Şerê li Lubnanê: 2 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane

Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yê li ser Lubnanê de 2 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ji 8’ê Cotmeha 2023’an li ser Lubnanê berdevam dike. Di encamaêrîşande bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bîne. Her wiha pêla koçberiya ya li Lubnanê her ku diçe zêdetir dibe. 

Li gorî rapora 26'an a êrîşên Îsraîlê yên ser Lubnanê ku ji aliyê Koordînatorê Komîteya Lezgîn a Hikûmetê û Wezîrê Jîngehê li Lubnanê Nasir Yasîn ve hat weşandin, di nava 24 saetên dawî de 74 êrîşên hewayî li herêmên cuda yên Lubnanê û piraniya wan li başûr û Nebatîayê hatine kirin. Hejmara êrîşên Îsraîlê yên ji destpêka şer yên li dijî Lubnanê heta niha gihîştiye 10 hezar û 849’an.

Pêla koçberiyê berdewam dike

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di 24 saetên dawî de 28 kes di êrişan de jiyana xwe ji dest dane û 139 kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya wezaretê, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji destpêkê êrîşan heta niha gihiştiye 2 hezar û 574 kesan û 12 hezar û 1 kes jî birîndar bûne.

Heta niha hezar û 97 navend ji bo wergirtina koçberan hatine vekirin û ji wan 922 navend gihiştiye kapasîteya herî zêde. Pêla koçberiyê berdewam dike û hejmara giştî ya koçberên li stargehan gihîştiye 191 hezar û 503 kesan (44 hezar û 247 malbat); Hejmara herî zêde ya koçberan li parêzgehên Çiyayê Lubnan û Beyrûtê hatiye tomarkirin, lê tê texmînkirin dibe ku hejmara koçberan gelek zêdetir be.

Her wiha di raportê de hate gotin ku ji 23’ê Îlonê heya 23’ê Cotmehê, Asayişa Giştî derbasbûna 344 hezar û 819 welatiyên Sûriyêyê û 150 hezar û 104 welatiyên Lubnanî derbasî nav axa Sûriyê kirine.