Şengalî li dijî tecrîdê meşiyan

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê meşek girseyî hat lidarxistin.

Şengal – Bi pêşengiya TAJÊ li dijî tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê meşek girseyî hat lidarxistin.

Meş ji meclisa gel ya navçeya Sinûnê ta qada Mam Zekî bi beşdariya endam û rêveberên rêveberiya xweser, endamên TAJÊ û xelkê Şengalê dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin bilind kirin.

Di dawiya meşê de ji aliyê endama TAJÊ Emşê Korkorkî ve daxuyanî hate dayîn.

Emşê Korkorkî da zanîn ku heta nefesa xwe ya dawiyê bi fikir û felsefeya azad bijîn û wiha got: “Îroj ev meş ji bo şermezar kirina tecrîda li ser Rêber Apo ye.  Ev 10 salin em weke miletê Êzidî bi fikirê Rêber Apo xwe birêxistin dikin û Şengala xwe ji nûve ava dikin. Em jibîr nakin ku em deyndarê Rêber Apo ne. Em ê heta dawiyê li ser fikirê Rêber Apo jiyan bikin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê tekoşîn bikin.”

‘Emê her dem û li her derê bi fikirê azad bijîn’

Endama Saziya Malbatên Şehîdan Pakîze Celal ji ajansa mere axivî û da zanîn ku ew ê ji bo şikandina tecrîda li sre Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekoşîna xwe dewam bikin û wiha got: “Îroj em li Sinûnê kom bûne û em tecrîdê şermezar dikin. Bi çalakiyên cûda me doza azadiya rêberê xwe kir. Bi hêviya ku kampanyayên me biser bikevin û di zûtirîn demê de tecrîd bê şikandin. Em weke miletê Êzidî li ku dera dinê jî bin em bi wî fikirê azad re ne û em ê doza azadiya xwediyê vî fikirî bikin. Kesê ku xêrê ji civaka me re bixwaze, me ji fermanan xilas bike, zarokên me perwerde bike emê ta dawiyê piştgiriya wî bikin. Em ê her tiştî bikin û rihê xwe jî feda bikin.”

‘Em ê heya dawiyê tekoşîna azadiyê bikin’

Pakîze Celal di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew li ser piyane û wiha got: “Gelek tişt me ne dizanî ji dîroka xwe jî, bi saya fikirê Rêber Apo em dîroka xwe jî dizanin û sekna me ya li vir jî ewe. Em bi saya vî fikirî liser xwe sekinîn. Bi saya şehîdên azadiyê em aram dijîn û tekoşîn dikin. Em ê ta dawiyê ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan bin û çi ji destê me were xwestin em ê bikin.”