Şervanên azadiyê yên li Hesekê jiyana xwe ji dest dan hatin bibîr anîn

Bi armanca bîranîna salvegera yekemîn a şehadeta 121 cangoriyê gurzê gelan li bajarê Hesekê û Qamişlo çalakî hatin li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Di 20’ê Çileya 2022’an de, li dora heftê êvarê û bi plansaziyeke pêşîn, terorîstên DAIŞ’ê êrîş birin ser zindana “El-Sînaa” ya Hey Xiwêran a bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hêzên Sûryaya Demokratîk QSD bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş, Yekîneyên Parastina Jin YPJ, Yekîneyên Parastina Gel YPG, Hat û Yat’ê dest bi operasyona Gurzê Gelan kir. Di encama vê êrîşê çeteyên DAIŞ’ê de, 121 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Bi armanca biranîna şrvanên ku di operasyona Gurzê Gelan de jiyana xwe ji dest dan û 5’emîn salvegera dagirkeriya herêma Efrînê, şêniyên bajarê Qamişlo û Hesekê çalakî li dar xistin.

Hesekê

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriyê û bîranîna lehengan li çarxereya Basil a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dirûşmeya "Em bi rihê berxwedana şehîdên Hesekê, dagirkeriyê têk bibin" mitîngek hat lidar xistin. Di mitîngê de bi sedan kes û ji hemû netew û baweriyan ji Kantona Hesekê (Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Şedadê, Hol, Erîşa û bajarê Hesekê) her wiha koçberên Efrînê yê ku li Hesekê bi cih dibin bi şaxên xwe yê zeytûnan amade bûn. Malbat, hevjîn, xwûşk û birayên şervanên ku di operasyona Gurzê Gelan de jiyana xwe ji dest dan wêneyên 121 şervanan bilind kiribûn.

‘Armanc têkbirina projeya Netewa Demokrat bû’

Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Meclisa Malbatê Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed axivî û wiha got: "Hedefa êrîşa li ser girtîgeha Sînaa yê pêkanîna qetlîameke mezin û têkbirina projeya Netewa Demokratîk bû. Li Sûriyê li şûna baranê ev 11 sal in xwîn dirêje û top dibarin. Ya ku nahêle aşitî pêk were ev welat rihet jiyan bike deweta tirk a dagirker e. NATO ev erk spartiye dewleta tirk ku li dijî gelan polîtîkayên qirkirinê dide meşandin e. Bi çekên ku çêdikin gel dikin qurbana wê. Amerîka ya ku di 2003'an de destwerdana Îraqê kir, heya niha tu çareserî jê re nedîtiye. Di sala 2011'an jî li Tûnis, Misir û Lîbya mînaka herî ber biçav li Sûriyê ye ku ew jî di çi rewşan re derbas dibin. Dewleta tirk mizgîniya hilweşandina DAIŞ'ê li ser erdîngariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranekir, ji lewra bi xwe dest bi êrîşan kir û êrîşa girtîgeha Sînaa yê jî yek ji wan pilanên wî bû. Bi hevgirtina gelan û destanên ku şervanan nivîsandin ev êrîş bin ket û rûpeleke nû a serkeftinê di dîroka herêmê de vebû. Bê guman êrîşa li ser Efrînê jî heman planên dewletan in, lê gelê Efrînê heya niha li ber xwe didin û hêviya vegerê her zindî dibe."

‘Gurzê Gelan plan û komployên dewleta Tirk têk bir’

Hevserokê Meclisa Cîbicîkar a Herêma Cizîrê Talet Yûnis jî wiha axivî: "Berxwedana Guzrê Gelan berxwedaneke dîrokî bû ku cîhan bi rastî ji xeteriya DAIŞ'ê xilas kir. Berxwedana 121 lehengan plan û komploya ku dewleta tirk tevî îstîxbarata wî çêkiribû, bê bandor kirin. Xeteriya li ser gel û projeya me hîn heye û her dewleta tirk û hevkarên xwe hewl didin ku armancên xwe yî nîvçoyî temam bikin. Dewleta tirk dîsa gefên êrîşê dixwe lê li hember vê yekê jî gel amade ne. Êrîş ji bo zindîkirina DAIŞ'ê ye. Ji lewra divê ku civaka navdewletî, Koalîsyona Navdewletî  û hemû hêzên hegemonîk ê cîhanî van gefan baş bixwînin û xeteriya wê li ser herêmê nas bikin. Her wiha divê ku erk û berpirsiyartiyên xwe yê li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qurbaniyên ku dane pêk bînin û çareseriyekê bibîbin."

Mitîng bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.

Qamişlo

Bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, bi dirûşmeya “Bi ruhê berxwedaniya şehîdên Hesekê em ê dagirkeriyê têk bibin” meşek hat li dar xistin. Meş ji Çarxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir û li ber Çarxerêya Şehîd Rûbar rawestiya. Di meşê de şêniyan wêneyên şervanan, pankartên bi nivîsa “Şehîd namirin” hildabûn jor û bi nîşaneya serkeftinê û tilîliyan dayikan dengê xwe bilind dikirin.

‘Gurzê Gelan planên dijmin bin xist’

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Meclisa Jin a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Cewahir Osman axivî û got: “Meşa me ya li hemberî êrîşên dijmin tije serkeftin e, me bi xwîna van şehîdan sond xwar ku em bi dirûşma serkeftin an serkeftin heta nefesa dawî li ser rêya wan bimeşin. Gurzê Gelan karîbû komployên dijmin pûç bike û bi kontrolkirina ax û erdnîgariya xwe projeyan di şexsê van şehîdan de me karî stirê dijmin bişkînin. Îsrara dayikan ji çek û planên dijmin xurtir bû, hêviya serkeftinê û baweriya me bi hêzên me, planên Tirkiyê û çeteyên wê DAIŞ’ê têk çû. Bi xwîna şehîdên xwe me karî xaka xwe û hemû cîhanê ji xetereya vejîna DAIŞ’ê biparêzin. Erdogan hewla vejandina DAIŞê dide, lê hêzên me weke her carê karîbûn planên Erdogan pûç bikin. Gel bi hêzên xwe yên leşkerî re li herêmê ji bo jinavbirina DAIŞ’ê û şerê li dijî DAIŞ’ê bi hev re bûn yek, şervan û gel bi hev re bûn yek. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa xwe yên ku bi fedekariya bi hezaran şehîdan bi dest xistine, divê em hişyar bin û li hemberî hemû planên dijmin bisekinin.”

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.