Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo Efrînê meşiyan
Şêniyên Kobanê, Til Temir, Hesekê û Şehbayê bi armanca şermezarkirina 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê bi dirûşma "Efrîn rûmeta me ye, li rûmeta xwe xwedî derkevin" meşiyan.
Navenda Nûçeyan - Dewleta tirk di 20`ê Sibata 2018`an de êrîşa bi armanca dagirkeriyê bir ser herêma Efrînê. Gel û şervanên Efrînê 58 rojan li dijî çekên giran û 72 balafirên şer li ber xwe dan, ji ber êrîşa dijwar Efrîn 18`ê Adarê hat dagirkirin. Şêniyên Kobanê, Til Temir, Hesekê û Şehbayê bi meşên girseyî 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê şermezar kirin.
Kobanê
Ji bo 4`emîn salvegera dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve, bi sedan şêniyên kantona Kobanê û kantona Girê Spî bi navçe û gundewarên wê meşiyan.
Gel bi hilgirtina çiqlên zeytûnan û pankarta bi nivîsa "Efrîn rûmeta me ye, li rûmeta xwe xwedî derkevin" li qada şehîd Egîd kom bûn û bi berzkirina dirûşmên "Efrîn a me ye", "bijî berxwedana Efrînê" û "bimre dagirkerî" li Qada Jina Azad dawîbû. Piştî deqeyek rêzgitinê hevseroka Desteya Diravî Firyaz Berkel axivî.
"Em ê bi berxwedanê Efrînê rizgar bikin"
Rêveberiya komîteya civakî ya Kongreya Star Hêvîn Miho di nava meşê de ev peyam da: "Li ser dagirkirina bajarê Efrînê re 4 sal derbas bûn. Dewleta tirk bi erêkirina tevahî hêzên navneteweyî û bi bihaneyên cuda Efrîn dagir kir. Dewleta tirk bi heman lîstikan Efrîn, Girê Spî, Serêkanî, Bab, Ezaz û Cerablûsê jî dagir kir. Dewleta tirk û çeteyên wî kiryarên herî hovane li herêmên dagirkirî pêk tîne, ev yek jî li pêşiya çavên tevahî cîhanê ye. Lê em ê weke Kurd bi vîn û berxwedana xwe Efrînê û tevahî herêmên din rizgar bikin."
Tiltemir
Kurd, Ereb û Aşûriyên Til Temirê ji bo Efrînê meşiyan
Bi armanca şermezarkirina salvegera 4’emîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ve, şêniyên Til Temirê bi Kurd, Ereb û Aşûriyên xwe li gel malbatên Efrînê ku li navçeyê dijîn, meşek girseyî li dar xistin. Meşa ku ji ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir, li dawiya kolana Filistînê bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirirtinê Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê Semer Xelîl axivî.
Semer salvegera çaremîn a dagirkirina Efrînê şermezar kir û wiha domand: "Gelek rêxistinên Qeterî, Kuweytî û yên din di pêkanîna guhertina demografiya Efrînê de piştgiriya Tirkiyeyê dikin lewre her kesê ku di guhertina demografyaya wê de alîkar be divê ku werin darizandin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û hemû welatên cîhanê dikin ku xwe ji bêdengiya ku êdî bi kêr nayê li hemberî tiştên ku ii Efrîn û herêmên din ên dagirkirî di bin çavan re derbas dikin û erka xwe ya mirovî ya li hember dagirkeriyê pêk bînin."
Hesekê
Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê Kurd, Ereb û Suryaniyên bi meşek sûcên dewleta tirk ên li dijî şêniyên Efrînê û guhertina demografiya herêmê bi meşekê şermezar kirin. Di meşê de pankartên “Na ji guhertina demografiya Efrînê re”, “Berxwedana me kilîta rizgarkirina Efrînê ye”, “Erdogan qatilê zarokan e”, “Efrîn rûmeta me ye” hatin vekirin û dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dagirkirina Efrînê hatin berzkirin. Meşê ji ber çarxereya Kevokê ya gundê Miftî yê bajarê Hesekê dest pê kir û li çerxeriya Şehîd Serhed veguherî mîtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Ebid Selam Ehmed axivî û anî ziman ku dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê hewl dide gelê Kurd qir bike û projeya neteweya demokratîk têk bibe.
Paşê Endama Rêveberiya Kongra Star Şerîfa Ehmed wiha got: “Ji 18’ê Adara 2018’an ve artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin nasnameya Efrînê tune bikin, sivîlan dikujin û îşkence dikin da ku wan tengav bikin û neçarî koçberiyê bikin û di encamê de li şûna wan kesên biyanî bi cih bikin.”
Çalakî bi berzkirina dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta tirk bi dawî bû.
Şehba
Bi boneya şermezarkirina salvegera dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve, Meclisa Kantona Efrînê li wargeha Serdem a kantona Şehbayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wêneyên pakrewanên komkujiya Til Rifetê hildabûn. Daxuyanî ji aliyê cîgirê hevseroka Meclisa kantona Efrînê Muhemed Ebdo ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çar sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibe. Çar sal in Efrîn di agirê dojeha terora Erdoganê DAIŞ’î de disoje. Roj bi roj binpêkirin, kuştin, revandin, destdanîna ser malên Efrîniyan, guhertina demografîk bi hemû rêbazên dijmirovî di hundirê Efrînê de pêk tînin. Ev hemû kiryar û binpêkirin li pêş çavên hemû cîhanê û dezgehên ku qaşo navê mafên mirovan li xwe kirine tên kirin. Gelê Efrînê yê ku ji axa bav û kalan hatine dûrxistin, çar sal in li wargehên rûmetê berxwedana xwe ya serdemê roj bi roj çirûskên wê bilind dike tevî hemû astengiyên dorpêçkirin û bombebarana çeteyên Erdogan. Di encama van topbaranan de gelek komkujî pêk anîn û gelek zarokên bêguneh bûn qurbanî. Em li vir wek gelê Efrînê dipirsin, gelo ev sazî û dozgehên mafên mirovan li ku derê ne? Heya kengî wê gel û çarenûsa gelan li bemaberî berjewendiyên sîstema desthilatdar bên kirîn û firotin. Careke din em gelê Efrînê çawa ku me soz daye şehîdên xwe, em soza xwe nû dikin ku em ê berxwedana xwe bi çi bedelî dibe bila bibe bigihîjînin serî heta Efrîneke azad û bi rûmet em ê tu carî gavan paşve nevêjin. Em bang li hemû sazî û dazgehên navneteweyî dikin ku li rêgezên xwe vegerin û bibin xwedî wijdan û van kiryaran belge bikin û Erdogan wekî kujer bê dadgehkirin. Her wiha dawî li dagirkeriya Erdogan li Efrînê û deverên din ên dagirkirî bê anîn.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê”,”Bimre dagirkerî” bi dawî bû.
Qamişlo
Qamişlo ji bo 4’emîn salvegera dagirkirina Efrînê bi dirûşma “Em ê bi rihê gelê Efrînê dagirkeriyê têk bibin” meşeke girseyî lidar xistin. Meşa ku Saziyên Malbatên Şehîdan, Rêxistin û tevgerên jin, saziyên civaka sivîl û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdar bûn, ji taxa Kornîş destpêkir û li ber dergehê Netewên Yekbûyî (NY) veguherî mêtîngê. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Endamê Partiya yekîtiya Demokratîk PYD Feyrûşe Remedan axivî.
Reyrûşe Remedan got: “Tevî bikaranîna teknîkên giran û bicihkirina dewleta tirk di Hilfê Natoyê de, gelê Efrîn 58 rojan li ber xwe da û qehremantiyeke ne ji rêzê pêk anî. Dewleta tirk herêmên em dike hedef ji bo têkbirina gelê me, dema îdyolojiya me demokrat û rast be, helbet dê tu kes nikaribe gelê em tune bike, yê ku tunekkririna me dixwaze dê ew têk biçe. Dara zeytûnê jî namîne bi tenê û em ê biser bikevin.”
Meş bi siloganên “Bijî berxwedaniya Efrîn” û “Têk biçe dagirkerî” dawî bû.