Şêniyên Dêrezorê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Li Dêrezorê bi pêşengiya ciwanan meş hat lidarxistin. Jinên di meşê de axivîn diyar kirin ku ewê serî li hemberî kesê nedanin û heta dawiyê axa xwe biparêzin.
Dêrezor - Bi pêşengiya ciwanên herêma rojhilatê Dêra Zorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek hat li darxistin. Welatiyan di meşê de êrîşên dewleta Tirk yên li ser bajarê Kobanê şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin heya ku dagirkeriya Tirkiyê têk bibin.
Di dawiya meşê de daxuyaniya girêdayî çalakiyê ji aliyê ciwanan ve bi gotina. “Me bi ciwanî despêkir, emê bi ciwanî serkevin” despêkir û wiha berdewam kir: "Em ciwanên parêzgeha Dêrezorê êrîşên Tirkiyê yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û bi taybetî jî li ser kantona Kobanê şermezar dikin. Tevî peymanên bêçekirin û agirbestê yên di navbera her du aliyan de heye jî dewleta Tirk êrîş û binpêkirinên xwe yên li dijî ax û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Bi mebesta şikandina îradeya me û sekna me ya li hemberî hovîtî û zilma wê û têkbirina ewlehî û îstiqrara me, êrîş dike. Emê jî li hemberî êrîşên wan bisekinin û rê nedin dagirkeriyê."
“Em li hemberî êrîşan derketine û emê serî li ber kesê nedanin”
Di çalakiyê de hevşaredara bajarê Hecîna Dêrezorê Ehed El-Merkaz li ser pêvajoyê axivî û got: "Em îro bi xwepêşandaneke girseyî derketine ji bo em helwesta xwe li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me yên ewledar diyar bikin. Em êrîşên berdewam ên li ser Kobanê, ku herî dawî malek kir armanc û bû sedema qetilkirina 5 ciwanan şermezar dikin.”
“Em ê li hemberî dagirkeriyê rabin”
Hevseroka Meclisa Şehîd Selîm El-Ebdullah a Baxozê Medlîn Tariq jî got: "Tirkiye ji êrîş û dagirkeriya xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryarên xwe yên kêfî yên li dijî gelan têr nabe. Ew hîn jî sivîlên ewledar dike hedef. Tirkiye xwedî dîroka sûcan e. Em ê li ber xwe bidin û li hemberî tiştên ku dagirkerî dike rabin.”