Şeniyên Mexmûrê bi meşek girseyî êrîşa dewleta Tirk şermezar kirin

Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi meşekî girseyî êrîşa balefirên bê mirov a dewleta Tirk ku îro malekî Mexmûrê bombebaran kir û di encamê de 3 jin birîndarbûn, şermezar kirin. Di meşê de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.

Navenda Nûçeyan- Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) îro saet di 17.05’an de ji aliyê balefireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk ve malek hate bombebarankirin. Di encama êrîşê de 3 jinên bi navê Gulê Ozek, Azîme Kabul û Edîbe Paksoy birîndar bûn û niha nexweşxaneyê de tên derman kirin.

Şêniyên Mexmûrê bi armanca bertek nîşandana êrîşa hewayî yê dewleta Tirk meşekî girseyî li dar xistin. Meşa girseyî ku li ber deriyê nexweşxaneya Mexmûrê destpêkir, bi berzkirina dirûşmeyên ‘Bimre îxanet’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ heta ber deriyê Netewên Yekbûyî berdewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê gelê Mexmûrê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak axivî.

‘Bêdengiya hikûmeta Iraqê nîşaneya hevkariya wan e’

Fîlîz Budak, di destpêka axaftina xwe de balkişand ser hevkariya hikûmeta Iraqê û PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û wiha axivî: “Îro carek din di derdora seat 17:00'an de li wargehê mala ku bi salane wekî saziya Dayikên Aşitiyê kar û xebatên dimeşîne, ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. lL dijî êrîşan hêrsa me mezin e. Hemû êrişên li ser wargehê bi armanca çavtirsandin û tekbirîna rêxistinbûna gelê wargehê tên pêkanîn. Ew çi bikin jî ev gel kêliyekê jî dest ji berxwedana xwe bernade. Îro 12  rojin wezareta Koç û Koçberan a Iraqê di nava wargehê de digere. Di kêliya ku ew şande di nava wargehê de digeriya ev êriş li ser wargehê pêk hat. Di encama êrîşê de 3 jin birîndarbûn. Bi dehan caran li dijî wargehê êrîşên hewayî pêkhat, lê hikûmeta Iraqê carek jî bertek nîşan neda. Êrîşên li ser gelê Mexmûrê di encama lihevkirinek qîrej ê dewletên Lozanê de pêkte. Ev êrîşên li ser sivîlan perçeyek dagirkeriya dewleta Tirk ê bi hevkariya hikûmeta Iraqê û PDK'ê ye. Em li wargehekî di bin sîwana hikûmeta Iraqê de ne jiyan dikin û rojane ev xak ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşan tên, bêdengiya hikûmetê hevkariya wan nîşan dide.”

‘Me wek gelê Mexmûrê tucaran serî netewand û em ê netewînin’

Fîlîz Bûdak, li dijî êrîşan banga serhildana gelê Kurd kir û wiha got: “Em li dijî êrîşên li ser gelên sivîl bangawaziya serhildana gelê Kurd a topyekûn dikin. Li hemberê êrîşan sekna şerê gelê şoreşgerî wê bibe bersivek xurt. Tevahî êrişên li çar perçeyên Kurdistanê yek kompsepte. Divê tevahî gelê me li dijî van êrişan rabin li ser lingan. Em banga têkoşîna navendî dikin. Me wek gelê Mexmûrê tu caran serî netewand û em ê netewînin. Em di berxwedana xwe de bibiryar in.”

‘Em bang li Netewên Yekbuyî dikin li erka xwe xwedî derkevin’

Jina binavê Wesîla Çelebî, hêrsa xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk wiha anî li ser ziman: “Îro nivro dewleta Tirk cardîn êrîşî me kir û 3 jin birîndar bûn.  Em ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk ji cih û warên koçberbûn û li vir bicihbûn. Lê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî me didome. Ev demeke şandeya Neteweyên Yekbûyî û Iraqê ji bo armanca serjimêriyê mal bi mal digerîn. Em wek gelê Kurd dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Li dijî êrîşan hikûmeta Iraqê bêdeng e. Ez bang li hemû cîhanê û hemû gelê Kurd dikim bila rabin ser piyan û xwedî helwest bin.  Em bang li Netewên Yekbuyî dikin li erka xwe xwedî derkevin.”

‘Bi salan êrîşên dewleta Tirk li dijî me didome’

Kerîman Kanat jî êrîşên dewleta Tirk ê li ser Wargeha Mexmûrê şermezar kir û wiha axivî: “Em êrîşa dewleta Tirk ê îro li wargehê pêkanî şermezar dikin. Bi salan êrîşên dewleta Tirk li dijî me didome. Dewleta Tirk bêyî ku bibêje jin û zarok êrîşên xwe pêktîne. Em bang li Netewên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê dikin ku li erka xwe xwedî derbikevin. Em  van êrîşan şermezar dikin.”