Raman û felsefeya Rêber Apo hêvî da min, ku em dikarin cîhaneke pir cuda ji xwe re ava bikin. Ne tenê hêvî jî, hêz û terz ji bo têgihiştina vê yekê. Ev ji bo min pir girîng e ji ber ku rêbertî ne tenê birdoziyek da me, terzên jiyanî jî da me. Ev terzên ku dane me, rêyên rast ji bo azadiyê ne.

Armanc, hêvî û daxwazên te ji bo pêşerojê çi ne?

Liza: Ez dixwazim xwe di jiyaneke siyasî û milîtanî de kûr bikim û bandora wê li ser jiyan, kar û têkiliyên min di pêşerojê de hebin. Her mirovek ji xwe pirs dike “ez çawa bijîm”, ez vê yekê weke lêgerînekê dibînim û her dewam dike.”

Anna: Ji bo pêşeroja xwe, ez dixwazim her fêr bibim ji vê şoreşê, şoreşên din, ji mirov û dîrokên wan ên berxwedanê. Her wiha ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ez hêvî dikim ku piştgirî çêbibe, ji ber ku maf e ku mirovahî bi giştî bi tecrubeya li Rojava heye re mezin bibe û pêşve biçe.

Conî: Hêviya min; avakirina cîhanekê bê dewlet ku şêwazê wê ya jiyankirinê ne li ser bingehê madiyetê be. Her wiha avakirina civakek ku bingeha xwe ji jiyaneke kolektîf digire. Ez dizanim ku zehmet e, lê belê ez dixwazim vê ava bikim.

Juliye: Di aliyê tendirsutiyê de xeyaleke min heye, ku her mirovek karîbe xwe bigihîne ax û tendirustiya xwe, ji ber ku kapîtalîzm û baviksalariyê me ji tendirustiya me dûr xistiye.

Christina: Ez azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dixwazim, da ku felsefeya wî li vir (Rojava) kûrtir di piratîkê de cih bigre û îlhama wê li cîhanê bêtir belav bibe.

Rohin: Ez li ser berfirehkirina nêrînan li ser mijara xwedîkirin û mijûlbûyîna bi zarokan re û em çawa weke civak xwe berpirsyar bibînin li pêşiya vê mijarê, difikirim.

Jackie: Piştî ku ez beşdarî vê şoreşê bûm, dixwazim vê şoreşê li her aliyekî cîhanê belav bikim, da ku ne tenê li vir bimîne. Ji ber ku ev şoreş ne tenê ji bo Rojava ye, ji bo hemû cîhanê ye. Armanc ev e ku em rastiyeke cuda ava bikin.