‘Şehîdan bi xwîna xwe tîpên zimanê Kurdî nivîsandin’
Di bin dirûşma “Ziman hebûn û nasnameya me ye” şêniyên bajarê Qamişloyê meşek girseyî li dar xistin û bal kişandin ku divê di destûra nû ya Sûriyeyê de zimanê Kurdî bi fermî were naskinin.
Qamişlo – Zimanê Kurdî divê ne tenê ji bo axaftinê were dîtin; di heman demê de ji ber bişavtin û êrîşên ku li ser didomin, nîşaneya nasname, çand û mîrateya gelê Kurd e. Fêrkirina zarokan bi zimanê Kurdî û teşwîqkirina rojane axaftina bi zimanê Kurdî, ne tenê erkek çandî ye, di heman demê de temînata pêşerojê ye. Her wiha dengê Kurdî li her der û her demê mîsoger dike.
Şêniyên bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di bin dirûşma “Ziman hebûn û nasnameya me ye” û ji bo ku zimanê xwe di destûra Sûriyeyê ya nû de bi cih bikin û were naskirin, nasnameya xwe biparêzin û bi dest bixin meşek girseyî li dar xistin. Meş ji Çerxeriya Sonî bi tevlîbûna mamoste, xwendekar, endamên Şardariyê, saziyên Rêveberiya Xweser, sazî û tevgerên jinan heya Çerxeriya Şehîdan domiya.
Piştî deqeyek rêzgitinê hevseroka Desteya Perwerdeyê, Semîra Hac Elî çalakiyên ku ji bo zimanê Kurdî tên lidarxistin silav kir û wiha got: “Xebatên ji bo zimanê Kurdî yên bi Şoreşa Rojava re destpê kirin û heta roja me ya îro berdewam dikin divê bidomin. Di pêvajoyên herî zehmet de gel, mamoste û xwendekaran pêvajoya xebatên zimanê Kurdî meşandin.”
‘Divê em ji bo bîranîna şehîdan zimanê xwe biparêzin’
Semîra Hac Elî diyar kir ku mamosteyan bi fedakariyeke pir mezin xebatên xwe meşandine û wiha berdewam kir: “Mamosteyan li Rojavayê Kurdistanê bi fedakariyên mezin xebateke bêhempa di qada ziman de meşandin. Şehîdan bi xwîna xwe tîpên zimanê Kurdî nivîsandin. Îro em di pêvajoyeke nû de ne, di pêvajoyên diyalog, danûstendinê û entegrasiyona demokratîk de ne. Ji bo ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê ya nû de fermî bibe û were naskirin, divê me ked bidin xebat û têkoşîna xwe mezintir bikin. Bila her kes bizanibe; em tu carî dev ji zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bernadin.”