Şaredariya Rezanê dest bi hevdîtinên jinan kir

Şaredariya Rezana Amedê, bi armanca amadekirina plan û projeyên xwe yên li gorî pêwîstî û daxwazên jinan dest bi hevdîtinên jinan kir.

Navenda Nûçeyan - Şaredariya Rezanê, ji bo pêkanîna plan û projeyên li gorî pêwîstî û daxwazên jinan dest bi “hevdîtinên jinan” kir. Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, dîgira hevşaredar Jiyan Aslan, jinên Meclisa Şaredariyê, Midûra Xizmetên Jin û Malbatê Derya Berktaş Açmaz jî beşdarî civîna li Bax Evî ya girêdayî Midûriyeta Xizmetên Jin û Malbatê ya taxa Bagcilarê bûn.

‘Em ê derfetan heta dawiyê bi kar bînin’

Di civînê de hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz axivî û diyar kir ku jin pirsgirêkên bajêr herî baş dizanin û got ku ji bo bi hev re pêwîstiyan diyar bikin wan hevdîtin li dar xistine. Leyla Ayaz anî ziman ku tevî şaredarî bi deyn girtine û hikûmet tedbîrên teserufê pêk tîne jî ew ê derfetên xwe heta dawiyê bi kar bînin, bi taybetî ji bo jin û zarokan ew ê bi hemû derfetên xwe çavkaniyan ava bikin ku ji bo vê yekê gelek serlêdan kirine.

Leyla Ayaz anî ziman ku dema plansaziyên xwe yên demkurt, navîn û demdirêj amade bikin wê bi jinan re bi hev re hewcedariyan diyar bikin û got: “Em ê ne tenê li ser maseyê rûnin û biryaran bidin. Divê em di cih de diyar bikin û biryar bidin.”

Jinan daxwazên xwe vegotin

Jinên ku piştî axaftina Leyla Ayaz axivîn û diyar kirin ku ew dizanin şaredarî di bin barê deynê giran de ye lê baweriya wan bi rêveberiyê heye. Jinan diyar kirin ku pêdiviya wan bi kooperatîfan, bazarên taxan ên jinan, kursên xwendin-nivîsandin û pîşeyî heye ku ew ê bikaribin beşdarî hilberîn û îstîhdamê bibin, jinan daxwaz kirin ku ji bo zarokên wan atolye, qadên civakî, çandî û perwerdeyê bên çêkirin.

Jinan bi taybetî daxwaz kirin ku hem dê û bav û hem jî zarokên wan li dijî tiryakê bên perwerdekirin û ji her kesê xwestin di vî warî de çi ji destên wan bê bikin. Daxwaza pirtûkxane û qadên werzîşî ji bo ciwanan jî derket pêş. Her wiha jinan daxwaz kirin ku qadên bê pere ji bo zarokên pêwîstiya wan bi perwerdeya taybet heye bên zêdekirin.

Leyla Ayaz a ku li pêwîstiyên jinan guhdarî kir, ji ber tevlibûna jinan spasiya wan kir û got ku ew ê hevdîtinên xwe bidomînin.