“Şermek mirovahiyê ye ku Ocalan ji ber fikrê xwe yê azad hatiye tecrîdkirin”
Çalakvan Awrîng Mehemed Qadir têkildarî hêza ramanê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora berhema zanista jineolojiyê li ser jinan got: “Zanista Jineolojî yek ji ramana sereke ya felsefeya Rêber Abdullah Ocalane ku kar li ser zindîkirina rastiya jinê dike. Eve cara yekê ye ku zanistek girêdayî jinê di cîhanê de çêdibe, eve jî bi saya Rêber Abdullah Ocalan derketiye, bi şêwazek serkeftî gelek aliyên pêşketina jin û bi şêwazek nu azadî nîşan da. Ji ber wê bandorêye niha li Başûrê Kurdistanê jî pirsa jinê bûye mijara nakokiyên di nava partî û azadiya jinê de. Jinên rêya azadiyê hilbijartine nema deshilat dikarin wan bisekinîne.”
TEWAR PÊNCEWÎN
Silêmanî- Di Roja 15’ê Sibata sala 1999’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Kompleya Navdewletî hate girtin û heta niha dibin tecrîtek girankirî de li girava Îmralî ye. Di derbarê komployê de bijîşk û çalakvana Başurê Kurdistanê Awrîng Mehemed Qadir ji ajansa me re axivî û got: “Di dîroka Kurdan de hertim komplo li beramberî rêveber û tevgera azadîxwazan bi awayê cûr be cûr hatine kirin, lê belê ev komploya li beramberî Rêber Ocalan cûda bû ji ber bi awayek navdewletî û siyaseta navdewletî bû. Ev yek di berjewendiyê wan de bû ku ev komplo dan destpêkirin, siyaseta niha ya Rojhilata Navîn dirêjkirina vê pirsê ye.”
“Fikrê Ocalan bûye fikrê mirovahiyê”
Awrîng Mehemed Qadir da zanîn ku armanca siyaseta welatên navdewletî yekrêziya Kurd û aliyên siyasî têkbirine û wiha dom kir: “Divê welatên ji derve pirs nekin ku çima yekrêziya Kurdan nîne, ji ber em welatek dagirkirine bê guman hemû curên dagirkeriyê li ser nîştîman, netew û zimanê me dane sepandin. Divê em Kurd gelek xebat bikin daku em bibin netewek hevbeş û bi yeksanî jiyan bikin, mixabin Kurd vê ji bîr dikin, ez gilî li dagirkeran nakim ku wisan dkin, ez gilî li gelê Kurd dikim ku vê dagirkerî û destwerdanê qebul dikin. Fikrê Ocalan cîhaniye weke mînak zanista Jineolojî û xwezayê giringiyek mezin ya xwe heye, piştî girtin û tecritkirinê ev fikir çavkaniya çareseriya pirsgirêkane. Eve jî cihê şanaziyê ye ku fikirmendek Kurd yê bi vî awayî heye û eve 23 sale hatiye girtin. Divê gelê Kurd bi yek dengî hewil bide Rêber Ocalan bi awayek fizikî azad bikin.
“Zanista Jineolojî yê kar li ser zindîkirina rastiya jinê dike”
Awrîng Mehemed Qadir têkildarî Zanista Jineolojî yê jî ev nirxandin kir: “Zanista Jineolojî yek ji binemaya sereke ya felsefeya Ocalane ku kar li ser zindîkirina rastiya jinê dike, eve cara yekê ye ku zanistek girêdayî jinê di cîhanê de heye, eve jî bi saya Rêber Ocalan derketiye, bi şêwazek serkeftî gelek aliyên pêşketina jin û bi şêwazek nu azadî nîşan da, li Başûrê Kurdistanê pirsa jinê bûye mijara nakokiyên di nava partî û azadiya jinê de. Minaka modela Rojavayê Kurdistanê bîbe navenda goftogo. Ez di wê hêviyê deme ku xwendinek cîhangirî ya îro li ser pirsa Kurd hebe û di navde pirsa azadiya bi rêz Ocalan ku pirsek navnetewî ya cîhanê ye, ji bo azadkirina mirovek ku xizmetek berbiçav ji mirovatiyê re dike divê xebtek gelek baî were meşandin û gelê Kurd azad bibe.”