Şêniyên Kobanê li dijî êrîşan meşiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger yên herêma Firatê, li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser Kobanê meş lidarxistin.

 
Kobanê- Dewleta tirk di 8 û 9`ê Çile de bi balefirên bê mirov û obîsan navenda bajarê Kobanê û gundewarên Rojhilatê Kobanê yên li ber sînor, topbaran kir. Di encamê de 15 kes ku piraniya wan jin û zarokbûn birîndar bûn û welatiyekî jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha beriya vê bûyerê dewleta tirk bi heman rêbazê endamên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger di 25`ê Kanûnê kir ku di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Li dijî van êrîşan îro di bin silogana "Êrîşên li dijî sivîlan dervayî pîvanên mirovahî û exlaqî ne"  meş li darxistin. Di meşê de bi sedan ji şêniyên kantona Kobanê, xwendekarên zanîngeha Kobanê, saziyên civaka sivîl, Rêveberiya Xweser û bi dehan ji ciwanên herêmê beşdar bûn. Di meşê de pankartên bi nivînsa "Êrîşa li ser ciwanan êrîşa li ser tevahî gelê herêmê ye" û "Na ji sîxortiyê re” û “Na ji îxaneta PDK`ê re" hatin hildan. 
Meşê ji qada Jina Azad bi berzkirina siloganên "Bijî berxwedana Kobanê" destpê kir û li qada Aştiyê bidawîbû. Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hebûn Mihemed axivî.
Hebûn Nihemed da zanîn ku ewê weke ciwanên Kobanê rêxistinkirinê weke bingeha hemû xebatên xwe bigirin û wiha got:  "Emê weke ciwan û gelê Kobanê bi xwerêxistinkirinê li hember êrîş û pilanên dewleta tirk bibin bersiv. Dewleta tirk her car bi rêbazekî êrîşî me dike û ji zarokên me re pêşeroja bi lingekî ava dike. Ev rastiya dewleta tirk e ku asta hovîtiyê derbas kiriye, bila hemû civaka navnetewî jî vê yekê bibînin. Em weke Kurd nayên qirkirin û em bi van êrîşan bi dawî nabin, wê berxwedaniya me dewam bike û şoreşa me bi serkeve. Em xwedî hêz û vîneke xûrtin ku çavkaniya vê hêzê bîrdoziya rêber Apo û fedaytiya şehîdên me ye."
Meş bi siloganên "Bijî serok Apo" ,"Şehîd namrin" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.
"Kombûna me bersiv ji bo dewleta tirk"
Mamoste Zozan Xelîl a beşdarî meşê bûyî jî bal kişand ser zarokê ku di encama êrîşa dewleta tirk ya li ser gundê Qeremoxê lingê xwe ji dest da û got: "Ev nêzî 10 salan e ku dewleta tirk herêmên me ji xwe re kiriye armanc, ji ber vê ev ne êrîşa yekê ye û diyar e ku ne ya dawî ye jî. Bê guman ev êrîş bandoreke xwe yê neynî li ser şêniyên herêmê ava kir. Bi taybet jî êrîşa li ser Qeremox ku di encamê de zarokekî lingê xwe ji dest da, bandoreke mezin li ser deroniya tevahî zarokan çêkir. Dewleta tirk jî cesartê ji bêdengiya hêzên hegomonîk û garantor digre ku êrîşên bi vî rengî pêk bîne. Bersiva me di vê kombûnê de diyar e, domandina jiyana xwe ya li ser vê axê xwestekên dewleta tirk vala derxist."
Her wiha xwendekara Peymangeha Şehîd Zozan Behiya Ehmed wiha axivî: "Di destpêkê de ez êrîşên dewleta tirk yên li ser Kobanê bi taybet û bi giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikim. Ev êrîş tu carî nikarin têkoşîn û berxwedaniya me rawestînin, berovajî em roj bi roj xûrtir dibin. Baweriya me jî bi hêza gel û şervanên me heye ku wê dewleta tirk tu carî xwestekên xwe bi cih neyên."