Şengalî: Serkeftin nêz e
Li Şengalê bi bêşengiya ciwanan ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê meşek hat lidarxistin. Meşê ji asayişa YJŞ’ê ya Serdeşta Çiyayê Şengalê dest pê kir heta Şehîdgeha Êzidxanê berdewam kir.

Şengal-Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên Êzidî ji bo piştgiriya gerîla meşeke girseyî li Serdeşta Çiyayê Şengalê hat lidarxisin. Meşa ku ji bo piştgiriya gerîlayên azadiyê hat destpêkirin bi kelecana dayik û ciwanan rengeke pir bedew da Serdeşta Çiyayê Şengalê. Meşa gel a ku bi pêşengiya ciwanan hat despêkirin, ji asayişa Yekîneyên Jinên Şengalê YJŞ’ê dest pê kir heya Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan berdewam kir. Meşa riya 3 kîlometre, bênavber bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana gerîla”, “Bijî Berxwedana Zap Avaşînê”, “Bimre îxanet” hatin berzkirin.
Meş bi pankartên “Li dijî dagirkerî û îxanetê werin cenga Azadiyê” hat xemilandin.
“Serkeftin nêz e”
Di meşê de dayika bi navê Berfê Elyas ku yek ji dayikên gerîla ye piştgiriya xwe ya bi gerîlayên azadiyê re bi van hevokan anî ziman: “Ez hezar silavan ji gerîlayên serê çiya re dişînim. Hezar caran çavên wan maçî dikim û xwe bi qurbana wan dikim. Gerîla rûmeta me ne. Ger ne ji gerîla bûya em ê ji fermanê rizgar nebûna, me yê nikaribûya niha zarokên xwe mezin bikira. Ew Her tiştê me ne. Bila Erdogan û Barzanî bi qurbana pêlava gerîla bibin. Xwediyên van pêlavan rê nîşanê me dan loma em îro dikarin ji bo azadiya Êzidîxanê şer bikin. Em silavên xwe li Rêber Apo û tevahî hevalên di girtigehê de dişînin û em berxwedana wan silav dikin, dibêjin serkeftin nêz e.”
“Gerîla çokên dijmin dişkîne”
Ciwana bi navê Cilan Şivan di despêka gotinên xwe de da diyar kirin ku gerîla bi berxwedana xwe Moraleke mezin dide gel û çokên dujminan dişkêne û wiha domand: “Meşa me ji bo Piştgirtiya gerîla ye em weke ciwanên Şengalê ji bo gerîlayên Azadiyê dimeşin. Gerîla bi berxwdana xwe ya li çiyayê Avaşîn Zap û Metîna navê xwe li dîrokê nivisandine, em jî weke gelê Şengalê heya dawî bi gerîla re ne.”
Di dawiya meşê de gel li Şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş kom bû daxuyanî li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Ciwanan, Sara Botan ve hat dayîn.
“Berxwedana gerîla ji bo azadî û parastina gelan e”
Sara Botan destpêkê tevahî gerîlayan silav kir û wiha got: “Em li ser navê Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî berxwedana gerîla silav dikin. Bila Dijminên me baş bizanibin dê tu caran bi êrîş, gef û çekên xwe nikaribin vîna gerîla bişkînin, ji ber ku gerîla vîna xwe bi fikrên Rêber Apo, bi xwîn û keda şehîdan ava kiriye.”
Sara Botan di berdewamiya daxwiyaniyê de diyar kir ku berxwedana tê meşandin li ser navê gel e, ji bo gel tê meşandin û wiha pêde çû: “Ev berxwedan ji bo ku gel azad bijîn û ji bo cîhana azad ji tevahî mirovahiyê re bê diyarîkirin e. Heta ku gel û vîna wan a cewherî hebe dê tu caran neşikê.”
“Bi berxwedana gel û gerîla dê serkeftin misoger be”
Em jî weke civaka Êzidî xwe beşek ji wê berxwedanê dibînin. Weke ciwanên Êzidî heya dawî em ê çalakiyên xwe ji bo gerîla bidin meşandin. Sara Botan, di dawiyê de li ser navê Ciwanên Êzidî bang kir ku bi ruhê şehîd Têkoşer û şehîd Bêrîvan tevahî ciwanên Êzidîxanê beşdarî nava refên gerîla, nava refên YBŞ û YJŞ’ê bibin û diyar kir ku ev berxwedan, berxwedana man û nemana gelê Kurd û civaka Êzidî ye. Bi berxwedana gel û gerîla dê serkeftin misoger bibe.