Şêniyên Mexmûrê: Serkeftina pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye
Şênî û xwendekarên Wargeha Penaberan a Mexmûrê, di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de bi meşeke girseyî heta ber deriyê Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Komplo şermezar kirin û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.
Mexmûr – 9’ê Cotmeha 1998’an bi destên hêzên navnetewî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komployek hat destpêkirin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar ma ji Suriyeyê derkeve. Şênî û xwendekarên wargeha Mexmûrê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de meşeke girseyî li dar xistin, hêzên komploger şermezar kirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Meşê ji ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heya ber deriyê saziya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Li vir ji aliye Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Hezar Nerexî ve daxuyaniyek hat dayîn.
Beriya daxuyaniyê ji bo tevahî pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
‘Armanca komplogeran tunekirina Rêbertiya me bû’
Hezar Nerexî da diyarkirin ku çawa 28 sal beriya niha komployê şermezar kirine hê jî bi biryardarî helwesta xwe careke din bi xurtî nîşan bidin û wiha axivî: “Komploya 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir ne komploya destpêk bû. Di sala 1996’an komployê destpê kir û armanc tunekirina Rêbertiyê bû. Şehîd Zîlan ev komplo ferq kir û ji bo valaderxistina wê çalakiyeke fedayî pêk anî. Ji ber fikir û bîrdoziya Rêber Apo ji bo tevahî gelan ji bindestiyê xilasiyek bû komplogeran xwest ev fikir bi pêş nekeve û komployê dan destpêkirin.”
‘Ji bo Rêbertî dîl bigrin hemû hêza xwe xistin meriyetê’
Hezar Nerexî bal kişand ser rola hêzên navneteweyî ya di komploya 9’ê Cotmehê de û wiha pêl da axaftina xwe: “Hêzên emperyalîst ji ber dîtin ku fikrên Rêber Apo, li pêşiya projeyên wan ên tunekirina gelan astengî ye, xwestin vê astengiyê ji holê rakin. Ji bo Rêbertî dîl bigrin hemû hêza xwe xistin meriyetê û gefê li Sûriyeyê xwarin. Rêber Apo ji bo li ser Sûriyeyê êrîş neyên kirin ji Sûriyeyê derket. Armanca komplogeran di kesayeta Rêber Apo de tunekirina gelê Kurd û Rojhilata Navîn bû.”
‘Hêz îradê û bawerî careke din di nava gelê Kurd de bilind bû’
Hezar Nerexî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo valederxistina komployê bi sedan çalakiyên fedayî çêbûne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şehîdên ku gotin ‘Kes nikare roja me tarî bike’ li derdora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û çalakiyên fedayî pêk anîn. Hêz, îradê û bawerî careke din di nava gelê Kurd de bilind bû, ev hêz ber bi têkoşîneke berfirehtir ve her çû mezin bû.”