Şêniyên Qamişlo li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê meşiyan û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

Qamişlo - Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi awayekî sîstematîk êrîşên li ser gundên Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di encama êrîşên bombebarankirinê de li herêmê şewatên mezin derdikevin. Dewleta Tirk hewl dide gundên Başûrê Kurdistanê vala bike, gelê herêmê ji cih û warên xwe koçber bike. Li dijî êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Bi rihê berxwedana gerîlla em ê xiyanetê û dagirkeriyê têk bibin” meşiyan.

Meş ji Çarxerêya Sonî ya bajarê Qamişlo dest pê kir û li pêşiya navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner rawestiya û bi daxuyaniyek bi dawî bû.

Banga têkoşînÊ

Li ser navê Înisiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehsûm Hisên daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dijmin çiqas xurt û hov be, îradeya gelê me dê li hebmer dewleta Tirk a faşîst karîbe li ber xwe bide û ji mirinê jiyanê biafirîne. Piştî çalakiyên mezin me ji dijmin me re got ku ji niha dê insiyatîfa jiyan û mirina me di destê me de be. Gerîllayên çiyayên azad di salên dirêj de taybet sala 2023-2024’an de dewleta Tirk şikandin.

Tevî hemû hêz û teknîka xwe nikarîbû li pêşiya vîn û berxwedana Gerîlla yên çiya bisekine. Îro dewleta Tirk dixwaze bi desteka Partiya Demokratî Kurdistan PDK û komkirina DAIŞ’ê yên ku me ew di Rojavayê Kurdistanê de tune kir, Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ev pilanên li dijî hebûna Kurdan e, ev navê wê îxanet e. Banga me ji bo gelê azadîxwaz ew e ku li hember van kiryaran bêdeng nemînin û dagirkeriyê qebûl nekin.”

Meş bi dirûşmeya “Bimre îxanet, Na ji dagirkeriyê re” bi dawî bû.