Şêniyên Mexmûrê bi coşeke mezin cejna newrozê pîroz dikin

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê cejna Newrozê bi coş û kelecanek mezin tê pîroz kirin.

Mexmûr- Bi boneya cejna Newrozê ku her sal bi coşek mezin li Wargeha Mexmûr tê pîroz kirin, îsal jî bi heman coş û kelecanê tê pîroz kirin. Îsal jî amede kariyên cejna Newrozê beriya hefteyekê bi coşek mezin hatibûn destpê kirin û îro bi giştî hemu şêniyên wargehê bi cil û bergên xwe yên Kurdî ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê berê xwe dan cihê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê. Pîrozbahiya cejna Newrozê bi beşdarbûna hemu şêniyên wargehê bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê Şehîdan destpê kir.

‘Newroz ji bo me bi agir paqijkirina hemu qirêjiyane’

Piştî pêxistina agirê Newrozê li ser navê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî û wiha got: “Cejna Newrozê li mîmar û serkêşê vê rojê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sale ji bo azadî û jiyanek bi rumet îro li berxwe dide pîroz be. Em rêhevalê Mazluman, şopdarê Zekiye û Rewşenanin, em dijmin bi agirê bedena xwe dişewitînin dîrokek  me ya Newroz û berxwedanê heye. Li girtîgeha Amedê di pêvajoya ku dewleta Tirk û dewletên dagirker li ser Kurdistanê dixwestin gelê Kurd tune bikin, rêheval û fermanadar Mazlum Dogan bi sê darikan di roja 21’ê Adarê de bi agirê ku pêxist û got ‘Berxwedan Jiyane’. Emê îro li ser wê dirûşmê bi dirûşmeya ku em dibêjin ‘Berxwedan Jiyane’ berxwedan me dibe serkeftinê, teslîmiyet dibe îxanetê em tu curê teslîmiyet û koletiyê qebul nakin. Newroz ji bo me bi agir paqijkirina hemu qirêjiyane. Agirê Newrozê ku Mazlum Dogan bi bedena xwe pêxistî îro li çiyayên Kurdistanê gur dibe û ev Newroz wê bibe Newroza serkeftinê.”

Piştî axaftinê hunermend Hesen Rênas Maku, Koma Muzîk û govendê ya Kevana Zêrîn ya Şehîd Ronahî Mexmûr, hunermend Jîna Saqizî, Koma Şehîd Axîna ya Tev Çandê, hunermend Memozan û di dawiyê şahiyê de jî wê hunermend Star derkeve ser dikê.

Herwiha pîrozbahî bi coş û kelecanek mezin berdewam dike.