Şems Antar: Jin ji bo pêşxistina civakê xwedî roleke pêşeng in
Aktivîsta mafên jinan Şems Antar, diyar kir ku jin ji bo avakirin û pêşxistina civakê xwedî roleke sereke ne, bal kişand ku ger di warê çandî, siyasî û civakî de rê li jinan were girtin û rola wan were astengkirin dê civak tune bibe.

ASEMA MUHEMED
Qamişlo – Jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di warê, pîşeyî, siyasî û civakî de bûn xwedî gelek serkeftinan. Sedema van serkeftinan, têkoşîna jinan a ji bo zanîn û haydarbûna ji çandê ye. Jinan li dijî astengiyên paşverû yên di civakê de li ser wan tên ferzkirin, şer kirin di her warê jiyanê de bûn xwedî roleke çalak.
Şoreşa Rojava: Bihara pêkhatina xeyalên jinan
Aktivîsta mafên jinan û çîroknûs Şems Antar, bal kişand ser maf û destkeftiyên ku jinan bi Şoreşa Rojava bi dest xistine û got: "Bi Şoreşa Rojava re, jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, di serî de di warê siyasî û çandî de, di her warî de bûn xwedî maf. Êdî di hemû sazî û dezgehan de bi awayekî çalak cih digrin."
Şems Antar, bal kişand ku tevî van hemûyan jî tevgera jinan li tevahiya cîhanê rastî zextan tê û dewletên kapîtalîst hewl didin jinan bêhêz bihêlin û wiha domand: "Li gelek derên cîhanê, pergal ji tevgerên jinan ditirsin û hewl didin rola wan di civakê de tune bikin. Pergala kapîtalîst hewl dide jina bixe rewşeke pasîf û cihê têkoşînê li wan teng bike."
Şems Antar diyar kir ku ew tevlî konferansa tevgerên siyasî ya li Şamê hatiye lidarxistin bûye, bal kişand ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê nîqaşên li ser mafên jinan girîng e û wiha domand: "Li Sûriyeyê hikumeta demkî ya ku hatiye avakirin, mirov nizane çawa nêzî mafên jinan dibe lê destkeftiyên jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û biryardariya jinan a ji bo parastina destkeftiyan hêviyê dide me. Li Sûriyeya nû dê jin bibin xwedî roleke girîng."
Li Sûriyeya nû fikarên der bare mafên jinan de
Şems Antar, diyar kir ku ew bi fikar e li Sûriyeya nû mafên jinan werin binpêkirin û gotinên xwe wiha domand: "Jin ditisin ku hikumeta nû di warê çandî û civakî de pêşiya wan bigre lê çi dibe bila bibe divê jin ji bo azadiya xwe û temînata mafên xwe têkoşîna xwe bidomînin. Divê di her warî de cihê xwe bigrin. Ji bo civak bi hêz bibe divê jin di her warî de cihê xwe bigrin. Jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber ku azad bûne di her warî de hêza wan zêdetir bû lê ger jin ji warê siyasî û civakî werin dûrxistin; dê hemû civak zirarê bibîne û tune bibe."
Ji bo jiyana azad têkoşîn şert e
Aktivîsta mafên jinan Şems Antar, got ku jin ji bo mafên xwe biparêzin û roleke çalak di civakê de bilîzin divê her dem têbikoşin û got: "Divê jin li her derê xwe perwerde bikin. Xwendin û nivîsandin yek ji riyên îfadekirina hestan e. Bi vê yekê jin dikarin xwe bigihîjînin fikrên cuda, piştgiriyê bidin civakê û bi beşdariya pêvajoyên siyasî, pêşengiyê ji bo aştiyê bikin."
Şems Antar, herî dawî got ku perwerde, siyaset û têkoşîna azadiyê ji bo pêşketina civakê gelek girîng e, jin bi parastina mafên xwe divê bi pêş bikevin û got: "Heta ku jin nebin, civakek tu carî temam nabe û bi pêş nakeve.”