Şêrîn Bo Rafol hewl dide nêçîrvaniyê kêm bike
Şêrîn Bo Rafol bi karê nêçîrvaniyê hem fêrbûn û hişmendiya civakê yê tenê mêran di gelek karan de dibîne hildiweşîne, hem jî bi rê û rêgehên xwezayî li dijî nêçîrvaniya zêde têdikoşe.
SÛZAN EBÛ SAÎD
Beyrûd- Bi taybetî jinên Libnanê û bi giştî jinên Ereb, ne tenê bidestxistina serkeftinên di hîn qadan de, her wiha bi paş de hiştina hevkarên xwe yên mêr, ji siyasetê heyanî tendûristiyê, ji aborî heyanî rabûna aborî û gelek qadên cûda di derbarê jêhatiên xwe de hilweşandina fikrên paşverû yên civakê jî bidestxistin. Ji bo ku jin bi nêçîr, tîrkevan û hilgirtina çekan di warên jîngehê û domdariyê de biserkevin, ev yek hewceyî hizirkirin û hêviyê ye û dibe ku "Nêçîrvana berpirsiyar", an wekê ew tercîh dike ku wekê "nêçîrvana domdar" were naskirin. Şêrîn Bo Rafol qadekî ku demekî dirêj e bi mêran ve hatiye sînordakirin bi awayekê herî vaş temsîl dike.
Seroka yekîneya dijî nêçîrê
Şêrîn Bo Rafol derbarê serpêhatiya xwe de wiha ji ajansa me re got: "Ez wezîfeya Seroka Yekîneya Nêçîrvanan a APU ya Navenda Rojhilata Navîn ji bo Nêçîra Domdar MESHC digirim, ku ew jî hevparê Civata Parastina Xwezayê li Lubnanê SPNL, zêdebarî hevkarên cîhanî yên wekî Birdlife International û Birdfair, her wiha ez di kovara (Saîd) de jî wezîfeya Berpirsa Pêwendiyên Derve digirim.
Li ser armanca Yekîneya Dijî Nêçîrvaniyê, Şêrîn Bo Rafol wiha got: "Armanca yekîneyê ew e ku bi hevkariya wezaret û rayedarên şareza di wezaret, şaredarî û civaka herêmî de bi kêmkirina binpêkirinan di zagona nêçîrê de beşdarî organîzekirina behremendiya nêçîrê li Lubnanê bibe û rol û hewildanên nêçîrvanên berpirsiyar çalak bike da ku bigihîjin çandek şaristanî ya danûstandinê. Û her wiha berpisyariyê di pêkanîna berhemendiyê de hilgirin ku wek behremendiya padîşahan tê naskirin. Her wiha ji bo xurtkirina ruhê hevkariyê û pevguhertina ezmûnan peywendiya xwe bi hemû nêçîrvanên cîhana erebî re bikin û em jîngehparêzan ji kes û rêxistinên xwecihî û zanistî dûr naxin".
Derbarê warê xwendina xwe de jî wiha got: "Min werger xwend û min du salan topografî xwend û demekê jî wek karmendê balafirê kar kir ku bi temamî ji karê ku ez niha dikim cudatir in".
Li ser behremendiya xwe ya nêçîrê Şêrîn Bo Rafol wiha axifî: " Dema ku min li Lubnanê Komeleya Parastina Xwezayê bihîst, ez bi wê re beşdarî gelek projeyên jîngehê bûm û min hest kir ku ez girêdayî vê atmosferê me. Ji ber vê yekê, piştî damezrandina yekîneyê, min bi salan bi wan re kar kir. Piştre jî min erka serokatiya yekîneyê girt ser milê xwe, ev yek jî ji ber çend sedeman e. Di nav wan de yek sedem jî qedexekirina nêçîrê li welatê me ji bo heyama zêdetir ji bîst salan e. Lewra em di yekîneyê de li ser hemû awayan dixebitin ku bi wan re gengaz e nêçîra qanûnî li Lubnanê birêkûpêk bike û diyardeya nêçîra zêde kêm bike. Hin kes difikirin ku nêçîr û tîrkevan kirinên mêran in, lê ev ne rast e. Ji ber ku jin dikarin jiyana xwe ya asayî bimeşînin. Ez ji vê behremendiyê hez dikim û di çarçoveya zagonan de pêk tînim".
Li Lubnanê nêçîr qedexe kirin
Şêrîn Bo Rafol bal kişand ser vê yekê ku qedexekirina nêçîrê ya li Lubnanê, ji bo heyama zêdetirî bîst salan bû sedema bertekên di nav nêçîrvanan de. Ji ber ku beşek ji nêçîrvanan ku domdariyê li ber çavan nagirin û girêdayî nêçîra neqanûnî ne ava kir û tevlîhevî di vê werzişê de dest pê kir. Di rêxistinên ku ez tê de me û em bi wan re hevkar in, me dest bi pêşkêşkirina şertên referansê kir. Wek nimûne, nêçîra berpirsiyar û domdar ku navnîşa çûkê di berdêla nêçîra neqanûnî û bêserûber de dipejirîne, ango em jê re dibêjin "Qawas" ew kesê ku meyla nêçîra çivîkan ji her cureyî û heta ajalên din ên wek zozanan dike û bi hemû rêyên neqanûnî. Bi rêya yekîneyê, me karî wêneya reş ku derbarê nêçîrvanê Lubnanî de hatî ragihandin rast bikin. Ji ber ku ew wekê nêçîrvanekî hov dihat dîtin ku ferqê nedixist navbera kevokan û me karî wêneya wî ya rast li seranserê cîhanê ragihînin."
Nêçîrvan û hawirdorparêz
Şêrîn Bo Rafol piştrast kir ku ragiriyek berdewam di navbera jîngehparêz û nêçîrvanan de li Lubnanê heye û êrîşek hevbeş di navbera wan de li ser rûpelên medyaya civakî xuya dike, mînak rûpelên civata nêçîra hov û wiha domand: " Nêçîrvan di heyama qedexeya nêçîrê de hest bi neheqiyê kir. Nêçîr bi hezaran salan heye ji bo ku hevsengiya jîngehê zêdetir bike. Di dema niha de û li gor nerîna pisporan û bi hejmareke destûr ji bo parastina vê hevsengiya di xwezayê de, ne aqilane ye ku werzîşa nêçîrê were qedexekirin ku li gorî zagonê di nav dora 400 çûkan de kêmtir ji 20 çûkan ku li Lubnanê tê dîtin digire nav xwe. Ev yek jî ya ku jîngehparêz ji bo wê têdikoşin, ango pêşîgirtina li nêçîrê bi tevahî ye. Lê divê em jibîr nekin ku nêçîrvan yekem jîngehparêz e. Nêçîrvan di geştiyariyên nêçîrê de rasterast bi xwezayê re di nav têkiliyê de ye, her wiha ew hemî deverên ku kes nikare bigihîje wan dizane û ezmûna wî heye û têkiliyek taybetî di navbera wî û wê û mexlûqên wê de heye".
Şêrîn Bo Rafol hêvî dike ku cure û hejmara çûkên ku divê nêçîra wan bê kirin were nûjenkirin, ji ber ku dema li ser cureyekî tenê nêçîr zêde bibe, dibe ku bandorê li ser çivîkên mayî, çandinî, fêkiyan, tov û awayê hilberîna çandiniyê bike. Di vir de rola nêçîrvan derdikeve ku hevsengiya xwezayî û bi awayekî ku xizmeta jîngehê bike vegerîne".
Herêmên nêçîrê yên berpirsiyar
Derbarê deverên berpirsiyar ên nêçîrê de Şêrîn Bo Rafol wiha got: "Me berê xwe da ji bo deverên berpirsiyar ên nêçîrê dest nîşan bikin, ji bo rêgirtina li nêçîrê li deverên ku nêçîr ji ber hebûna avên bin erdê, çandinî û yên din destûr nayê dayîn. Ji ber ku hin hin kes li deştên çandiniyê behremendiya nêçîrê dikin, bermayiyên fîşekan û barûtê dikevin û çandinî û avên bin erdê qirêj dikin. Vê yekê jî bandor li kalîteya berhemên çandiniyê û nelihevhatina wan a bi taybetmendiyan kir. Ji ber vê yekê, em hewl didin ku herêmên nêçîrê yên berpirsiyar ên taybet ku lê nêçîr tê de qedexe ye nûjen bikin, di nav pîvanên jîngehê de da ku nêçîrvan li gorî qanûnên nêçîrê tev bigere".
Etîka nêçîrvanê domdar
Derbarê etîka nêçîrvanên domdar de, Şêrîn Bo Rafol bal li ser kişand ku di serî de, divê dewlet nêçîra zêde bişopîne, ya ku em wekî nêçîrvan û wekî navendek ji bo jinavbirina diyardeya nêçîra zêde dixebitin. Ji ber ku nêçîrvan alîkariya me dikin ku ew dixwazin behremendiya xwe bi awayekî domdar û bê çavbirçî bikin. Nêçîr behremendiya padîşahan e. Ji ber ku padîşah nêçîra goşt nedikir. Lê belê ji bo hewcedariya xwe nêçîr dikir û zêdetir ji bo qezenca madî nêçîr nedikir. Ev behre celebek werzişê ye û dijwariyek derûnî û laşî û berxwedanê ye".
Di cîhanê de ji bo çûkên koçer derbasgeha duyemîn a herî girîng e
Derbarê projeyên ku ew li ser dixebitin de Şêrîn Bo Rafol wiha got:, "Ez niha li ser projeyekê dixebitim ku ez serdana dikanên mezin ên ku çûkan difiroşin û xwaringehên ku ji çûkan re wek xwarinê pêşkêşî dikin, dikim. Bi armanca kêmkirina bazirganiya çûkan, bi riya zanîna çavkaniya van çûkan, bi taybetî ji ber ku çavkaniya wan ne tenê herêmî ye. Mixabin hinek ji wan ji Sûriyê û Iraqê bi rêjeyeke mezin tên, ji ber ku ev korîdora çûkên koçber duyemîn korîdora çûkan e li cîhanê. Ji ber ku tê de çivîk ji Ewropa heta Rojhilata Navîn, ango Lubnan, Sûriye û Filistîn di koça xwe ya salane de ber bi Afrîqa, Misir û Iraqê kom dibin. Tiştê ku em li Lubnanê, di nîv saetê de dibînin bo numûne, pisporên çûkan dikarin salekê li hin welatan derbas bikin da ku van çavdêriyan bi dest bixin. Mînak li Almanyayê cureyê EL-Nesir her sal 80 cot derbas dibe, li Lubnanê jî ev hejmar di 10 deqîqeyan de derbas dibe. Ji ber vê yekê em hewl didin ku pêşî li van komkujiyan bigirin. Gelê Lubnanê hay ji giringiya van çûkan nîne. Ji ber ew bawer dikin ku hejmara wan pir e û bi rastî jî ew pir kêm in û heta ber bi tunebûnê ve diçin. Ji ber vê hişyariya domdar ne tenê ji nêçîrvan re, lê belê divê li dibistan û komeleyan, her wiha bi rêya medyayê û hemû wezaretên wek Wezareta Navxweyî, şaredarî, jîngeh, perwerde, geştyarî û hwd were kirin".
Çalakiyên alternatîf
Şêrîn Bo Rafol derbarê çalakiyên alternatî de wiha got: "Ez ne alîgirê girtina werzê nêçîrê me, lê bi organîzekirina wê re me. Bi taybetî ku ev mijar di bîst salên borî de rû da û bû sedema bertekên pir neyînî. Ji ber ku beşek ji nîçîrvanên derveyî qanûnê ava kir. Di rewşa heyî de niha em wek yekîne bi tepisandina binpêkirinan li ser erdê rola dewletê dilîzin. Ne mimkûn e ku demsala nêçîrê were girtin û nêçîrvan jî karê xwe neke. Lê divê demsala nêçîrê bê vekirin û ji aliyê dewlet, rayedarên herêmî û komeleyên di vî warî de dixebitin ev yek bê şopandin. Û dema ku demsala nêçîrê biqede, yanî di demsala biharê de, divê nêçîrvan çi bike? Ji ber vê yekê me çalakiyên din ên alternatîf ên derveyî demsalê, ango demsala biharê ku demsala hevjîna çûkan e, amade kiriye. Civata Parastina Xwezayê li Lubnanê (SPNL) Xelata Asaad Sarhal ji bo Wênegiriyê damezrand ku ew serokê komeleyê ye da ku nêçîrvanan teşwîq bikin li gel çend xelatan ji bo van wêneyan. Nêçîrvan li ser vê yekê pir kêfxweş bûn".
Qanûna nêçîrê
Derbarê zagona nêçîrê de, Şêrîn Bo Rafol wiha axifî: "Her çend salan qanûn bi hewceyî guhertinan heye. Bi taybetî di warê cure û hejmara çûkan de, nemaze ku ev mijar bi demê re diguhere, lê pêwîstî bi nêrînên pispor û şopandinek ji nêz ve heye. Bo numûne, çûkê EL-Cehel di nav çûkan de bû û baş e ku di salên berê de rê li nêçîra wî girtin. Ji ber ku hejmara wî pir kêm bû. Ji ber vê yekê, ez banga lêkolînên li ser cûreyên çûk û ajalan li Lubnanê û belgekirina wan dikim da ku rewşa wan a di xwezayê de were zanîn".
Şêrîn Bo Rafol di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Ji bo kar bi awayekî qanûnî were kirin, divê nêçîrvan xwedî tifingeke destûrdar be û li navendên tîkevanê ji bo wergirtina lîsansê di temenê destûr de were ceribandin, nemaze ji ber ku gelek zarok hene ku vê behremendiyê dikin ku ew jî xeteriyeke mezin e li ser ewlehiya giştî. Di nav şert û mercên wergirtina lîsansê de, nêçîrvan ne tenê di warê tîrkevanê de tên perwerdekirin. Di heman demê de hay ji cûre û hejmara nêçîran û naskirina wan û her wiha çawaniya parastina ewlehiya giştî tên perwerdekirin. Ji ber ku qezayên bi êş di seferên nêçîrvaniyê de çêdibin û ev destûr di her astê de pir girîng e û dewletê ew paşguh kiriye. Her wiha ji bo bidestxistina wê divê nêçîrvan salekê tezmînatek bide. Bi vî awayî jî pere dikevin xezîneya dewletê. Divê dewlet, Wezareta Jîngehê jî di nav de, van pereyan ji bo avakirina herêmên nêçîrê yên berpirsiyar bi kar bîne û desthilata cîbicîkar bi damezrandina komek hêzên ewlekarî bi hêz bike."