Şêniyên Şehbayê li dijî dagirkeriyê çalakî li dar xistin

Bi dehan şêniyên Kaxirê yên koçî Şehbayê bûne îro çalakiyek li navçeya Ehdasa Şehbayê li dar xistin û daxwaza bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê kirin.

Şehba – Li dijî kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li Efrînê bi taybetî kiryarên çeteyên El Emşat ên li dijî gelê gundê Kaxirê yê navçeya Mabataya Efrînê ku nêzî 20 kes piraniya wan jin bûn rastî lêdan û îşkenceyê hatibûn, şêniyên Şehbayê çalakiyek li dar xistin.

Çalakî li çerxeriya navçeya Ehdasa Şehbayê bi beşdariya welatiyên Kaxirê, endamên sazî û meclisên li herêmê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankertên bi nivîsên "Jin Jiyan Azadî","Serhildana jinên Kaxirê wê bibe xelasiya dagirkeriyê","Bijî berxwedana jinên Kurd" hildan.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê koçberên gundê Kaxirê Siyamend Faqî daxuyaniyê xwend.

‘7 sal in li Efrînê zilm dibare’

Siyamend Faqî di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser kiryarên dagirkeriyê yên li Efrînê û wiha got: "Bi dagirkirina bajarê Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hemû kiryarên xirab li dijî welatî, şênî, niştecih, xweza û hemû zindîwaran dest pê kirin. Bi hovîtî û qirêjiyeke ku mirov nikare vebêje sûc û binpêkirinan dest pê kirin û heya roja îro berdewam dikin. Ev 7 sal in li Efrînê her roj kiryarên hov ên dagirkiriyê didomin. Xwezaya Efrînê ya ku di Sûriyeyê de bi erdnîgarî û dewlemendiya xwe xwedî nav û deng e, bi qutkirin, şewitandin û birîna daran û birina ber bi Tirkiyeyê ve, bû şahîdê herî mezin ê eşkerekirina rûreşiya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî. Bi bûyera herî dawî ya ku li gundê Kaxirê qewimî, bû volkan û êşên gel ên 7 sal in dikşîne bi nîşandana nerazîbûnê teqand."

Ji bo her dareke zeytûnê 8 dolar xwestin

Di berdewamiya daxuyaniyê de Siyamend Faqî bal kişand ser bûyera ku li gundê Kaxirê qewimiye û wiha pê de çû: "Di 15`ê îlonê de li gundê Kaxirê yê girêdayî navçeya Mabatayê komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk ji bo her dareke zeytûnê bi qasî 8 dolar pere ferz kirin, li dijî van biryaran û piştî binçavkirina mêrên gund li gel jinan bi taybetî hêrsek ava kir û meşek li hemberî kiryarên çeteyan li dar xistin. Di vê xwepêşandanê de çeteyên bi navê Sultan Silêman Şah êrîşî jin û welatiyan kirin, di encam de nêzî 20 kesên ku piraniya wan jin bûn birîndar bûn. Her wiha gund jî dorpêç kirin. Ev ne rêbazeke nû ya çeteyan e li dijî gelê Efrînê. Her wiha çeteyan gef li şêniyên gund xwarin û gotin ku ger daxwaza wan qebûl nekin wê destdirêjî li jinan bikin lewma gel neçar ma biryarên çeteyan bi darê zorê qebûl bike."

‘Divê ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk şêniyên gund teslîm nebin’

Siyamend Faqî bang li gelê ku li Kaxirê li hemberî çeteyan li ber xwe didin kir ku teslîmkariyê qebûl nekin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Weke koçberên Efrînê yên li Şehbayê berxwedana xwe didomînin banga me ji hemû kesên ku li Efrînê dimînin û bi taybetî ji gelê gundê Kaxirê re ew e ku li hemberî kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê ber bi riya teslîmkariyê ve neçin û di biryara xwe ya serhildana li dijî kiryarên çeteyan de bi îsrar bin. Em jî bi deng û rihê xwe ji Şehbayê piştevaniya xwe ji serhildana gelê Efrînê re radigihînin û em ê li warê koçberiyê, li Şehbayê berxwedana xwe bidomînin heya vegera bi rûmet li Efrînê misoger bibe."

Çalakî bi dirûşma "Bijî berxwedana Kaxirê","Bimre dagirkerî" bi dawî bû.