Şêniyên Kobanê li dijî êrişên dagirkeriyê derketin kolanan

Bi sedan ji şêniyên kantona Firatê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li ser Qadên Parastina Medyayê daketin qadan. Jinên Kobanê teqez kirin ku ew ê pêşengiya pêvajoya berxwedanê bikin û serkeftinê misoger bikin.

Kobanê - Dewleta Tirkiyê careke din li hemberî şervanên azadiyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kir. Dagirkeriya Tirk vê carê bi hêzeke mezin ku di nav de çete û PDK jî cih digrin, êrîş bir ser Herêmên Parastina Medyayê.

Êrîşa dagirkeriyê û bi taybetî jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re, hêrseke mezin di nava gelê Kurd de ava kir. Di vê çarçoveyê de îro şêniyên kantona Firatê, Rêveberiya Xweser û dezgehên wê, rêxistin û tevgerên jinan, malbatên şehîdan, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, ciwan û xwendekar di bin dirûşma “Bimre dagirkerî û îxanet bijî berxwedana gerîla” de meşiyan. Di meşê de posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Meşê bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla” û “bimre îxanet” ji qada Jina Azad dest pê kir û li qada şehîd Egîd rawestiya. Li qadê piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokê meclisa Kobanê Mustefa Êto axaftin kir.

Jinên ku beşdarî meşê bûn, ji ajansa me re helwesta xwe anîn ziman.

‘Li dijî hevkarên pêkanîna projeya Osmanî bêdeng nemînin’

Hevseroka Meclisa Kobanê Leyla Ehmed êrîşên pêk tên wiha nirxand: “Operasyona dagirkeriyê ku li hemberî Herêmên Parastina Medyayê hatiye destpêkirin komployeke di navbera dewleta tirk û hêzên PDK’ê de ye. Her wiha êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pêk tên di çarçoveya heman komployê de ne. Lewre em bang li Kurdan dikin ku li hember îxaneta ji aliyê malbata Berzanî ve xwe dide der bêdeng nemînin û em bikaribin bi yekitiya xwe vana êrîşan vala derxin. Dewleta tirk hewl dide bi qirkirina gelê Kurd û tunekirina têkoşîna me, careke din dagirkerî û serdestiya xwe ya Osmanî zindî bike. Di vê mijarê de zanebûn û hişyariyariyeke mezin pêwîst e ku Kurd nebin hevkarên qirkirina gelê xwe.”

‘Dê jin pêşengiya berxwedan û serkeftinê bikin’

Dunya Mihemed jî wiha got: “Ger li ser Herêmên Parastina Medyayê êrîşan dest pê kir. Ji bo vê em weke Kurd û hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn ji bo vê pêvajoyê amade ne. Çawa şervanên me li hemberî teknîka herî pêşketî ya NATO’yê şer dikin û li ber xwe didin, em ê jî di heman astê de li ber xwe bidin û ji van êrîşan bi bandor nebin. Hebûna me bi hebûna çiyayên Kurdistanê misoger dibe, ji bo vê jî em ê vê hebûnê biparêzin. Bi taybetî jî weke jin, em ê pêşengiyê ji vê qonaxa dîrokî re bikin û bi bîrdoziya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin, serkeftinê misoger bikin.”