Şêniyên Kobanê û Til Temirê bi wesîleya salvegera dagirkirina Efrînê meşiyan

Bi sedan ji şêniyên kantona Qamişlo, Kobanê û Til Temirê bi boneya salvegera êrîşên dagirkeriyê yên ser Efrînê meşiyan. Kobaniyan diyar kir ku dê Efrîn rizgar bibe û planên dewleta tirk vala derkevin. Şêniyên Til Temirê jî bi Kurd, ereb û Aşûriyan bi bilindkirin şaxên zeytûnê, salvegera êrîşên li ser Efrînê ku dikeve sala xwe ya 4'mîn şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan - Dewleta tirk di 20`ê Çileya 2018`an de dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir. Gelê Efrînê û şervanên wê 58 rojan li dijî balafir, tang, top û hawanên dewleta tirk û çeteyên wê li ber xwe dan. Lê di encama lihevkirin û bêdengiya hêzên navneteweyî, piştî Berxwedana Serdemê ya ku 58 rojan berdewam kir, Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat dagirkirin. Lig elek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş û çalakiyên cihêreng bi boneya 4’emîn salvegera êrîşên ser Efrînê hatin lidarxistin.
Kobanî bi diruşma bi hev re ji bo efrînê meşiyan
Bi wesîleya 4`emîn salvegera êrîşa destpêkirina dagirkeriya li ser Efrînê, bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê, Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên civaka sivîl, Kongreya Star û hwd. di bin dirûşma "Efrîn rûmeta me ye, em ê xwedî li rûmeta xwe derkevin" de meşiyan. Gel li qada Jina Azad bi hildana şaxên Zeytûnan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsa "Neteweyên Yekbûyî û Tirkiye yek in", "Bi hev re ji bo Efrînê" "dewleta tirk komkujiyan li Efrînê çêdike" û "hikûmeta Erdogan terorîst e", kom bûn. Meşê bi berzkirina dirûşmên "bijî berxwedana Efrînê" ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada Aştî rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtinê rêvebera Mala Jin Sultan Hemdî axivî û got: "Komploya navneteweyî ya ku li dijî kesayeta Rêber Apo di 1998`an de dest pê kir, heta roja îro bi rêbazên cur be cur didome. Dagirkirina Efrînê jî yek ji wan komployên ku hêzên hegemon bi ser me de anîn. Çawa ku Efrîn dagir kirin hewldan tên kirin ku Kobanê jî dagir bikin. Lê bajarê Kobanê ku bi berxwedaniyeke mezin û bi pêşengiya jinan rizgar bû, dê tu carî neyê dagirkirin. Berxwedanî û têkoşîna me ya li Kobanê dê bibe misogeriya rizgarkirina Efrînê jî. Efrîn jî rûmeta me ye, em ê xwedî li Efrîna xwe derkevin."
Meş bi diruşmên ku berxwedaniya Efrînê silav dikin û dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikin bi dawî bû. 
Endama Partiya Yekitiya Demokratîk Edele Ceradê ya di meşê de cihê xwe girt wiha got: "Çar sal di ser êrîşên dagirkirina Efrînê re derbas bûn. Dewleta tirk di nava van çar salan de hewl dide axa Efrînê tevli ya Tirkiyeyê bike. Demografî, çand û ziman diguhere lê em tu carî Efrînê û tu bajarên din jî wiha bi hêsanî bernadin. Dewleta tirk dixwaze heman tiştî li Kobanê jî pêk bîne lê em dest ji Kobanê û Efrînê jî bernadin. Peyama me ya ji vê meşê jî ew e ku em ê êrîşên li ser Kobanê vala derxin û Efrîna xwe jî rizgar bikin. Lê divê ku rêxistin û komeleyên mafên mirovan, xwedî li erka xwe derkevin divê ku rewşa koçberan bibînin û binpêkirinên dewleta tirk rawestînin."  
Welatiyên Til Temir jî bi diruşma koka darê zeytunê hişk nabe meşiyan     
Li Til Temirê meşa ku ji aliyê saziya malbatên şehîdan ve hatibû lidarxistin heta dawiya kolana Filistînê domiya. Di meşê de şaxên zeytûnan hatin hildan û nîşaneya azadî û serkeftinê hatin kirin. Şaxa zeytûnê nîşaneya ku Efrîn warê zeytûnan e û koka dara zeytûnê hişk nabe û nayê hilanîn. Her wiha dirûşmên ku berxwedana Efrînê û vegera wê misoger dikin hatin avêtin.
“Berxwedana 58 rojan ne ji rêzê ye”
Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Meclisa Navçeya Til Temirê Mihemed Baqî Kûtê axivî û wiha got: "Dagirkirina Efrînê dikeve sala xwe ya 4'mîn ku piştî dagirkirina Efrînê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê jî dest bi guhertina demografiya herêmê kirin û sûcên derexlaqî li ser gelê herêmê pêk anîn û tînin jî. Guhertina demografiya Efrînê dikeve rêza sûcên şer û ev yek nayê qebûlkirin, li aliyê din jî bi hezaran darên zeytûnên Efrînê ku koka wan vedigere sedan salan hatin birîn. Her wiha bi sedan jin, mêr û kesên temenê wan mezin hatin binçavkirin û revandin. Em jî îro li ser piyan in û her daxwaz û doza me jî wê rizgarkirina Efrînê be. Berxwedana 58 rojan ne ji rêzê ye, gel û şervanan li hember hêza duyemîn a NATO’yê li ber xwe dan û dikaribûn dengê berxwedana xwe bigihîjînin cîhanê. Em li benda fersendekê ne ku bi hev re herêmên dagirkirî ji Serêkaniyê heya Girê Spî û Efrînê rizgar bikin, meseleya demê ye ne zêdetir."
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.
Qamişlo
Qamişloyiyan jî bi meşekê piştevaniya xwe ya ji bo Efrînê diyar kirin. Meş ji kolana Mûnîr Hebîb dest pê kir û li ber dergehê Netewên Yekbûyî dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê Dalya Rehma got: “Wê ev dagirkerî dom neke, teqez emê Efrînê rizgarbikin û penaberên ku çar salin ji axa xwe dur wê carekin li warê zeyîtunan vegerin.