Şerê li dijî Xezeyê di roja 123'an de ye

Li gorî bîlançoya nû ya Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê, di roja 123’emîn a êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de heta niha 27 hezar û 585 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê di roja 123’emîn de ne. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve li Zîvala Xezeyê, piraniya wan jin, zarok û ciwan 27 hezar û 585 kes di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin. Li gorî wezaretê, di nava 24 saetên dawî de 107 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve 66 hezar û 978 kes birîndar bûne.

Hamasê, têkildarî windahiyên xwe yên leşkerî tu daxuyanî neda.