Şêniyên Sirînê: Êriş têkoşîna ma ranawestînin

Şêniyên Kantona Firatê ji bo kumkujiya li Sirînê şermezar bikin meşiyan. Şêniyan banga “divê pêşî li êrîş û komkujiyan were girtin” kirin û gotin: “Bi êrişan nikarin têkoşîna ma rawestînin.”

 Sirîn - Dewleta Tirk bi balafira bêmirov û bi çek êrişî navenda sûka bajarê Sirînê kir. Di encama êrişê de 12 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birînadar bûn. Ji bo vê jî şêniyên Kantona Firatê bi meşeke girseyî li bajarê Sirînê komkujiyê şermezar kirin.

Meşê ji qada Aştiyê ya Bajarê Sirînê dest pê kir û li cihê ku komkujî lê çêbû bi dawî bû. Di meşê de rêveber û endamên sazî û dezgehên Kantona Firatê amade bûn. Bi dirûşma "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" û "Kujer Erdoxan" “Bijî Berxwedana QSD’ê" û "Bijî Berxwedana kobanê" meşiyan.

Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê, li ser navî Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Hemdan Ebd axivî û got: “Em we hemûyan silav dikin ji bo ku em îro li vir tevli hemû sazî û dezgehan li kêleka gelê xwe yê Sirînê ne. Em gelê Kobanê bi giştî silav dikin ji ber ku li dijî van komkujiyan ranewestin û çalakî û helwestên xwe li hemberî gel raber dikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, kesên ku jiyana xwe di komkujiyê de ji dest dane re dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn hêvî dikin. Êdî pergala Beşar Esed hilweşiya diviyabû ev dem bibûya dema lihevkirinê lê êrîş û pevçûn zêdetir bûne. Êriş têkoşîna ma ranawestînin. Ji bo vê jî em dibêjin ev dem, dema berxwedana gel e.”

Meşê bi dirûşma “Bijî Berxwedana Rojava"û "Bi can bi xwîn em te re ne Sirîn" bi dawî bû.