Şeniyên Mexmûrê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Şeniyên Wargeha Mexmûrê bertek nîşanî dagirkerî û êrişên li ser xaka Başûrê Kurdistanê dan û bang li gelê Başurê Kurdistanê kirin ku xwedî li axa xwe derbikevin û li dijî dagirkeriyê dewleta Tirk ê bi hevkariya PDK’ê derbikevin.

Mexmûr- Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) li dijî dagirkerî û êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK'ê yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê meşekî girseyî pêkanîn. Meşa ku bi beşdarbûna şeniyên wargehê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir.

Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevayî giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê Dîwana Meclisa Gel Elî Bilehî axivî.

Bang li hikumet û gelê Iraqê hat kirin

Elî Bilehî, di destpêka axaftina xwe de dagirkerî û êrişên dewleta Tirk ê li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha axivî: “Em dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê şermezar dikin. Dewleta Tirk a qirker û hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîşt ji bo vê dagirkeriyê pêşbixe, xwestin dengê Rêbertî qût bikin. Ev zêdetirê 4 sal in agahî ji Rêbertî nayê girtin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo ku ev dagirkerî pêşnekeve, berxwedanekî bêhempa dimeşînin. Dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê bi hevkariya cerdervanan û li Başûrê Kurdistanê jî bi hevkariya PDK’ê dagirkerî da destpêkirin. Em ji bo ku axa me bê parastin û dagirkeriya dewleta Tirk pêşnekeve, bang li hikûmet û gelê Iraqê dikin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê derbikevin.”

‘Mala Barzanî destkeftiyên gelê Kurd radestî dewleta Tirk dike’

Elî Bilehî, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê Herêma Kurdistanê kir û wiha got: “Mala Barzanî deskeftiyên gelê Kurd ên di berdelên mezin de hatiye bidestxistin, radestî dewleta Tirk dike. Em divê baweriyê de ne ku gelê Başurê Kurdistanê xwedî li axa xwe derbikeve, li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bide û dengê xwe bi gerîlayên azadiya Kurdistanê re bikin yek.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, Bijî Gerîlayên Azadiya Kurdistan’ û ‘Bimre Îxanet’ bi dawî bû.