Şehîdên Fermana 73’an hatin bibîranîn

Civaka Êzidî di salvegera Fermana 73’an de li Tilezêr û Sîbayê ji bo şehîdên fermanê bi bîr bîne merasîmek li dar xist. Di merasîmê de gel hêrsa xwe ya li dijî berpirsên komkujiyê anîn ziman.

Şengal – Di 14’ê Tebaxa 2007’an de li navçeya Tilezêr û Sîbayê di teqînê de nêzî 700 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Civaka Êzidî vê êrîşê wekî Fermana 73’an bi nav dike û her sal di 14’ê Tebaxê de şehîdên vê komkujiyê bi çalakiyên cuda bi bîr tine.

Di salvegera Fermana 73’an civaka Êzidî de li bajaroka Tilazêrê şehîdên Fermana 73’an bi girseyî hatin bibîranîn. Merasîm bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat lidarxistin.  

Di merasîma ku ji bo bîranîna şehîdên Fermana 73’an hat lidarxistin de civaka Êzidî bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê herikîn bajarokê Tilezêrê. Kesên ku li ber Meclîsa Gel a Tilezêrê kom bûn heta cihê teqîn rûdaye meşiyan û piştî daliqandina wêneyên şehîdan merasîma bîranînê dest pê kir. Merasîm piştî axaftinan bi xwendina helbestên li ser şehîdan bi dawî bû.

Ji malbata wê 40 kes hatin qetilkirin

Ji malbatên şehîdan Henîf Hisên da zanîn ku di Fermana 73’an de gelek kesan ji malbata wê jiyana xwe ji dest dane û wiha pê de çû: “Dema teqîn rû da kurê min ê biçûk û hevalên xwe li ber derî top dilîstin. Di teqînê de deriyê hewşê li serê wî de ket û kurê min li wir şehîd ket. Giştî di malbata min 40 kes hatin qetilkirin. Xweda û Melekê Tawis heyfa me hilîne. Hêvî dikim çawa dilê me şewitî dilê kesên ku bûne sedema vê komkujiyê jî bişewite. Di teqînê de 9 kes ji malbata mamê min, 7 kes jî ji malbata meta min şehîd ketin. Me heta niha mafê kesekî nexwariye ku ewqas ferman hat serê me. Di teqînê de gelek egîd û pêşengên civaka me şehîd ketin ku yek ji wan Dilşadê Yûsiv bû. Xortekî di nav civakê de gelekî dihat hezkirin.”

Gelek kes wenda bûn hê jî aqûbeta wan nayê zanîn

Henîf Hisên ji ber zarokên xwe yî birîndar bi rojan li ber deriyê nexweşxaneyê dimîne û wiha dibêje: “Kurê min û keça min birîndar bûbûn. Ez 40 rojan li ber deriyê nexweşxaneya Dihokê de mam. Keça min ji ber lingê wê şikestibû 3 mehan di nav cih de ma. Di teqînê de sedan jin, zarok, keç, pîr û kal birîndar bûn û hinek ji wan di nexweşxaneyê de winda bûn, hê jî aqûbeta wan nayê zanîn. Piştî teqînê me hemûyan dest ji cih û warên xwe berda û em ketin ber deriyê xelkê. Em di şert û mercên ne baş konan de man. Me tiştekî xerab bi kesekî nekiriye lê her fermanan li serê me radikin. Xweda heyfa me ji xayin û sersebebên wan fermana hilîne.”

‘Bi saya fikrên Rêber Apo em êdî ji tu kesî natirsin’

Gulê Feqîr dema fermana 73’yan li Tilezêr rûdinê û ji malbata wê jî gelek kes şehîd dikeve. Piştî Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an bi naskirina Tevgera Azadiyê kurê wê beşdarî nav refên gerîla dibe û di 2020’an li Qendîlê şehîd dikeve. Gulê Feqîr komkujiya 14’ê Tebaxa 2007’an wekî rojek reş bi nav dike û wiha bahsa girîngiya parastina civaka Êzidî dike: “Li civaka me ya Êzidiyan her roj ferman e. Ev roj jî ji bo  me rojek reş e. Ez dayika Şehîd Agir Tilezêr im, silavên min ji bo hemû hevalan hene. Em dixwazin civaka me her dem parastina xwe bi xwe bikin da ku careke din ferman li serê me ranebe. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo êdî hêzên me yên parastinê YBŞ, YJŞ û Asayêşa Êzidxan heye. Em ji tu kesê natirsin. Ez weke dayika Şehîd Agir silavên xwe ji hemû dayikan re, bi taybetî ji dayikên şehîdan re dişînim. Ez bi şehîdên xwe serbilind im, wî ji bo axa pîroz a Şengalê canê xwe da û şehîd ket. Ez silavê xwe ji Rêber Apo re dişînim.”