Şêniyên Kobanê û Tiltemirê gotin: Em li ser axa xwe ne

Bi hezaran welatiyên herêma Firatê li dijî êrîş û topbarana dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilat Sûriyeyê meşiyan. Li Til Temir jî jinan teqez kirin ku ew ê bi ruhê serkeftina Kobanê li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin.

Navenda Nûçeyan - Dewleta tirk di 20`ê Mijdarê de bi riya balafirên şer, obîs, balafirên bê mirov û hawanan bi giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li ser sînor topbaran kir. Di encama topbaranan de bi dehan welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Ev êrîş heta vê kêliyê jî bênavber berdewam dikin.  

Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê-Kobanê, malbatên şehîdan, çalakvan, siyasetmedar, hiqûqnas, rojnamevan, ciwan û ji beşên din bi dirûşma "Êrîşên we nikarin berxwedana me bişkînin" meşeke girseyî li dar xistin.

Gel bi hêrseke mezin û hilgirtina wêneyên kesên ku di topbarana li bajarê Dêrikê de jiyana xwe ji dest dan li qada Jina Azad kom bû û bi dirûşma "Berxwedan jiyan e" dest bi meşê kirin. Meş bi berzkirina dirûşmên ku berxwedana şervanên YPJ`ê, YPG û QSD`ê silav dikin heta qada şehîd Egîd domiya.

Paşê deqeyek rêz hat girtin û hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Eyşe Efendî axivî.

Em ê bi bîrdoziya Rêber Apo bi serkevin

Eyşe Efendî wiha got: "Ji bo hebûna me û pêkhateyên ku li vir dijîn, îro li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hene. Çawa ku zarokên me di eyiya destpêkê ya şer de li ber xwe didin, em ê jî li vir li pişta wan bin. Weke tê zanîn ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk êrîşeke bi vî rengî pêk tîne, bi hezaran car e ku dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike.  Em weke gelê Kurd ji her demê bihêztir in û xwedî hebûn in. Ji lewre ji bilî hêzên me, tu kes li pişta me tune ye û baweriya me heta dawiyê bi wan heye. Em ê di bin sîwana projeya Rêber Apo de, şerê gelê şoreşgerî û felsefeya "Jin, jiyan, azadî" berxwedana xwe bilind bikin û rê nedin dagirkeriyê."

Jinên ku beşdarî meşê bibûn, hêrsa xwe ya li hember êrîşan û girêdana xwe ya bi axê re ji ajansa me re anîn ziman.

‘Berxwedana me di lûtkeyê de ye

Jina ciwan Xunav Xelîl polîtîkayên dewleta tirk ên êrîşan wiha nirxand: "Ev du roj in dewleta tirk a faşîst bênavber ji Şehbayê ber bi Kobanê ve û heta Dêrikê topbaran dike. Dewleta tirk dixwaze bi van êrîşan me bitirsîne da ku em ji bajarên xwe derkevin. Lê vaye li ber çavan e ku bi hezaran şêniyên Kobanê li qada in û di axa xwe de ne. Tirkiye bi hinceta teqîna li Stenbolê êrîşî me dike lê polîtîkayên wan diyar in. Ew dixwaze bi nêzikbûna hilbijartinan û bidawîbûna hevpeymana Lozanê hebûna xwe bihêz bike da ku berjewendiyên wan bên cih. Wê ev yek tu car pêk neyê, ji ber ku êdî tevahî cîhan û welatiyên Tirkiyeyê jî di zanebûna siyaseta Tirkiyeyê de ne. Em dubare dibpêjin, îsrar û berxwedana me ya serkeftinê di lûtkeyê de ye, ji ber vê em gavan paşve navêjin."

Kobanê ji bo Erdogan derdê bêderman e

Fatma Oso bal kişand ser hedefgirtina dewleta tirk bi taybet Kobanê û wiha got: "Kobanê ji dewleta tirk û hevkarên wî re bûye derdekî bêderman. Me li Kobanê bi riya tifingan DAIŞ’ê têk bir û xeyalên dewleta tirk tune kir. Me şerê tunekirina DAIŞ`ê ji Kobanê dest pê kir, heta paytexta wan û herî dawî li Baxozê bi dawî kir. Ji ber vê dewleta tirk di her derfetê de ji aliyê siyasî û leşkerî ve êrîşî Kobanê dike. Lê heta ku em li vir bin, li ser vê axê bin û zarokên me yên di nava şervanên YPJ`ê, YPG`ê, QSD`ê, hêzên Ewlekariya Hundirîn û HPC`ê de hebin, ez ji sedî sed bawer im ku em ê biserkevin. Gelê Kurd bi komkujî û komployan tune nabe, ji ber ku hebûn, dîrok û axa me heye."

   

Tiltemir

Planên dagirkirinê yên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin, ji lewre gel bi helwestên xwe van êrîşan şermezar dikin û li qadan in. Bi armanca şermezarkirina êrîş û binpêkirinên dewleta tirk û hevkarên wan li dijî herêmên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê îro Meclisa navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyaniya ku li ber avahiya Meclisê hat dayîn, ji aliyê cîgira hevserokatiya meclisa navçeyê Gulîxan Tahir ve hat xwendin.

'Armanc têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e'

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Tirk a faşîst careke din êrîşên xwe yên hovane li dijî gelê me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên parastina medyayê berdewam dike û her cure çekên giran, mûşek, balafirên şer û çekên kîmyewî ku ji aliyê navneteweyî ve qedexe ne bi kar tîne. Ji dema destpêkirina şerê li Sûriyeyê ve, berî deh salan heta niha dewleta Tirk a faşîst piştgiriyê dide çeteyan. Li aRojhilata Navîn bi giştî û Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybetî, tiştê ku dixwaze pêk nayê. Ji ber vê çendê bi hewldanên xwe yên ji bo têkbirina vê hemû rê û rêbazên destûr û ne destûrî dewleta tirk a dagirker bi kar anî, weke êrîşên dagirkeriyê yên dubare li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tevî van hemû hewldanan jî nikaribû îradeya gel û pêkhateyên ku bi sedan salan bi hev re jiyane bişkîne.

'Teqîna Stenbolê hinceteke ji bo êrîşkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû'

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: "Teqîna ku li Stenbolê rû da tenê hinceteke çêkirî bû ji bo êrîşa li ser herêmên me. Mixabin ev hemû binpêkirin li ber çavên civaka navdewletî bi taybetî dewletên garantor li herêmê wek Rûsya û Emerîka û dewleta Sûriyeyê û welatên Ereb pêk tên. Bêguman her metirsiyek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metirsiyek e li ser serweriya Sûriyeyê û welatên Ereb bi giştî. Ji ber ku ew metirsî li ser hemû sînorên bakurê cîhana Ereb e.

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Ji ber vê yekê em bang li civaka navneteweyî û hemû hêzên ku ji aştî, azadî û demokrasiyê hez dikin re dibêjin ku bila dawî li binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser gelê me bînin."