Şêniyên Hesekê bi meşeke mezin piştgirî dan şervanên QSD’ê

Şêniyên bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen re meşeke girseyî li dar xistin û berxwedana şervanên QSD’ê û YPJ’ê silav kirin.

Hesekê-Bi destpêkirina êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şervanên QSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) berxwedaniyeke mezin û dîrokî dimeşînin. Şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Ermen û Suryan ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  meşekî girseyî li dar xistin û berxwedana QSD’ê û YPJ’ê silav kirin.

Meşê bi dirûşma “Werin em welatê xwe biparêzin” û bi tevlibûna tevahî rêxistinên jinan û hemû saziyên civaka sivîl, bi hildana alên QSD’ê û bi pankartên “QSD rûmeta me ye”, “Parastin azadiyê misoger dike” li ber Çerxeriya Sînalko ya taxa Til Hecer a bajêr dest pê kir heta li Çerxeriya Şehîd Avêsta berdewam kir.

‘Rêveberiya Xweser ji bo Sûriyeyê mînak e’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endamê desteya hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl tekez kir ku ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk divê tecrube ji sîstema Rêveberiya Xweser were girtin û wiha axaftina xwe domand: “Li Sûriyê rûpelek nû hat vekirin lê belê em dixwazin bi rengekî aştiyane bi diyalog û nîqaş gavên girîng ji bo parastina gelên Sûriyê werin avêtin. Ger hikûmeta demkî ya li Sûriyê hatiye avakirin, dixwaze Sûriye demokrat û azad be pêwist e tecrube ji Hevpeymana Civakî ya ku Rêveberiya Xweser ava kir bigre. Gerek partî û hêzên Kurd bibin yek û bi yek helwestê biçin Şamê nêrîna xwe pêşkêş bikin.”

‘QSD berxwedaneke dîrokî dide meşandin’

Aldar Xelîl axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îro şervanên QSD’ê li Minbicê berxwedaniyek dîrokî dimeşînin Em vê meşê pîroz dibînin û piştgiriya we ya ji bo şervanan silav dikin. Em ji kesên ku dixwazin aramiya me xirab bikin re dibêjin ku ew ê ev gel bi şervanên xwe re li hemberî êrişên we bisekine. Bijî yekitî û hevgirtina gel.”

Meş bi dirûşma “Bijî yekitiya gelê Sûriyeyê” bi dawî bû.