Şêniyên Qamişlo êrîşên çeteyên dewleta Tirk şermezar kirin

Bi pêşengiya Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişlo, şêniyên bajar li dijî sûc û binêkirinên ku li Efrîna dagirkirî pêk hatin daxuyanî hat dayîn.

Qamişlo- Çeteyên girêdayî dewleta Tirk sûcên hovane li dijî gelê Efrînê li ber çavên cîhanê berdewam dike, armancên wan ên sereke jî jin û zarok in. Herî dawî jî çeteyan li dijî xelkê gundê kaxirê yê bajarê mabeta yê Efrîna dagirkirî di 15’ê Îlonê de ,sûcên revandin û lêdana li dijî jinan û ferzkirina pereyan ji bo mewsima zeytûnan pêk anîn.Di encamê de gelek kes di nav de Jin birîndar bûn û gund ji alîyê çeteyan ve hate dorpêç kirin.

Li dijî van êrîş û sûcan, Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişlo li pêşiya Çarxerêya Nebî Hûrî ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke çapemenîyê da û tê de bi dehan şêniyên bajar amade bûn.

Daxuyanîya ku ji aliyê Berdevka Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam El-Hisên ve hatî xwendin, wiha bû:

“Careke din dewleta Tirk a dagirker û faşîst ji hemû cîhanê re tekez kir, ku bi hemû rêbazan şerên qirêj û hovane li ser gelê Kurd dide meşandin. Ev sûc bi mebesta qirkirin û tunekirina vî gelî ku bi sedên salan di bin sîstemên dagirker, faşîst, qirker û kapîtalîst e. Dixwazin li ser tunekirina gelan xwe bidin jiyankirin û bi taybet di vê sedsalê de ku dixwazin bi destên dewleta Tirk a hov berjewendiyên pêk bînin.

‘Êrîşên li dijî hebûnê’

Lewma ji destpêka Şoreşa Rojava ve bi maskên cuda û di bin navên mîna “Cebhet Elnusra, Ehrara Elşam” û rêxistina DAIŞ ya teror li dijî gelên herêmê tevgeriyan. Herî dawî di sala 2018 û 2019’an de bi rûyê xwe yê rast û bi hevkariya dewletên hegemonîk bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin. Tirkiye bi rêbazên xwe yên qirêj  dest bi guhertina demografî, ziman, û çanda resen kirin. Di heman demê de şûnwarên ku nasnameya gelê Kurd bûn, talan û wêran kirin. Li aliyekî din, sûcên li dijî xwezayê li wan herêmên dagirkirî pêk anîn. Bi hemû hêza xwe, tundî bi rêka revandin, tecawizkirin, kuştin û îşkencekirinê pêk anîn.  

‘Kiryarên dijmirovî di bin çavdêriya NY’yê  de’

Lewma li hemberî van kiryarên  di pîvanên mirovahiyê her wiha zagonên mafên mirovan gelê Efrîn daketin qadan û li dijî dagirkeriyê serî hildan, lê belê dewleta Tirk a faşîst  hemû hovîtiya xwe herî dawî li gundê Kaxirê di rêya çeteyên bi navê “Elmşat” derxist holê bi êrîşên xwe yên hov li ser zarok, jin û ciwanên Efrînê ku heta niha gelek birîndar hene û piraniya wan jin û zarok in. Ev kiryarên qirêj ne tenê li Efrîn lê belê li Serêkaniyê, Girê Spî, kampa Ristem Cûdî ya ku her tim di bin êrîş, gef û dorpêçkirinê de ye .Mixabin ev hemû kiryar di bin çavdêriya rêxistinên NY,  lê tu bertek ji wan dernakeve. Ev jî tê wateya ku ev hêz û sîstem hevkarên vê siyaseta qirkirin û talankirinê ne.

‘Bi hişmendiya jina azad em ê xeta berxwedanê bilind bikin’

Ji ber vê em wekî Rêxistina Kongra Star a Kantona Qamişlo van êrîş û nêzîkatiyan bi tundî şermezar dikin û bang li gelên xwe dikin di serî de jin û ciwan ku hevgirtinekê û yekîtiyekê ava bikin da ku bibin hêz û îrade li hember sîstemên desthilatdar û qirker. Her wiha em wekî rêxistina jin di rojavayê Kurdistanê de em ê tu carî ji xeta berxwedan û têkoşînê gavan paş de neavêjin lê belê bi îrade, bi israr û bi hemû hêza xwe û bi hişmendiya jina azad em ê xeta berxwedan û tekoşînê li hember siyasetên zayendperest, netewperest û olperest bilind bikin. Heta ku ne tenê jinên di herêmên dagirkirî de azad bibin lê belê hemû jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê azad û rizgar bibin û şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî bibe mifteya rizgariya jin û civakê.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” “Jin, Jiyan Azadî” bi dawî bû.